Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn 2024-11-09 14:55:32     WAN - Li Wanê TJA starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û got: "Em azadiya jinê di têkbirina tecrîdê de dibînin. Li dijî tecrîdê em ê di 25’ê Mijdarê de her kolan û taxên Wanê veguherînin qada çalakiyê. Em ê bi têkbirina tecrîdê azad bibin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma “Li dijî tundiya dewleta mêr Jin jiyan azadî” starta çalakiyan da. Gelek aktîvîstên TJA'yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pêşmalkên binefşî ya li ser "Jin, jiyan, azadî" hatibû nivîsandin li xwekirin û pankarta "Em ji bo jiyanek hevpar û wekhev bi biryardar in em li dijî tûndiya mêr-dewletê serî hildidin, li kêleka hev in" vekirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Metna kurdî ji hêla Dîlan Yildiz û ya bi tirkî jî ji hêla Meryema Aslan ve hat xendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "   Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya (şideta) li Ser Jinê ya Navneteweyî, pêşwazî dikin.    Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn pêş dikeve, bê guman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û zarokan dike.   Vekişîna Peymana Stenbolê û mafê nefeqeyê   Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, neteweperest û olî de qirkirina jinan didomîne. Di dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê de jin û zarok tên qetilkirin, dema ku jin li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin, ber xwe didin, gelek jinên weke Pexşan Ezîzî û xwendekarên keç ên Zanîngeha Lêkolînên Zanistî ya Tehranê ji aliyê rejîma mola ve tên revandin, rastî îşkenceyê tên, dîl tên girtin û bi îdamê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li dijî rejîma molayê heta mirinê şer dikin sedema têkoşîna me ne. Bi hezaran jinên Êzidî yên ku bi salan e di bin zilm û zordariya DAIŞ’ê de dîl hatine girtin sedema têkoşîna me ne. Li Tirkiyeyê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema serdest a mêr a ku bi armanca sazûmankirinê, bi argumanên cuda li her derê xwe rêxistin dike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi rêya ajantiya bandorê hewl dide mûxalefeta civakî bêdeng bike, bi binçavkirin û girtinê hewl dide ku pêşî li jinên ku têdikoşin bigre,  bi vî awayî faîlan bê ceza dihêle û ev yek cesaretê dide faîlan. Faîlên ku dosyeyên wan ên sûc hene tên berdan. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşkirina mafê nefeqeyê çend ji van in.   Şîdeta li hember jinê îdeolojik e    Ev desthilatdariya ku di dema qetilkirina jinan de jî dest ji kodên xwe yên netewperestiyê bernade, berpirsyarê qetilkirina Fatma Altinmakas e. Wê dixwest  ku  îfadeya xwe bi zimanê dayikê bide lê hat astengkirin. Pergale li Colemêrgê çeteya fuhûşê ya ku pişta xwa dabû polêsan, mudaxeleyî nekir; çapemeniya azad ku vê buyerê dişopand û malbata mexdûr tehdît kir. Ji Gulîstan Doku ya ku li Dersimê hat windakirin hê jî ti agahî nayê girtin.   Cenazeyê Rojîn a ku li Wanê bi awayeke bi gumana winda bû, piştî çend rojan hat dîtin û hê jî sedama kuştina wê nayê zanîn. Dema li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl di nava nîv saetê de hatin qetilkirin, hêzên ewlehiyê ji ciyên xwe  tevnegeriyan lê dema jin derketin kolanan, ji bo avakirina barîkatan seferber bûn. Dema ku gotina “Qatilan asteng bikin, ne jinan” li hemû welat belav dibe, polîtîkaya hikûmetê astengkirina jinên têkoşer e.   Em jin dizanin ku şîdeta li ser jinê hem îdeolojîk û hem jî polîtîk e. Em ê li dijî hemû polîtîkayên we yên zayendperest ên ku li ser dijminatiyê jinê pêk tên têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyana azad a bê şîdet, îstîsmar û kedxwariyê li qadan bin.    Hêza çareseriyê li Îmraliyê ye   Li Rojhilata Navîn a ku îro bûye navenda şeran, ji bo hemû jin û gelan yekane çareserî avakirina modernîteya demokratîk e. Îro hêza çareseriyê di girtîgeha girava Îmraliyê de, di bin tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê dest pê kir li hemû hucreyên civakê belav bûye. Em jin, azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de, ji bo şikandina tecrîdê, em ê her kolan û her taxê bikin qada çalakiyê.   