‘Em hêza xwe ji darên hatine birîn digirin’

  • 09:03 13 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Fatma Gulan Onkol ya hat koçberirin û ji nû ve hat ser axa xwe, bû namzeta hevşaredariya Sûrê. Gulanê balkişand ser gotinên dayikeke ‘wan dara min birîn lê koka dara min hîna li wir e’ û da zanînku ew jî ji wan kokan hêzê digirin û li Sûrê hebûna xwe dixwazin.
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û namzetên partiyên siyasî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Li Amed û navçeyên wê jî xebat bê navber tên meşandin. Namzeta hevşaredariyê ya Sûra Amedê Fatma Gulan Onkol der barê xebatan de û daxwazên gel de axivî.
 
Gulan li Licê ya Amedê tê dinê û piştî gundê wan tê şewitandin bi malbatê re koçî Edenê dikin.  Malbata Gulanê di salên 2000’î de vedigere Amedê.  Gulan li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyasetê dixwîne û piştre vedigere Amedê. Di gelek rêxistinên civaka sivîl de dixebite.
 
‘Min şahidiya tiştên hatin jiyîn kir’
 
Gulanê got di hawirek polîtîk de mezin bûye û wiha domand: “Min şahidiya bûyerên 2004-2005’an kir. Zarokatiya min bi şahidiya wan bûyeran, bi temaşekirina bernameyên televîzyonê û xwendinê derbas bû.Malbata min welatparêz bû. Malbatek polîtîk bû. Ez jî wisa mezin bûm. Min beşa zanista siyaetê xwend. Ev tercîhek bi zanebûn bû.”
 
‘Min zanîngeh qedand hatim Amedê’
 
Gulanê axaftina xwe wiha berdeam kir: “Piştî zanîngehê hatim Amedê. Di rêxistinên maf û civaka sivîl de xebitîm. Min di qada jin, zarok, koçberî û ekolojiyê de xebat meşand. Hîna dixebitim. 4-5 sale li herêma Sûrê dixebitim. Di 2015’an de li Sûrê hilweşînek mezin hat jiyîn. Gelek malbat ji cihên xwe bûn. Qadên jiyana li Sûrê hişê civakê bû.”
 
‘Em bi kokan digirin û hîna li Sûrê ne’
 
Gulanê wiha dewam kir: “Pêvajoya li Sûrê bi armanca talankirina hiş û koçberkirinê bû. Li Sûrê hişbir, dizî fuhuş û avakirina hêzên paramîlîter mijara gotinê ye. Li aliyê din jî texrîbkirina dîroka Sûrê mijara gotinê ye. Mirov wek berê xwe aydê wir hîs nakin. Dayikekê wiha digot ‘Mala min li wir hebû, di baxçe de dara gûzê hebû. Dara min birîn lê koka wê hîna li wir e.’ Em jî dibêjin em  ji kokan hêzê digirin û xwe heyî dikin.”
 
‘Keda jinê tê redkirin’
 
Gulanê destnîşan kir ku pirgirêka herî mezin a li Sûrê newekheviya zayenda civakî ye û got jin li Sûrê bi ruyê herî êş yê xizaniyê re tên rû hev. Gulanê balkişand ser keda jinê ya nayê dîtinê û wiha vegot: “Keda jinê ya malê her tim tê redkirin. Xebatên me divê di esasa jinê de bên meşandin. Divê em xwe bigihînin her jinî.”
 
Gulanê wiha dawî lê anî: “Ji ber hilbijartinan xebatên me bê navber dimeşin. Xebat xweş derbas dibin.Em diçin gundan. Bi coş û lekecan me pêşwazî dikin. Gel dibêje ‘partiya me, ya me ye, em ê bidin xwe’. Di vê nokteyê de bendewariya wan heye. Em jî heta ji destê me tê xwe digihînin her kesî.”