Hevşaredar Hazal Aras: Gel xwedî li vîna xwe derket

  • 10:20 6 Nîsan 2024
  • Ramyarî
Rojda Aydin  
 
AGIRÎ -  Hevseroka Şaredariya Agiriyê Hazal Aras ku di nav civakê de wek “Xezala Agiriyê” tê binavkirin li Agirê bi ser ket. Hazal, diyar kir ku gelê Agiriyê bersivek xurt da desthilatdariya ku vîna gel desteserdike. 
 
Di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî ku pêk hatin de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Kurdistanê xebatên xwe meşand û serkeftinek mezin bi dest xist. DEM Partî ku li Agiriyê bi dest xist, wek hevşaredarên Şaredariya Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş bi sedî 51,07 dengan ve hat hilbijartin. Hazal a ku di nava civakê de weke “Xezala Agiriyê” tê binavkirin, sê mehên xebatên hilbijartinê de xwe gihand gelek kesan. Di mitîng û pîrozbahiyê de gelê Agiriyê peyama “Em xwedî li Xezala xwe dertên” ku da, bi hilbijartinê de jî vê yekê weke şênber da nîşanda. Li aliyê dinê ve 4 hezar û 168 leşker û polîs ji derve hatin Agiriyê. 204 leşker û polîs leşker û polîs birin navçeya Avkevirê jî. DEM Partiyê bi 8 hezar û 600 dengan ferqek mezin ket pêşiya partiyên dinê.  
 
Hazal Aras ku niha wek hevşaredar hat hilbijartin, derbarê pêvajoya hilbijartinê û serkeftina gelê Agiriyê de axivî.  
 
Sê mehan bê navber xebitîn
 
Hazal, anî ziman ku nêzî sê mehan ew li qadê xebatên xwe yên hilbijartinê meşandine û got ku mal û esnafên ku neçûne nîne. Hazal, bi lêv kir ku bi jin, ciwan, mêr û esnafan re cûda cûda hevdîtinan pêk anîne û diyar kir ku hevdîtinên wan gelek baş derbas bûne. Hazal, da xuyakirin ku gelek welatiyan ji wan re gotiye “Qet xebatê nemeşînin hûn di vê hilbijartinê de bi ser ketin” û got ku ew heta dawiyê jî xebatek bênavber meşandine. Hazal, got ew bi taybetî bi jinan re gelek hatine li cem hevdû.
 
‘Gel bersivek mezin da’
 
Hazal, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser leşker û polîsên ku ji derve anîne Agiriyê û wiha axivî: “Navenda partiya me di encama xebata ku kirin de diyar bû ku bi hezaran leşker û polîsan ji derve bînin vê derê. Me jî di her xebat û hevdîtinên xwe de vê yekê anî ziman. Hem gelê Agiriyê û hem jî em vê yekê zanibûn ku dê hezaran leşker û polîs bên. Beriya du rojên hilbijartinê li navenda bajêr, kafe, restoran û kolanan ku me bi hezaran leşker û polîs dît dîsa jî me matmayî hîşt. Em vê rastiyê zanibûn, lê dema ku me wan dît hêstek cuda bû. Elbet di gel de jî hêstek cuda çêbû. Beriya du rojan ev strest dest pê kir. Ev leşker û polîs bi taybetî du taxên me hatibûn bi cih kirin. Taxên Leylek Pinar û Firatê hatibûn bi cih kirin. Ji ber ku li wan herdu taxan jî hejmara nifûsê gelek zêde bûbû. Roja hilbijartinê dema ku em çûn dibistanên van taxan ne dibistaneke ku mirov dengê xwe bikar bîne bû, wek dîmenê qereqolê bû. Li dijî wan me nerazîbûnên xwe anîn ziman û me wan re got ‘hûn ji ku hatine.’ Di hêla hiqûqî de mirov nikare tu tiştekê bike. Ji ber ku me ji lijneya hilbijartinên navçeyê re serlêdan kir li dijî vê yekê, lê belê hat redkirin. Wek hincet ji me re gotin ji ber ‘hêza operasyonê’ li vê derê ne. Lê belê li ber çavên me ew leşker ketibûn rêzê û deng bikar anîn. Li dijî vê yekê me bertek nîşanda û me got ku ‘ev tişta tê kirin zilme û xespkirina vîna gel e.’ Ji ber meha remezanê ye jî serê sibehê bikaranîna dengan gelek kêm bû. Gelek kesan dengê xwe piştî nîvro bikar anî bû. Heta saetên nîvro ev rewş di nava gel de belav bû. Li dijî vê yekê gel jî bersivekê xurt da. Bersiva ‘tu nikarî vîna min xesp bikî’ di sindoqan de dan.”
 
