'Yê serketî wê her tim gel be' 2024-11-30 12:30:04   Memihan Zeydan    WAN - Hevşeredara Miksê Nebahat Benek, ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin diyar kir ku yên ku bi ser kevin gel bi xwe ye û dê qeyûm têk biçe..   Piştî bi îdiaya "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir hat birin, qeyûm tayinî şaredariyê hat irin. Li şûna Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benek qeymeqam Harun Arslanargûn wekî qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kirin, bi sedan welatî kom bûn û bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan bênavber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin. Çalakiya welatiyan a li pêş şaredariyê didome.   Hevşaredar Nebahat Benek ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Nebahat Benek, diyar kir ku du carin qeyûm tayînê li şaredariyê dikin û got: "Navçe bi zîhniyeta qeyûm tê birêvebirin. Heta îro jî pirsgirêkên rê û avê nehatiye çareserkirin. Navçe di hêla tenduristî û perwerdê de gelek paşve maye."   Nebahat Benek, daxuyand ku bi polîtîkayên tayînkirina qeyûm navçe kirine qereqol û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha li dora şaredariyê bi blokên betonê hatin dorpêçkirin. Dixwazin bi wan betonan şerma xwe veşêrin. Dema em hatin şaredariyê me deynên qeyûmê yê berê li avahiya şaredariyê daliqand. Niha demildest hatin afîşên hatine daliqandin rakirin û diwar tanîn li ber şaredariyê."   Nebahat Benek, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi tirsê û zextan hewl didin gel bitirsînin. Heke 25 sal in pergal xizmetê nedabe vî navçeyî ev yek şerma wan bi xwe ye. Tu carî qeyûm ser nakevin û yên ku bi ser kevin gel bi xwe ye."