Li Agiriyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê dubare hat vekirin

  • 09:04 29 Gulan 2024
  • Ramyarî
  
 
AGIRÎ - Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, bal kişand ser wêranî û talana AKP'ê û diyar kir ku bloke danîne sen hesabê wan. Hazal, destnîşan kir ku   Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku ji aliyê qeymeqam ve hatibû girtin, ji nû ve vekirin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku bi ser ketibû, di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê hat kirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de jî AKP’ê hilbijartinê bi dest xist, nêzî 8 sal in di bin desthilatdariya AKP’ê de bû şaredarî. Di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ferqeke mezin a dengan, li hemberî partiya duyemîn bi ser ket. 
 
Tevî ku du meh di ser hilbijartinên herêmî re derbas bûn jî, hevşaredarên DEM Partiyê yên ku hê jî nekarîn zerara AKP’ê temîr bikin, li gel wêranî û talana ku hatin afirandin, bi gelek deynan re rû bi rû man. Tê payîn ku tevahiya deynê şaredariyê di encama lêkolînên fermî de bê eşkerekirin, hesabê 7 mîlyon TL yî ku her meh ji bo şaredariyê bi rêkûpêk tê razandin, Banka Navendan bloke danî ser hesabê. Tevî hemû wêranî û deynan şaredariya Şaredariya Agiriyê ya DEM Partî xebatên xwe didomîne.
 
Têkildarî wêraniya ku AKP’ê li pey xwe hiştiye Hevşaredara Agirî Hazal Aras ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
‘Em wek komên AFAD’ê hatin’
 
Hazal, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de jî gelek caran anîne ziman ku xisareke mezin hebûye û ew weke ekîba AFAD’ê dê bên şaredariyê. Hazal, bi lêv kir ku piştî wergirtina mazbatayê dest bi kar kirine û ewil daxwaza mufetîşê ji Dadgeha Dageriyê kirine. Hazal, da zanîn ku di 22’yê gulanê de bersiva daxwaza wan hatiye dayîn û dê di serê meha tîrmehê de mufetîş bên û kontrolan bike. 
 
Hazal, diyar kir ku gel têkildarî şaredarî bi çixwasî deynê şaredarî dewr kirine agahî dixwaze û wiha got: “Ji ber ku me rastiya reqema ku di merasîma radestkirinê de ji me re hat radestkirin pir rast nedît, me daxwaza şewirmendî aborî yê sondxwarî kir. Ev şêwirmendê aboriyê ji 21’ê gulanê ve dest bi kar kiriye. Di encama van lêkolînan de em ê bi deynê ku me şaredariyê girtiye vebêjin. Bê guman, bi kontrolkirina Dadgeha Dageriyê dê bêtir encamên fermî derkeve. Piştî kontrolkirina Dadgeha Dageriyê em ê dîsa rêjeya deynan ragihînin.” 
 
Hazal, da xuyakirin ku di gelek waran de pirsgirêk hene û diyar kir ku li Agiriyê di warê xizmetguzariyê de pirsgirêkên mezin hene û wiha domand: “Hejmarek pir cidî ya girtina personel û zêdebûnê heye. Bi rastî, me nekarî bi reqemek zêde kesan ji kar derbixin. Li şaredariyê 700 personel hene û bi tenê 30 kes ji kar hatin derxistin. Li gel vê jî lêçûna personelê ji sedî 40’ê dahata şaredariyê derbas dibe. Em ê li gorî encamên muhasebatên fermî nexşerêyek diyar bikin. Nêzî 280 hezar deynê şaredariyê heye. Di şert û mercên normal de lêçûnên personelê divê ji sedî 40’ê dahata şaredariyê derbas nabe.”
 
Bloke danîn ser hesabê şaredariyê
 
Hazal, destnîşan kir ku di şert û mercên asayî de tu hesabên ku di berjewendiya gel de ye nayê astengkirin û wiha dom kir: “Hesaba me ya heyî bloke danîn ser, her çend biryara ‘berjewendiya gel’ li ser hebe jî. Li ser vê yekê me daxuyaniyeke çapemeniyê da û nerazîbûn nîşan da. Me daxwaza rakirina blokeyê kir. Me heta niha tu encam bi dest nexistiye, lê em hêvîdar in ku em encam bigirin.”
 
