Li Artemêtê buroya hilbijartinê hat vekirin
- 17:54 10 Adar 2024
- Ramyarî
WAN - Li navçeya navendî ya Artemît a Wanê DEM partiyê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de namzetan diyar kirin ku wê 31’ê Adarê de dawî li rêveberiya qeyûm bînin û ji nûve mazbatayê teslîmê gel bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de li Artemît a Wanê buroya hilbijartinê vekirin. Namzetê hevşaredariya bajarê mezin a WAnê Abdullah Zeydan, namzetên hevşaredariya Artemîtê Cemîl Komî û Rabîa Başak Koç, endamên meclîsa dayikên aştiyê û TJA’yê û gelek kes tevli bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û da zanîn ku 31’ê Adarê wê dawiya qeyûman bin û got her tim ji bo aştiyê wê têbikoşin.
‘Dema gelê me ye’
Nameta Artemîtê Rabîa Başak Koç jî daxuyakirin ku wê ev du deme qeyûm tên dayînkirin û got bêjin DEM dema jin û ciwanan e û biçin ser sindoqan.
Abdullah Zeytan jî axaftinek kir û daxuyakirin ku wê di 31’ê Adarê de mazbatayên xwe şûnde bigirin û bi şev û roj ji gel re xizmetê bikin.
Bur bi coşek mezin bi dirûşmeyan hat vekirin û gel govend gerandin.