Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin

  • 14:29 27 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna komîsyonê ya 4’ê Kanûnê û xwest girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi raya giştî re bên parvekirin. 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Di serî de bal kişand ser Pêşniyarqanûna Têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya 2026’an û got polîtîkayên li Tirkiyeyê rê li ber zêdebûna tundiya ser jinê û necezakirinê vedike. 
  
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got u Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye, hevdîtina hatiye kirin dê pêvajoyê pêş bixe û xwest girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bên parvekirin. Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê komîsyon rapora xwe demildest temam bike, lijneya giştî jî têkildarî cîbicîkirina verastkirinên hiqûqî lez bide xebatên xwe û got: “Kitekitên hevdîtinê dê di civîna 4’ê Mijdarê de bi komîsyonê re bên parvekirin. Em dixwazin ev girtek bi raya giştî re bên parvekirin. Hewceye di vê şefafiyê de tawîz neyê dayin.” 
 
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara CHP’ê ya cihnegirtina di şandeya çûye serdana Îmraliyê de û got: “Ji bo pêşeroja 86 milyon welatiyan, diviyabû her kesî tev li hevdîtinê komîsyonê bûbûya. Mixabin biryara CHP’ê, di meseleya Kurd de nîşaneya bêsiyasetiya wê ye. Hevdîtina hatiye kirin girîng bû û divê ev gava rêya Îmraliyê bi awayekî fermî vekirî bidome. Divê derfetên hevdîtina bi birêz Ocalan re bên pêşxistin. Ji bo pêşeroja pêvajoyê ev girîng e. Ji nûnerên derdorên cuda yên siyasî heta parastvanên mafan, rojnameger, akademîsyen û hwd. her kes bikare hevdîtinê bike û derfetên vê bên avakirin.” 
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê tu kes li pey hesabên hilbijartinê nekeve û helwestekî nû were pêşxistin. Ayşegul Doganê got ku hewcehî bi micidbûn û gavên bicisaret heye û divê muxalefet nekeve nava helwesta bisekine û bibîne. 
 
Herî dawî jî Ayşegul Dogan xwest biryara DMME’yê were cîbicîkirin û hemû girtiyên ji Doza Kobanê bên berdan.