Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re tê destpêkirin 2024-11-20 15:15:09     AMED - TUAY-DER'ê ragihand ku ji bo ji girtiyan re pere bişînin dê kampanya bidin destpêkirin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, wê bi dirûşma "Razandina pereyan ne sûc e" ji girtiyan re bişîne. TUAY-DER'ê di daxuyaniya xwe de got, "Li dijî astengiyên ku şert û mercên jiyana girtiyan zehmet dike em hevgirtina xwe xurt dikin. Ji bo em piştgiriyê bidin girtiyan û nîşan bidin ku ew ne bi tenê ne, em li ber Buroya PTT'ê dicivin. Em bang li hemû saziyên demokratîk û gelê me yê hestiyar dikin ku tevlî çalakiya me bibin, em bi hev re bi hêztir in, hevgirtin me dide jiyandin."   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî daxuyaniyê sibê saet di 11.00'an de bi xizmên girtiyan re li ber PTT'ê ya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dê li ser hesabên girtiyan pere bê razandin.