Hêrsa li hemberî qeyûm mezin dibe: Em serî natewînin 2024-11-23 16:10:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li Colemêrg û Geverê yên li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin de wiha hat gotin, "Em ê tu carî serî netewînin, em ê dest ji têkoşînê bernedin."    Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 4’ê Mijdarê de li Dêrsim û Pulurê jî qeyûm hatin tayînkirin.  Li gelek bajaran di pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de qeyûm hatin protestokirin.     Colemêrg   Rêxistina Colemêrgê  ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" hat vekirin.   Beriya daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê ve ber bi navenda sûkê ya ku daxuyanî hate dayîn meşiyan. Piştre endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku qeyûm darbe û desteserkirina îradeyê ye, banga hevgirtinê hat kirin.    Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.   Gever    Rêxistina Navçeya Geverê ya DEM Partiyê jî meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên navçeya Geverê, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, TJA û gelek kes tevlî çalakiyên protestoyî yên li navçeyê bûn. Di meşê de ji Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ber bi navenda sûkê ve gelek caran bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Roj wê were û qeyûmên AKP'ê  hesab bidin" hatin berzkirin.  Daxuyaniya li navenda navçeyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez ve hate xwendin.   'Me serî netewand, em serî netewînin'   Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di her şert û mercî de parastina vîna gel û parastina rêveberiyên herêmî yên gel sedema hebûna partiya wan e. Ercan Sevmez got, “Em ti carî serî netewînin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Ger hikûmet bi van rêbazên îflasê bifikire ku dê bi ser bikeve, dê pir xelet be."   Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşm hatin berzkirin.    Girseya gel bi qîrîna dirûşman dîsa ber bi avahiya partiyê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.