Têkoşîna xwe bi hev re bidomînin    Li Kurdistanê li dijî berxwedana ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe diparêze, li dijî jiyana ku li ser bingeha politik û ehlaqî hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet tên ceribandin. Desthilatdariya ku ditirse jin di qada siyasî de bi ser bikevin, di jiyanê de bibin xwedî îrade û li dijî hemû pêkhateyên hiyerarşîk têbikoşin, dixwaze bi rêya zext û zordariyê pêşî li aktorên têkoşînê bigire. Li aliyê din jî ji bo ku civakê bê refleks bihêlin, dixwazin ku bi tiryak, fuhûş, sîxurî û bêkariyê civakê bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet bûye çeka sereke ya desthilatdariya ku bi krîzên pir alî re rû bi rû ye û hewl dide civakê dorpêç bike.  Êrîşên li Kurdistanê bi plansazî û sistematik in. Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de dixwazin erdnîgariya Kurdan qir bikin. Em ê hem li dijî şer hem jî li dijî şerê psikolojik ê taybet bi mezinkirina berxwedanê, xwe bi rêxistin bikin. Em ê hemû hevalên xwe yên berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.     Deng û hêz desthilatdariyê tirsand   Tecrûbeya têkoşînê ya tevgera jina azad bi polîtîkaya rêveberiyên herêmî veguherî rewşeke civakî û ji bo jinan bû hêvî. Jin bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bûn hêza biryarê, bi polîtîkayên hatine avakirin bûn hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Midûriyetên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatîf, navendên hevgirtinê yên jinan, rêwîtiya bêpere, kreş, û parkên jinan tenê hinek ji polîtîkayên tên meşandin in. Polîtîkayên jinan ên ku di jiyanê de zêdetir cih ji jinan re vekir û jin kir deng û hêza îradeyê, desthilatdariyê tirsand.   Em rê nadin qeyûman   Li Colemerg, Mêrdîn, Êlih û Halfeti’ya Kurdistanê û li Esenyûrta Tirkiyeyê hate desteserkirin, ev yek dijminatiya li dijî gelê Kurd û jinê ye. Li dijî polîtîkaya qeyûmê ya ku bi salan e tê dubarekirin, jinan di her hilbijartinê de li ser sindoqan bi ragihandina îradeya xwe bersiv dan desthilatdariyê.  Em ê bi berxwedanê tiştên ku we ji me standin, paşve bigirin, em ê di 25'ê Mijdarê de li her kolanê û li her qadê qala qeyûman bikin û em rê nadin qeyûman.     Kuştina Şîrîn, Sila û Narîn   Li vê erdnîgariya ku em her roj bi qetlîamên jinan şiyar dibin, dest dirêjê  zarokan dikin, ji bo rant û berjewendiyan zarokan tên revandin û kuştin. Narîn a demeke dirêje termê wê li Amedê nehat dîtin çima hat qetilkirin, malbat çima demeke dirêj hate parastin û li pişt perdeyê çi qewimî, ev pirs, pirsên ku hê jî hewceyî bersivê ne. Em ê hesabê vê qetlîama ku di navbeyna malbat-dewlet-kontrayê de hatiye nixumandin bipirsin. li Stenbolê di bin navê çeteya Yenîdogan de bûn sedema mirina bi dehan zarokan, di çala ku mirovahî tê de bi dawî dibe de radiwestin. Kuştina Şirin, Sila û Narînan mînakên çanda şîdetê ne ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin û sînoran nas nake. Ji bo me jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin şîara "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike" girîng e. Em zarokan teslîmî rant û zîhniyeta we ya qirêj nakin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dengekî xurtir biqîrin ku em ê ji bo zarokan pêşerojeke azad ava bikin.    25'ê Mijdarê roja tifaqê ye   25'ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî şîdetê ye; di heman deme de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e. Bi hezaran sal in ku em bêdeng namînin, îro jî em bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe, bi cudahî û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê gur bikin.   Di 25’ê Mijdarê de wê agirê dilê me bi ruhê Jin Jiyan Azadî geş bibe û serhildana me biherike kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hevra  meşaleya azadiyê pêxin û em azad bibin."