‘Wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve’ 2024-12-04 09:03:17   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku desthilatdarî di daxuyaniyên der barê pêvajoya çareseriyê de ne samimî ye û got bi tayînkirina qeyûman nakokiya van daxuyaniyan dertê holê. Jinan bi lêv kir ku divê gel xwedî li îradeya xwe derkevin û bi tevlibûna gel wê her cureyê pirsgirêkên welat bên çareserkirin.   Di ser hilbijartinên 31’ê Adarê de 7 meh derbas bû di 7 mehan de ji bo 8 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Desthilatdarî îradeya gel tune dihesibîne û ev 3 dem in qeyûman tayîn dikin. Li dijî qeyûman gel bi rojane berxwe didin.   Jinan destnîşan kir ku ew polîtîkayên qeyûm qebûl nakin û diyar kirin ku desthilatdarî li hember gelê Kurd ne samimî ye û bi tayînkirina qeyûman vê nîşan didin. Jinan bi lêv kirin ku wê li dijî hewldanên çewisandin û tirsandinê yên desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Rewşa şerekî taybet heye’   Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Nebahat Çelîk bi lêv kir ku qeyûm tayînê îradeya jinê bûye û ev li hember îradeya gelê kurd êrîş e. Nebahat Çelîk wiha dirêjî dayê: “Bi qeyûman dibêjin ‘em we nas nakin’. Desthilatdarî îradeya jinan û gelê Kurd nas neke jî, jin û gelê Kurd îradeya xwe nas dikin. Bahçelî gotinek avêt holê. Ev kêm be jî bi mirovan re hêviyek çêkir. Lê li aliyê din jî îradeya Kurdan nas nakin. Ev nakokî ye. Dixwazin Kurdan pasîfîze bikin. Gelê Kurd ji xwe îradeya xwe dizane. Sê dem in bersiva vê dide. Li pişt îradeya xwe ye. Berxwedanek heye. Qeyûman qebûl nakin. Vê her carê tînin ziman. Li holê rewşa şerekî taybet heye. Li aliyê din jî behsa çareseriyê dikin.”   ‘Tertele didome’   Nebahat Çelîk destnîşan kir ku tertele didome û got: “Qeyûmê tayînê şaredariya Dêrsîmê bûye, tayînê baweriya Kurdên Elewî bûye. Dêrsîm, hişê erdnîgariya Maf a Reya ye. Armanc tunekirina hiş e, bîr û baweriyê ye. Valakirin e. Ji xwe ev her tim kirine. Ji bo me ew der kaniya Elewiyan e. Dêrsîm ji bo me pir watedar e. Gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ê wek neviyên Seyîd Riza her tim bêjin we bi me serî neda tewandin ev ji we re bû derd.”   ‘Bi qeyûman dixwazin hawira kaosê biafirînin’   Endama Sendîka Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Gulcan Hanligîl  diyar kir ku qeyûm bey ali îradeya gel hatiye xistinê ye û wiha got: “Di encama ku qeyûm bidomin de wê li welat gelek tişt biguherin. Bi qeyûman dixwazin hawira kaosê biafirînin. Daxuyaniyên Bahçelî ne samimî ne. Piştî vê qeyûm hatin tayînkirin. Hem dibêjin çareserî hem qeyûman tayîn dikin. Tu samimiyeta vê tuneye.”   ‘Hikûmeteke me tune dihesibîne heye’   Endama Meclîsa Jinan a DAD ya Îzmîrê Elîf Hurustan jî daxuyakirin ku îktidar di rewşa gel de hestiyar tevnegere, wê tayînkirina qeyûman bidome û wiha nirxandin kir: “Qeyûm tenê tayînê şaredariyan nabin tayînê îradeya gel dibin. Mafê hilbijartinê çima tê bikaranîn. Ev îradeya me ye. Îradeya me hat xespkirin. Em qebûl nakin. Em qeyûman red dikin. Hikûmeteke ku me tune dihesibîne heye. Em aştî û aramiyê dixwazin lê ew di neçareseriyê de bi israr in.”