Ji bo Peymana Stenbolê ji Serokatiya Meclîsê re name şandin 2024-11-25 14:33:08     STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji Serokatiya Meclîsê re name şand û xwest ku Peymana Stenbolê ji nû ve were rojevê.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo Peymana Stenbolê ji nû ve were rojevê ji PTT'ê ya Galatasarayê ji Serokatiya Meclîsê re nameyek şand.   Polîsan diyar kir bi hinceta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve biryara qedexeyê hatiye dayîn û ew ê destûr nedin girseyê ku daxuyaniyê bide. Li dijî qedexeyê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û endamên ÎHD'ê yên pê re bertek nîşanî vê rewşê dan. Polîsan bi biryareke keyfî, ketina postexaneyê ya rojnamegeran qedexe kir û bi darê zorê ji qadê derxistin.   Em astengkirinê protesto dikin   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku bûyer ne hiqûqî ne û wiha got: “Hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî li dijî peymanên navneteweyî, mafê me yê daxuyaniyê hate astengkirin. Em vê astengiyê protesto dikin."   Jinan piştî name şandin belav bûn.