Li dijî tayînkirina qeyûman li Cizîrê meş 2024-11-30 13:46:56   ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê bi dirûşmeyên, “Qasidê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd” û “Qeyûm wê hesab bidin gel” meşek li dar xist.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê ya Wanê li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl, Parlamenterê DEM Partiyê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Beşdaran, di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin û dirûşmeyên “Qeyûm wê hesap bide gel” û “Bêdengî mirinê berxwedan jiyanê” berz kirin.   Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk bertek nîşanî tayin kirina qeyûm a li ser Şeredariya Mîksê da û ev tişt anîn ziman: “Ew polîtikayên qirêj bi sernakevin. Gelê Kurd li dijî van polîtikayan tu carî serê xwe netewand û wê tu car netewîne. Hûn dest dînîn ser vîna gelê Kurd jî hûn ê nekarin heza wan bişkînin. Hûn me hemûyan bigirin jî bi hezaran Kurd wê cihê me bigrin. Em bang li desthilata AKPê dikin ku dest jî van polîtikayên qirêj berde û şeredariyan radestî gelê Kurd bike. Em li dijî vê yekê çong dananîn. Wê bi lîstikan Şeredariya Şirnexê girtin lê şeredariyên ku wê nekarî bigrê jî niha bi lîstikan desteser dikin. Ji aliyekî ve qala nîqaşên çareseriyê dikin ji aliyê din ve jî qeyûman tayinî şeredariyên me dikin û civanên me digrin. Ev çi dirûtiyê. Dest jî vê dirûtiyê berdin.”   Piştî Nurcan Alturk parlamenterê DEM Partiyê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew ê li dijî polîtikayên qirêj ya desthilata AKP û MHPê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Dest ji van polîtikayên qirêj berde. Dest danîna ser vîna gelê Kurd li dijî zagon û demokrasiya Tirkiyeyê darbeyê. We heta niha 2 caran vîna gelê Kurd desteser kir. Lê gelê Kurdistanê li dijî vê yekê bersivek da. Lê we cara 3’an jî vîna gelê Kurd desteser kir. Em li vir dibêjin hûn sed caran jî vîna gelê Kurd desteser bike jî gelê Kurd wê dîsa di sinduqan de bersiveke xurt bide.”   Gotina Mehmet Zekî Îrmez girse bi yek dengî bi dirûşmeya, “Qasidê Aştiyê li Îmraliyeyê” birin bê navber dirûşm berz kirin. Mehmet Zekî Îrmez axaftina xwe wiha domand: “Di meha cotmehê ve nîqaşên çareseriyê berdewam dikin. Lê tevî veyekê jî ne binçav kirin ne jî şer û pêvçûn û ne jî desteser kirina vîna gelê Kurd kêm bû ye. Em gotinên wan dirûst nabînin. Lê tevî vê yekê jî weke rêxistin û saziyên gelê Kurd ji bo aştiyek pêk were çi bikeve li ser milê me weke berpirsyar tevbigerin. Em ê li dijî desteser kirina vîna gelê Kurd, binçavkirin û pêvçûnan li berxwe bidin. Em serî li dijî polîtikayên desthilatdariya AKP û MHPê natewînin. Banga me ji rayagiştî re ew ê ku ji bo desthilatdariya AKP û MHPê dest ji van polîtikayên qirêj berde û demokrasî û wekheviyek were welat divê hemû kes dengê xwe bilind bike."   Piştî daxuyaniyê girsê bi dirûşmeya, “Bi berxwedanê em ê bi serbikevin” dest bi meşê kirin. Girse tevî astengiyan jî li Kolana Hunerê heta ber avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê meşiyan.    Girse dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Qeyûm wê biçin em ê bi serbikevin” hatin ber avahiya DEM Partî ya Şirnexê. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan girseya dimeşê.