Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Dêrsimê dicive 2024-12-04 11:23:19       ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê, li Dêrsimê dicive. Ji bo tevlîbûna hevdîtinê bang li jinan kir.    Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 7'ê Kanûnê de li Dêrsimê hevdîtina jinan li dar dixe. Meclîsa Jinan ji bo tevlîbûnê ban li jinan kir. Derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gel êrişa îdeolojîk a li dijî destkeftiyên jinan û vîna jinê, qeyûm tayînî vê yekê jî kirin ku rasterast polîtîkayên mêtîngeriyê pêk bînin. Bi gotina hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya binefşî ye, em ji bo parastina vîn, maf û destkeftiyên xwe berxwedana xwe mezin dikin.    Li dijî desteserkirina qeyûman li dijî mêtingeriyê ya herî mezin hevgirtina jinê ye, berxwedana jinê ye. Em ê li Dêrsimê ku sembola berxwedanê ya li dijî vê dagirkeriyê ye, bi jinan re bên cem hev û li hemberî desteserkirina maf û destkeftiyên xwe bêdeng nemînin. Em ê berxwedana xwe bi bilindkirina serhildana ji axa Zarîfe û Besê mezin bikin. Em hemû jin û rêxistinên jinan vedixwînin civîna jinan a ku em ê di 7’ê Kanûnê de li Dêrsimê li dar bixin û ji îstismarkirina qeyûman re bêjin na. Ya ku wê bi ser bikeve wê berxwedana rewa ya gel û jinan be. Bijî Têkoşîna Jinê, Jin iyan azadî."