Meclîsa Jinan a DBP'ê: Em gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê

  • 13:17 30 Îlon 2024
  • Ramyarî
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî geşedanên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin Abdullah Ocalan xwe negihîne civakê û ji bo mitînga li Amedê ya li dijî tecrîdê banga beşdariyê li gel kir.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li Buroya Şêwrê ya DBP'ê ya li Amedê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanan nirxand. 
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Li ser navê Meclisa Jinan a DBP'ê em we hemûyan bi rêzdarî silav dikin. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Endama Desteya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a ku 2 sal berê di 4’ê Cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Nagîhan bi salan di têkoşîna azadiya Gelê Kurd de ji bo heqîqet û azadiyê têkoşînek bênavber meşand. Wê ji bo eşkerekirina dîroka zanîna nezelal a jinên Rojhilata Navîn xebitî. Em li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ê dest ji têkoşîna ti hevalên xwe yên jin ên hatine qetilkirin bernedin. 
 
Li hemberî jinan êriş didomin
 
Pergala serdest a zayendperest, neteweperest, olperest êrişên xwe yên li ser jinan li hemû cîhanê didomîne hêj didomîne. Di heman dê me de ev hişmendî li Afganîstanê dixwaze dengê jinan qut bike, li Silêmaniyê rojnamegerên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn qetil dike, li Îranê jî rojnameger û parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî bi cezayê darvekirinê didarizîne. Li dijî hemû polîtîkayên qirkirina jinê, ji Rojhilat heta Hîndîstan, ji Afganîstan heta hemû Ewropayê serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' li her çar aliyê cîhanê olan dide. 
 
Li şûna dîtina Narînê…
 
Felsefeya me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê ji bo jinan di heman demê de jji bo ku zarok jî jiyanek azad û ewledar bijîn mifteya bingehîn e. Lê em nikarin sûcên li hemberî zarokan, ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta serdest a mêr cuda bifikirin. Jiyana zarokan îro ne dî nav ewlehî de ye. Binêrin, qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî, kiryarên qirêj ên derdorên tarî eşkere kir. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û saziyên têqildar ên ku ji bo lêkolînkirina cînayetê li herêmê bûn, wekî ku xwestin li şûna dîtina Narînê, delîlan biveşêrin. 
 
Em ê têkoşînê bidomînin
 
Di dema qetilkirinê de rêxistinbûyîna malbatê, têkiliya wan a bi Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglu yê ku gotibû 'Malbat dostê me ye, tiştên ku hûn nizanin hene', gule û çekên ku muxtarê gund ê apê Narîn behsa wan kiribû, kuştinên Hizbulkontra anî bîra mirovan. Bîra gelê Kurdistanê hêj zindî ye. Her çend derdorên tarî bi hev re li pey veşartina rastiyan bigerin jî, em ê ti carî destûrê nedin ku ev kuştin di tariyê de bimîne. Hişmendiya ku raya giştî bi awayekî zelal agahdar nake, hewl dide ku bûyerê bike wek bûyerek magazînî û agahiyên dosyayê hêdî hêdî derdixe holê. Heta ku hemû kes û saziyên ku di sûc de cih girtibin bên darizandin û cezakirin û edaleta rastîn pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Ji bo Narîn edaleteke rasteqîn dê ji bo hemû zarokên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin jî misoger bike. Ji bo Ceylan, Ugur, Mihemmed, Nîhat, Furkan û hemû zarokên ku navê wan niha em nikarin bibîrbînin ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, em ê têkoşîna xwe berztir bikin. 
 
Li Colemêrgê koma çeteyan 
 
Em dizanin ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin, ciwan û zarokan rizandina civakê dike hedefê. Hedefa dewletê ew e ku bi dara zorê fuhuş û bikaranîna narkotîkî bi hevkariya çete, mafya, kontra û cerdevanan belav bike. Êdî hemû raya giştî dizane ku li Colemêrgê komeke çete ya ji AKP'yiyan pêk tê, jinên ciwan neçarî narkotîk, fuhuş û întîharê dike. Di serdegirtina mala xebatkara Çapemeniya Azad Rabîa Onver a ku ev tişt eşkere kir de hat girtin û biryara lêgerînê hat dayîn. Ji ber ku bloka desthilatdar ji têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ditirse, ji jinên kurd ditirse. 
 
Ji ber vê yekê jî, li şûna ku vê koma çeteyan ku di nav de cerdevan, biuniforma û siyasetmedarên AKP'ê hene, bên darizandin û cezakirin, hewl didin xebatkara çapemeniya azad Rabîa Onver a rastiyan eşkere dike bêdeng bikin. Em ji vir careke din bang dikin; Hûn nikarin xebatkarên çapemeniya azad ên ku rastiyê dişopînin bêdeng bikin! Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Colemêrgê tên meşandin, em ê weke meclisa xwe ya jinan li Colemêrgê bin. 
 
