Li Dêrsimê bi gel re hevdîtin hat lidarxistin

  • 20:30 25 Adar 2024
  • Ramyarî
DÊRSIM - Li Dêrsimê bi gel re hevdîtin hat lidarxistin.  Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku beşdarî hevdîtina bi gel re a DEM Partiyê bû, diyar kir ku ew li pişt daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2013'an de hat xwendin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û gelek endamên partiyê tevlî hevdîtina bi gel re ku li navçe û bajarokên Dêrsimê pêk hat bûn. Di hevdîtinên li Pertag, Mazgêrt û Pêrî yên Dêrsim, eleqeyeke zêde ya gel hebû. Welatiyan Çîgdemê û heyeta pê re bi def û zirneyê pêşwazî kirin.
 
Di hevdîtinan de welatiyan bal kişand ser texrîbata ku ji aliyê qeyûman ve pêk hatiye û namzedên hevşaredariyê jî tekez kirin ku ew ê zirarên ku ji aliyê rejîma qeyûman ve hatine kirin ji holê rakirin. Li aliyê din Çîgdemê jî bal kişand ser girîngiya serketina hilbijartinê û destkeftiyên jinan, êrişên li dijî rêveberiyên herêmî û nasnameya Dêrsimê.
 
Çîgdemê diyar kir ku ji hilbijartinan re demeke kurt maye û banga parastina sindoqan li her kesî kir û her kes vexwend nava xebatan.
 
Çîgdemê di hevdîtinan de ev peyam dan: "Rêjîma qeyûm bi xwe jî got 'Alîkariya rêxistinê dikin'. Lê serê wan di ber wan de çûn. Ji ber ku tiştekî wisa tune bû. Ji ber ku me deriyên van şaredariyan ji her kesî re vekir, ji ber ku me li dijî neteweperestiyê jiyaneke hevpar ava kir, ji ber ku me bi hev re pirsgirêk çareser kirin, ji ber ku em neketin nav rantê û talanê qeyûm tayîn kirin. Ji bo ku em li ser vê axê her tiştê ku aîdê me ye bi rê ve bibin, pêdivî bi ked û xebatan heye. Di vî warî de, gumana min tune ku dê keda me miheqe bi ser bikeve. Em van hilbijartinan tenê wekî destkeftiyên şaredariyan nabînin. Dema ku AKP operasyon nû dike û zindanên nû ava dike, wekî mizgîniyê dide. Operasyonên xwe yên li derveyî sînor wekî mizgîniyê dide der. Wê li gelek deverên Iraq, Îran û Sûriyeyê dest bi komkujiyeke nû li ser kurdan bikin. Ji ber vê yekê serketina me ne tenê ji bo Mazgirtê, li hemberî qetlîamên kurdan ên vê desthilatdariyê jî wê bibe serkeftineke ku rê li ber komkujiyên vê desthilatê bigire.
 
Li cihê ku mirov li hemberî hev ew qas bêtehamul bin û nijadperestî û neteweperestî ev qasî zêde be, em nikarin van li derî ji pirsgirêka kurd û nêzîkatiya dewleta tirk li pirsgirêka kurd binirxînin. Ji bo ku ev destkeftî bi rastî pêk werin, divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Ji ber vê sedemê birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku 25 sal in di bin tecrîdê de ye, got ku ew ê karibe di nava hefteyekê de vî şerî bide sekinandin. Deklerasyona ku di sala 2013’an de şandibû hê jî di bîra me de ye. Em li pişt vê deklarasyonê ne. Dinyayeke ku şer lê nebe, hêstirên çavan lê nebe, cihêkarî lê nebe û her kes bi ziman û baweriya xwe bijî, Kurdistan û Tirkiyeyeke bi vî rengî pêkan e.”