Li Qeladizê têkildarî tundiya li ser jinê semînerek hat dayîn 2024-11-25 14:26:35        NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qeladizê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê semînerek hat dayîn. Di semînerê de hat gotin ku tûndûtijî di aliyê derûnî û fîzîkî de bandorên nerênî bi xwere tîne û di dawiyê de jî hemû civak zererê jê dibîne.   Li Kolêja Perwerdê ya Qeladizê, ji aliyê Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Qeladizê û Kolêja Perwerda Raperînê ve semînerek li ser 25’ê Mijdarê hat dayîn.   Di semînerê de Mamosta Suham Hisên li ser bandorên derûnî û civakî ku di encama tundiya li ser jinê de çêdibin axivî û got: “Em di nava civakê de wisa hatine fêrkirin ku tûndûtijî tenê tûndiya fîzîkiye, lê her kiryarek ji aliyê kesê beramber ve li dijî jinan û zarokan çêbe, ew dibe tûndûtijî. Ev jî çi dibe tundiya fîzîkî be, çi ya derûnê, çi ya zayendî çijî bi şêwazek din be.”   Di dewamê de Suham Hisên da zanîn ku ev tûndûtijî di aliyê derûnî û fîzîkî de bandorên nerênî bi xwere tîne û di dawiyê de jî civak zererê jê dibîne.   Di semînerê de hat diyarkirin ku divê ji bo nehiştina tundiya li ser jinê di her alî de xebat were kirin. Her wiha hat gotin ku divê jin û mêr hîn zêdetir werin hişyarkirin û jin bizanin xwediyê çi mafan in.   Piştî semînerê jî ji aliyê Koma Xanimên Perî ve karên dest yên wek şirînî, xwarinên Kurdî, tablo, cilûberg û hwd hatin nîşandan.