Li dijî şerê taybet xebatên atolyeyan 
 
Xebatên meclisa me ya jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê dewam dikin. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê jî berdewam bikin û em ê bi jinên li Tirkiyeyê re jî li dar bixin. Heta niha, me li 15 bajarên Kurdistanê bi sê hezar û dused jinan re 73 komxebat li dar xistine. Di pêngava rêxistinî ya ku me weke DBP’ê daye destpêkirin de, em ê hemû qadên civakê bi pêşengiya jinan bi rêxistin bikin û xweparastinê xurtir bikin. Em ê avakirina civaka polîtîk a exlaqî û parastina civakê bidomînin. Hûn ê nikaribin me asteng bikin! 
 
Em ê hesabê ji kiryaran bipirsin 
 
Dewlet, li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet û li hemberî qirkirina li ser jinan bi girtina çavên xwe polîtîkayên xwe yên qirkirina jinê didomîne. Binêrin, di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest da. Daraza bi destê mêr a rejîma li dijî jinê, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê, sûcdarên mêr diparêze û bi hewldana pîrozkirina malbatê jî ji van cînayetan re hincetan çêdike. Dixwaze bi xerakirina nirxên civakê cinayetan normal bike. Li dijî qirkirina jinê ya hişmendiya serdest a mêr, em hewld jiyana azad di hemû mekanîzmayên civakê de bixin meriyetê. Pergala me ya hevserokatiyê û nêzîkatiya nûnertiya wekhev di hemû qadên jiyanê de ji bo ku jin bibin kirde xebatên xwe didomîne. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê hemû jinên hatine qetilkirin bipirsin. 
 
43 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin
 
Polîtîkaya dijminatiyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî jin, kedkar, ciwan, zarok û hemû beşên civakê, bi armanca qirkirina Gelê Kurd tê meşandin. Tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in tu agahî jê nayê girtin, bi rastî jî berdewamiya van polîtîkayên qirkirinê ye. Di ser komploya navneteweyî de 26 sal derbas bûn. Komploya navneteweyî ne tenê ji bo pêşgirtina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk hat, di heman demê de rê li ber bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn jî girt.  
 
 Pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan
 
Tezên çareseriyê yên birêz Ocalan ji bo şerên li Rojhilata Navîn bi dawî binin çarenûs e û aşyiyeke mayînde pêşkeş dike. Piştî komploya navneteweyî ne tenê li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn şer û pevçûn kûrtir bûn. Pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan ên li ser bingeha modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst ji bo bidawîkirina hemû şerên li cîhanê, çareseriyên bi bandor in. Birêz Ocalan ku parastina civakê didomîne bi tevahî tê bêdengkirin û nahêlin ku xwe bigihîne civakê. Bi vê boneyê em weke DBP’ê hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi şîara 'Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî, em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin' li dar bixin. 
 
Kurd ji aliyê MÎT’ê ve tên qetilkirin
 
Îsrara desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di polîtîkaya şer a li çar parçeyên Kurdistanê de ji pêkanînên tecrîdê cuda nayê nirxandin. Bloka desthilatdar ji aliyekî ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, ji aliyê din ve jî hewl dide ku gelê Kurd bi îlhaq û dagirkirinê li Başûrê Kurdistanê gelê kurd bi zorê bide koçkirin û heremê beyî gelê kurd bihêle. Her roj bi dehan siyasetmedar, rojnamevan û nivîskarên Kurd ji aliyê MÎT’ê ve tên qetilkirin. Berî her tiştî Wezîrê Derve yê Tirkiyê di weşana zindî de hikûmeta Herêma Kurdistanê û YNK ya rewa ya li Iraqê ji xwe re kir hedef û piştre jî Serokê Berê yê Îstixbaratê bi awayek eşkere ji bo suîkastê bang kir, nîşanê me da ku kuştina Nagihan Akarsel û rojnamevan Gulistan Tara ye û Hêro Bahadîn jî bi vê hişmendiyê re girêdayiye. Em bangên li ser kuştinê û hewldanên krîmînalîzekirina kesayetên girîng ên siyaseta Kurd ên li Iraqê qebûl nakin. Em careke din dubare dikin ku em ê di pêşengiya jinan de bi polîtîkaya xwe ya rê ya 3. aştiyeke bi rûmet pêk bînin. 
 
 Em ê parastina zimanê xwe bikin
 
Ev rejîma ku dîlanên kurdî krîmînalîze kir, hişyariyên trafîkê yên kurdî ji holê rakir û niha jî avêt ser MED-DER a ku li ser zimanê kurdî dixebite û weşanên pirzimanî Payîz Pirtûk, Koperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka û gelek mal, divê bizanibe ku; em bi zimanê zikmakî, bi govend û stranên xwe yên gelêrî li vir in. Em ê ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin. Em ê bi hebûna xwe, bi nasnameya xwe û bi keda xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bijîn, li dijî polîtîkayên we yên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Hûn ê nikaribin me ji parastina ziman û çanda xwe bihêlin. Em têkoşîna xwe ya azadiya jinê ya ku îlhamê dide têkoşîna jinan a li hemû cîhanê berfirehtir dikin. 
 
Jin, Jiyan, Azadî!"