Li dijî darvekirinan piştevaniya jinan: Werîşe û Pexşan ne tenê ne 2024-11-22 09:04:33     Elfazî Toral   STENBOL - Jinan bertek nîşanê cezayê darvekirina ku hikûmeta Îranê li girtiyên siyasî yên jin biriye dan û gotin: “Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Divê her kes bibe dengê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî.”   Li Îranê bi taybet cezayên darvekirinê yên li jinên Kurd yên têkoşîna azadiyê didin bê navber didomin. Jinên di têkoşîna xwe de bi biryarin, dibin hedefa êrîşên rejîma Îranê. Herî dawî rejîma Îranê cezayê darvekirinê li endama civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî û rojnameger Pexşan Ezîzî birîbû. Li dijî vê bertek didomin. Jinan li dijî biryarên darvekirinê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Turkan Kocadag da zanîn ku rejîma Îranê li hember gelê Kurd û jinên Kurd polîtîkayek tunekirinê dimeşîne û cezayên darvekirinê yên Îranê bi salane didome. Turkan Kocabag wiha vegot: “Li Îranê Kurd, jin bedena xwe datînin holê û têdikoşin. Divê cezayên darvekirinê  û rejîma zextxwir ji holê bên rakirin.”   ‘Têkoşîna wan ya me ye’   Turkan Kocabag balkişand ser serhildana ‘Jin jiyan azadî’ û wiha domand: “Jin jiyan azadî ne tenê li Kurdistanê li her derê cîhanê deng da.  Xwendekara zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê Ahû Deryayî 2’ê Mijdarê de li dijî laçikê çalakî pêk anî. Ahû Deryayî li zanîngehê cilê xwe ji xwe kirin û pergal protesto kiriye. Li Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hat birîn. Vî cezayî bi jinan şûnde gav nade avêtin. Divê tu kes ji ber fikrên xwe neyên cezakirin. Divê fikr û nêrîn sûc neyên dîtin. Jinan tu carê dest ji têkoşînê bernedane. Têkoşîna me yeke. Piştevanî mezin dike û dide jiyîn. Werîşe û Pexşan ne tenê ne. Em ligel wan in. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”   ‘Cezayê darvekirinê sûcê mirovahiyê ye’   Nûnera Meclîsa Jinan  a Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) Arîfe Çinar jî got li cîhanê jinên têdikoşin bi zextan re tên rû hev û wiha domand: “Dewlet êrîşê jinên têdikoşin û berxwe didin dike. Yên zîhniyeta serdest bihejînin jin in. Hebûna têkoşîna jinan wan ditirsîne. Ev demek dirêje li Îranê li hember jinan, Kurdan êrîş heye. Cezayê darvekirina li hevalên me yên jin hatiye birîn sûcê mirovahiyê ye.  Divê hemû jinên cîhanê li dijî cezayê li Werîşe û Pexşanê hatiye birîn rabin ser piyan û bêdeng nemînin.”   ‘Cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin’   Hevberdevka herêma 3’yemîn a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Aydin jî destnîşan kir ku rejîma Îranê hebûna xwe li ser înkarkirina jinan ava dike û wiha anî ziman: “ Îran azadiya gelan ji destê wan digire û rejîma xwe ava dike. Laçika Jîna Emînî kirin hincet û qetil kirin. Piştî qetilkirina wê serhildanek mezin derket holê. Cezayên darvekirinê û zext piştî vê zêde bûn. Herî dawî jî li Werîşe û Pexşanê hat birîn. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê her k esli dijî rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin. Divê em jin ji van êrîşan re bibin bersiv.”