Cenazeyê Mîne Sevjîn Alçîçek li Wanê hat definkirin 2024-11-23 13:03:25     WAN - Endama YJA STAR'ê Mîne Sevjîn Alçîçek a ku beşdarî çalakiya li dijî TUSAŞ'ê bû û cenazeyê wê 31 roj şûnde radestî malbata wê hat kirin, li Wanê hat definkirin.   Endama YJA STAR'ê Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) ku di çalakiya 23'yê Cotmehê ya li Enqereyê li dijî Pîşesaziya Hewayî ya Tirk (TUSAŞ) de tevî Alî Orek (Rojger Hêlîn) jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 31 roj şûnde radestnê malbatê hat kirin. Cenazeyê wê danê sibehê anîn Wanê.   Hemû rêyên ku diçin Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ku cenaze anîn wir, ji aliyê polîsan ve hatin girtin û destûr nehat dayîn ku kes bikeve goristanê.   Ji bo definkirinê tenê dayik, bav û xalê wê birin goristanê. Mîne Sevjîn Alçîçek piştî duayan hat definkirin.