Kampanya şandina pereyan a ji girtiyan re dest pê kir 2024-11-21 12:47:25     AMED - TUAY-DER'a Amedê di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma "Şandina pereyan a ji girtiyan re ne sûc e" da destpêkirin de ji girtiyan re pere şand. Di daxuyaniya ku kampanya da destpêkirin de banga hevgirtinê kir.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê li ber Teşkîlata Posta û Telegrafê (PTT) bi dirûşma "Şandina pereyan a ji girtiyan re ne sûc e" ji girtiyan re pere hat razandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.   'Ji bo pêşîgirtina li hevgirtinê ket nava tevgerê'   Hevseroka TUAY-DER'a Amedê Yeter Erel Tuma li vir axivî û diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li Îmraliyê tê meşandin li hemû girtîgehan belav bûye. Yeter Erel Tûma, da zanîn ku ji bo xizmên girtiyan pere bê şandin lêpirsîn hatiye vekirin û ev yek nayê qebûlkirin û got, “Her pereyê ku ji girtîgehan re tê şandin ava wan girtiyan e. Ev pêkanîn ji bo pêşîgirtina li hevgirtinê hate kirin. Em vê pêkanînên keyfî qebûl nakin.   Piştî daxuyaniyê ji Şaxa PTT'ê pere ji bo hesabên girtiyan hat razandin.    Di çarçoveya kampanyayê de wê her hefte pere ji girtiyên li bajarekî cuda re bê şandin.