Li dijî xespkirinê bertek: Dem dema şandina qeyûman e 2024-11-09 09:02:43     Elfazî Toral   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî ku bertek nîşanê qeyûman dan gotin: “Îro bi siyaseta qeyûm dixwazin mafên me ji destê me bigirin. Sibê wê azadiya me jî ji destê me bigirin. Ji ber vê jî divê em gel xwedî li îrade û azadiya xwe derkevin. Roj roja şandina kesên ku qeyûm tayîn kirinê ye. Em banga têkoşînê li hemû gelan dikin.”   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê didomin. Hem li Tiriyeyê hem li Kurdistanê çalakiyên protestoyî pêk tên. Welatî li dijî xespkirina îradeyê bi bertekin. Nûnerên partiyên siyasî li dijî tayînikrina qeyûman ji ajansa me re axivîn.   Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu da zanîn ku di van rojên dîrokî de AKP-MHP’ê êrişên li dijî kurdan zêde kiriye û yek ji van rojên dîrokî 4’ê mijdara 2016’an  salvgera Doza Kumpasê ya Kobanê bû. Çîçek Otlu wiha vegot: “4’ê Mijdara 2016’an de hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksedag û Selahattîn Demîrtaş, gelek parlamenterên me û endamên MYK’ê hatin binçavkirin. Heman dîrokê de îro qeyûm tayînê şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelefetiyê kirin. Îradeya gel hat xespkirin. Ev êrîş li dijî destkeftiyên jinane. Li dijî çand û zimane.”   ‘Li Wanê gel gotina xwe gotibû’   Çîçek Otlu bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi siyaseta qeyûm û şer îradeya gel tê xespkirin û wiha domand: “Desthilatdarî bi van polîtîkayan nikare jiyanek wekhev û azad ava bikin. Di hilbijartinên 31’ê ADarê de gel berxwedanek meizn nîşan da. Gotina xwe gotin. Hewcedarî heye niha li dijî qeyûman heman berxwedan bê dayîn. Me gotibû em ê bajarên xwe bi rêve bibin.Divê jin, Kurd, Tirk, Ereb bi hev re dakevin kolanan û têkoşînê mezin bikin.”   ‘Dewlet hewl dide gel biçewisîne’   Resîme Karabaş jî daxuyakirin ku AKP-MHP bi polîtîkayên hewl didin gel biçewisîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca van êrîşan tunekirina gelê Kurd e. Gelê Kurd dengên xwe didin îradeya xwe. Tayîp vê qebûl nake. Bi zor û zextan şaredariyan xesp dikin. Qeyêman tayîn dikin. divê em li dijî vê bêdeng nemînin û tenê temaşe nekin.”    ‘Dem dema şandina qeyûmane’   Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Denîz Aktaş jî  destnîşan kir ku desthilatdariyê carek din bi êrîşa qeyûm ne tenê gelê Kurd, karker, kedkar û hemû bindest hedef girtiye û wiha dawî lê anî: “Ev êrîş heman demê de li hember hemû kedkar û karkerane. Li hember têkoşîn awan êrîşek mijara gotinê ye. AKP bi şovenîzma xwe re gel jehrî dike. Roj roja berxwedanê ye. Ez bang li hemû kesî dikim ku dakevin kolanan û  qeyûman bişînin.”