Zarokekî ji Efrînê koçber bûbû ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da 2024-12-04 11:23:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokê koçber ê ji kantona Efrîn û Şehbayê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî pitik rêwîtiya koçberiyê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.   Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî îro danê sibê di encama rêwîtiya dirêj a koçberiyê de ji ber sermayê, li sitargeha li stadyûma Şaredariya Reqayê ku malbata wî lê dimîne, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo ji bajarê Bilbilê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê ye.   Bi deh hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê ji ber êrişên komên girêdayî dewleta Tirk bi darê zorê koçberî kantonên Reqa û Tebqayê bûn.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Heleb, Şehba û Efrînê pêşwazî dike û li navendên penaberiyê bi cih dike.