Foruma Rojnamegerên Jin a Akdenîzê: Jin li ser şopa heqîqetê ne 2024-11-27 16:20:18     NAVENDA NÛÇEYAN - 9’emîn Foruma Rojnamegerên Jin a Akdenîz ku ji 25’ê Mijdarê heya 27’ Mijdarê berdewam kir di bin navê "Azadiya Çapemeniyê" de hat lidarxistin.    Li bajarê Barî yê Îtalyayê 9’emîn Foruma Rojnamegerên Jin a Akdenîz hat lidarxistin. Bi dehan akademîsyen, rojnamevan û aktîvîst tevlî forumê bûn. Her wiha di foruma ku hat lidarxistin de ji Filistînê heya Kurdistanê ji Behra Spî heya gelek navendan rewşa çapemeniyê bi sernavên; azadiya çapemeniyê, polîtîkayên sînordarkirinê yên li dijî çapemeniyê, êrişên li dijî rojnamegeran, tehdît û qetilkirin hatin nîqaşkirin.   Di forumê de destpêkê panelek bi sernavê “Bi mêzekirina çapemeniyê, mêzekirina jiyanê, rastiyê derxin holê, jiyanê xwedî bikin” hat lidarxistin.   Rojnameger Marilù Mastrogiovanni, Stefano Bronzini, Loredana Capone, Loredana Perla, Trisha Thomas di panelê de axivîn û bi bîr xistin ku parastina azadiya agahdarkirinê tê wateya parastina hemû aliyên jiyana demokratîk, mafên sivîl, mafên mirovan, edaleta hawirdorê û ekolojîk.   Di Panela duyemîn a bi moderatoriya Marisa Ingrosso de, Alessandra Contino, Antonella Napoli, Leah Pattem, Désirée Deneo hat lidarxistin de bi sernavê 'Femînîzm û Azadiya Çapemeniyê li Afrîkaya Saharê Jêrîn' axaftin hatin kirin.   Panela Sêyemîn bi sernavê 'Zanista ji Agahiyên dagirkeriyê xelas bûye: Rojnamegeriya Herêmî ya Di Navbera Nûçeyên Çolê û Rojnameyên Xeyalet' hat li darxistin, panela çaremîn jî bi sernavê 'Filistîn, "Qirkirineke Zindî" hat lidarxistin. Rojnamegeran bi bîr xist ku berpirsyariya exlaqî bi dayîna agahiyên rast û hevsengiyê pêkan e.   Di panela pêncemîn a bi moderatoriya Marilù Mastrogiovannî hat lidarxistin de jî behsa jineolojî, şoreşa jinan a Kurdistanê û rewşa medyayê hat kirin. Endama akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî, li ser jineolojî û têkoşîna jinan a li Kurdistanê pêşkêşiyek kir û behsa hêza veguherîner a têkoşînê ya li ser civakê kir.   Rojnameger Gulistan Îke jî li ser mercên zehmet ên rojnamegeriya li Kurdistanê pêşkêşiyek kir. Gulistan Îke bi bîr xist ku medyaya Kurd a xwe weke medyaya muxalif pênase dike, ji berê heta îro, rastî êrişên dewleta Tirk hatiye. Her wiha diyar kir ku zext û astengiyên li ser rojnamegeriyê heta îro jî berdewam dikin. Gulistan Îke bi bîr xist ku bi dehan rojnamegerên Kurd di riya ragihandina rastiyan de hatine qetilkirin, bi dehan ji wan jî hatine binçavkirin û girtin.   Gulistan Îke da zanîn ku tevî hemûyan jî çapemeniya azad li dijî êrişên dewletê paşve gav navêtiye û der barê xebatkarên jin ên çepemeniya Kurdistanê de agahî dan.   Forum îro bi dawî dibe.