‘Em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man’
 
Hazal, anî ziman ku li Agiriyê tu xizmet nehatiye kirin û di xebatên hilbijartinê de jî ji nêz ve şahidiya vê yekê kirine û şaredariyek ji gel hatiye qutkirin. Hazal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Madem ew şaredariyeke ku ji gel qut bûye, daxwazên gel çi ne û kêmasî çi ne? Ji ber ku bersivên pirsan li ser bingehek rast nehatine diyarkirin, em jî ji binesaziyê heta avahîsaziyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Dema em gihîştin bi pirsgirêka avê re rû bi rû man. Av gelek qirêj diherike. Dema ku me sedema vê yekê ji yekîneya avê pirsî; me agahî girt ku di santrala paqijkirinê de cureyekî qûmê tê bikaranîn, ev qûm wek parzûnê dixebitî, beriya hilbijartinê ev qûm qut bû, ji rayedaran re ragihandin, lê rayedaran guh neda vê yekê û taloqê piştî hilbijartinê kirine. Ji ber vê yekê, ji bo dema hatina me, ji bo ku ew qûm bikeve îhaleyê û were me pirsgirêkek cidî jiya. Yanî em di pêvajoyeke ku ne ji aliyê me ve bû, lê em rastî encamên wê hatin. Pirsgirêkên bi vî rengî gelek bûn. Pirsgirêkên binesaziyê, kanal û rêyan, qada kesk û parka jin û zarokan, pirsgirêkên ciwanan hene, lewma gelek pirsgirêk hene.”
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ji nû ve vebû
 
Hazal, da xuyakirin ku di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de bi pêşengiya Sirri Sakik û Mûkaddes Kubîlay Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hatibû avakirin û destnîşan kir ku ev midûriyet ji aliyê qeyûmê ve di sala 2016’an de hatiye girtin. Hazal, anî ziman ku piştî dest bi kat kirin, di civîna meclîsa şaredariyê de biryara vekirina Midûriyeta Polîtîkayên Jinê dane û ev tiştan got: “Di çarçoveya vê midûriyetê de dê pirsgirêkên jinan bên tesbîtkirin û ji aliyê xebatkarên jin ve çareserî bên pêşxistin. Bi taybetî xebatên jinan dê li ser vê mijarê bên kirin. Qonaxa yekem avakirina rêveberiya polîtîkayên jinan bû û me vê yekê pêk anî. Piştre wê bi lêkolînên qadan û civînên jinan pirsgirêk û çareserî werin nîqaşkirin.”
 
‘Em ê di nava 5 salan de projeyên xwe pêk bînin’
 
Hazal, da zanîn ku ew rêveberiyeke nû ne û gelek pirsgirêkên pergalê hene û wiha axivî: “Beriya her tiştî em bi sêwirana navxweyî û dîsîplîna navxweyî ya şaredariyê ve mijûl bûn û di hin xalan de me kir rêz. Jixwe şert û mercên avhewayê yên Agiriyê li pêşiya xebatên cidî yên beriya meha hezîranê dibin asteng. Me hewldan û îhaleyên pêwîst kir. Niha gihîştine qonaxekê. Dibe ku heta dawiya meha hezîranê em ê bi hewldanên xwe Agiriyê bikin înşaet û li taxan xebatên cidî bimeşînin. Em nikarin desteserkirina çavkaniyên xwe bikin hincet ku em nikarin xizmetê bikin. Em nikarin bibin xwedî zimanekî wiha yê neçareseriyê û ne jî ruh û nêzîkatiya çareseriyê, em nikarin rewa bikin. Ji ber vê yekê divê em derfetên xwe seferber bikin. Di vê mijarê de eleqeyeke cidî ya gel heye. Mînak dema ku me li ser mijarên wekî fatûreyên avê û baca malwerî bangek piçûk jî ji raya giştî re kir, li şaredariyê rêzên dayîna pereyan dest pê kir. Di vê demê de em ê rihê hevgirtinê çalak bikin û projeyên xwe gav bi gav bi cih bînin. Ez bawer nakim ku di vê nuqteyê de tu astengî çêbibe. Di sala yekem de divê em li taxan ji bo jin û zarokan hin qadên jiyanê ava bikin. Tevî ku Agirî bajarekî mezin e, dîsa jî parka zarokên astengdar tuneye. Di nav van de armanca me ya sala ewil ev e ku em park û qadên jiyanê çêbikin. Piştre em ê projeyên xwe pêk bînin, ji navendeke piştevaniya jinan bigire heta tenduristiya dev û diranên zarokan, heta lêkolînên li ser penceşêra pêsîrê li jinan. Em ê di heyama pênc salan de projeyên xwe yên heyî pêk bînin.”
 
Banga hevgirtina di navbera şaredariyan de
 
Hazal, di dawiya axaftina xwe de got ku DEM Partî li Kurdistanê bi deynekî mezin şaredariyan dewr girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em weke şaredariyên DEM Partiyê karibin rihê hevgirtinê pêk bînin. Şaredariyên me hene ku rewşa wan pir cidî ye û şaredariyên me yên qismî baştir hene. Ji ber vê yekê ez pêşî banga hevkarî û hevgirtina şaredariyan dikim. Dixwazim ji Agiriyê re vê bêjim; em ê tu carî zimanekî ne çareseriyê û rihê xitimandinê neyên girtin. Em ê pirsgirêkên xwe gav bi gav, bi hevdîtina bi gel re, bi derfetên xwe yên heyî çareser bikin. Em ê nehêlin ku ev bawerî ji holê rabibe.”