‘Me bi 8 hezar 600 dengî ve ferq avêt ji AKP’ê re’
 
Hazal, destnîşan kir ku li Agiriyê bêhtir bingeheke dengdêrên polîtîk heye. Hazal, da xuyakirin ku Agirî ji Giyadîn û Bazîdê cudatir e û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê jî li gor rihê demê girseyeke ku dikare bersivê bide heye. Namzetên xwe guherandin. Ji bo wan di vê hilbijartinê de Agiriyê bi dest xistin gelek girîng bû. Ji bo desthilatdariyê hin cihan bi dest xistin ji bo wan gelek girîng bû. Stenbol ji bo wan gelek girîng bû. Agirî jî ji bo wan gelek zêde girîng bû. Ew vê derê wek cihek devê kêrê bû didîtin. Li Amed û Wanê vê yekê nekarîbûn bikin, lê li Agiriyê ji xwe re wek îhtîmal didîtin ku dê bi ser kevin. Lê belê rastiyek bi vê rengî piştgûh kirin; gelê Agiriyê ji ber polîtîqayên giştî di navbera xwe û AKP’ê re navber hiştîbû. Di heman demê de ji ber bê xizmetiya şaredariya AKP’ê jî mesafe kiribû navbera xwe. Bi vê yekê re dema ev neheqiya leşkerên ku ji derve anîbûn hat ser gelê Agiriyê bersivek hişk da. Ger ku wê rojê ew teşhîr nebûya jî em ê hilbijartinê de bi ser ketana. Ligel ew qas leşkerên ku anîbûn jî ji xwe me Agiriyê hilbijartinê digirt. Ev ji xwe diyar bû. Anketên hatin kirin jî vê yekê da nîşan da. Lê belê dema gel van leşkaran dît, ferqekî mezin kir navberê. Me bi 8 hezar 600 dengî ve ferq avêt ji AKP’ê.”
 
‘AKP 19 sal û û nîve tu tişt nekiriye’
 
Hazal, da zanîn ku dema ew serdema 2 sal û nîv a Sirri Sakik û Mûkaddes Kûbîlay ji navberê derxin, heyama 19 sal û nîv a desthilatdariya AKP’ê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Agiriyê tu xebatek şaredariyê nehatiye meşandin. Rêyên Agiriyê tunene. Li gelek taxan binesazî tuneye. Li hin taxan pirsgirêka avê heye. Gelek tax veguheriye cihên sergoyê. Di xebatên kampanyaya xwe de me digot şaredariya çop, kortik û herî. Ji ber van pirsgirêkan gel gelek aciz bûbû. Gel bertek nîşanê vê yekê da. Gel bertek nîşanî vê yekê da ku her ku diçe ji bajarekî jiyanê dûr dikeve. Dema me xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşand me got Agirî cihekê afadê ye û em jî wek komên afadê tên. Rewşa bajêr dilê mirovan dişewitîne. Qadên jiyanê û çandê tuneye. Saziyên çandê yên dema me hatin vekirin ji aliyê qeyûman ve hat girtin. Li Agiriyê tu tiştekê nema.”
 
‘Gel got êdî bes e’
 
Hazal, destnîşanî bajarên Kurdistanê kir ku AKP’ê winda kiriye û ev tiştan anî ziman: “Sedema ku AKP’ê li Kurdistanê winda dike, zilma ku bi her awayî li gel dike ye. Di AKP’ê de rêveberiyeke bi nêzîkatiya totalîter heye. Ji ber vê yekê gel hem ji ber zextên derûnî yên li ser wan û hem jî ji ber pirsgirêkên aborî, xizanî û bêkarî gelek eciz bûbûn. Ger bersivê da vê yekê. Gel got êdî bes e.”
 
‘Em ê ewilî plansaziyên lez amade bikin’
 
Hazal, bi lêv kir ku dema ew derbasî şaredariyê bibin dê ewilî daxwaza wan a serperiştiyê (mufettîş) hebe û wiha dom kir: “Ji ber ku hat îdîakirin ku gelek deynên şaredariyê heye. Divê ev bên diyarkirin. Piştî ku serperişt bê şaredariyê şûnde em ê vê yekê bi gel re parve bikin. Divê em ji gelê xwe re îlan bikin ku me şaredariyê çawa girtine. Pêşiya me havîne. Em ê ewilî plansaziya çalakiya lez amade bikin. Dê ev plansazî yên sê meh, 6 meh, salek, sê sal û 5 salan bin. Ji xwe pirsgirêkan di vê sê mehan de me tespît kir. Em ê ewilî pêdiviyên lez dest bi xebatan bikin û yek bi yek xebatên xwe pêk bînin.”
 
‘Berpirsyariya me giran e’
 
Hazal, dawiya axaftina xwe de got hemû beşên civakê yên li Agiriyê, li gorî nêrîna xwe ya siyasî ji AKP’ê re gotine “na” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel li dijî neheqiyê got na. Reflekseke demokratîk nîşandan. Gelê me nîşandana refleksên demokratîk ji bîr kiribûn. Ji ber ev refleksan di me de hêvî çêbû. Ji ber vê yekê ez spasiya gelê Agiriyê dikim. Heta kesên AKP’yî jî berê xwe dan me. Hat îdîakirin ku kesên MHP’yî ku nîşaneya bozkûrtê dikirin, dengên xwe dan DEM Partiyê. Hilbijartinek gelek ecêp bû ji bo me. Ev yek jî da nîşandan ku baweriyekê ji bo me heye. Baweriya wan DEM’ê hebûye û gel li dijî DEM’ê hêviyekê çêkir. Em jî hêvî dikin wê baweriyê vala dernexin. Em ê peywira xwe bi cih bînin. Berpirsyariya me giran e.”