Der barê hevşaredar Bîrsen Orhan de hepsa malê 2024-11-24 20:14:50     DERSIM – Piştî ku îfadeya hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hatibû girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin. Dadgehê piştî parastinên hatin kirin şûnde der barê Bîrsen Orhan de biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da.   Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Dêrsimê qeyûm tayîn kir û di heman rojê de derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Piştî karûbarên li emniyetê, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin.   Bîrsen Orhan ya îfadeya wê li dozgeriyê bidawî bû, bi hinceta ‘heqeret li peywirdarê cemawerî kiriye’,’Gel tehrîkê sûc kiriye’, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulh a Tunceliyê hat kirin.   Dadgehê piştî parastinên hatin kirin şûnde der barê Bîrsen Orhan de biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da.