Gulistan Kiliç Koçyîgît: Doza Kobanê kompasa li dijî Tirkiyeyê ye

  • 15:42 20 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît geşedanên dawî nirxand û got: " Di esasê xwe de ev doza kompasê, kompaseke li dijî siyaseta demokratîk e. AKP’ê nekarî serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê ragire û bi wê boneyê ev doz hate vekirin. Her wiha xwestin tola DAIŞ’ê hilînin."
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên dawî yên di rojevê de nirxand. 
Axaftina Gulistanê wiha ye: 
 
"Di Doza Kobanê de cezayên giran li siyasetmedaran hatine birîn. Di Doza Kompasê ya Kobanê de zêdetirî 400 sal cezayê hefsê li hevalên me hate birîn. Tevahiya raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dît ku tu hinceteke hiqûqî yê vê doza kompasê nîne. Di esasê xwe de ev doza kompasê, kompaseke li dijî siyaseta demokratîk e. AKP’ê nekarî serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê ragire û bi wê boneyê ev doz hate vekirin. Her wiha xwestin tola DAIŞ’ê hilînin. Heke DAIŞ’ê bikariya Kobanê dagir bike, dê ev doza kompasê nehata vekirin.
 
Di dema dozê de siyasetmedarên dihatin darizandin her tim hedef hatine nîşandan. Bi taybet jî li ser mirina Yasîn Boru hevalên me hedef hatin nîşandan. Lê di cezayên hatine dayîn de xuya bû ku hevalên me ji mirina 52 kesan berpirsyar nînin. Ji tevan beraet kirin. Ji tevahiya sûcên pê dihatin tawanbarkirin beraet kirin. Anku doza kompasê bi destê dadgehê têk çû. Hevalên me ji ber axaftinên xwe, ji ber çalakî û meşan hatin cezakirin. 
 
Mixabin di demeke ku Tirkiye xwe hinek komî serhev bike de tifaqa AKP-MHP’ê dîsa berê xwe da zext û zilmê. Mînaka vê jî Doza Kobanê ye. Di roja danişîna biryarê de tiştên balkêş qewimîn. Bi taybet hem wezîrê karên hundir hem jî Mûrat Uçum di parvekirinên xwe de nîşan dan bê ka plana dozê li ku hatiye kirin. Daraza jê re dibêjin daraza netewî, veguheriye hêrandina kurdan, sosyalîstan, şoreşger, demokrat û femînîstan. 
 
Li ser Doza Kompasê ya Kobanê dixwazin dîsa kompasê li dijî muxalefetê bikin. Dixwazin dîsa ruhê Yenîkapiyê biafirînin. Divê her kes baş li geşedanên di dema vê dozê de qewimîn binêre û her kes li dijî vê xefika îktîdarê hişyar be.  
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de nexşeyek derket holê. Gelek deverên Tirkiyeyê bi rengê morê xemilîn û di vê serkeftinê de keda partiya me zêde ye. Lê şaredariyên me standin di nava çiravê de ne. Qeyûman şaredarî xistine rewşekî wisa ku hema hema em nikarin qet xizmetê bikin. Ji bo deynên qeyûman ji holê bên rakirin, me îro pêşniyarqanûnek da meclisê. Me xwest kesên di vê serdemê de pereyê gel xwarin bên tespîtkirin û ji wan were standin. Banga me li tevahiya raya giştî ew e ku di mijara deynên qeyûman de bihestiyar tevbigerin.”