Ji Ayşe Gokkan ji bo namzetên nû pêşniyar

  • 09:02 3 Sibat 2024
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Ayşe Gokkan a li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, beriya hilbijartinan di mijara tifaqên sexte de hişyarî kir û ji bo namzetên DEM Partiyê jî got: “Li gorî paradîgmayan, li gorî biryarên hevpar bêyî ku ji van dur bikevin tevbigerin. Xwedî li rewabûna mirovahî, wijdanî û ahlaqî derkevin. Bedel çi dibe bila bibe. Bila nekevin pozîsyonên burokratîk. Ev ji bêîtîbariyê wêdetir tiştekî nade qezenckirin.”
 
Ayşe Gokkan ku dema hevşaredara Nisêbînê bû  ji ber xebatên xwe mînak hat nîşandan û niha li girtîgeha Jinan a Sîncanê ye der barê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê  de axivî.
 
Ayşe ku di demên HEP û DEP’ê de li Rihayê xebitî, di HADEP, DEHAP, DTP’ê de jî peywirên aktîf girt. Di 2009’an de ji DTP’ê şaredara Nisêbînê hat hilbijartin. Di 2013’an de li dijî  avakirina dîwarê şerê yê navber aTirkiye û Rojava derket. Piştî şaredariyê bû berdevka TJA’yê.
 
Ayşeyê di detspêka axaftina xwe de hemû jin silav kirin û got bi dehezaran jin tunebûna wê nehatibana van rojan.
 
Sekna dîrokî
 
Ayşeyê da zanîn ku DEM Partiyê bi rêbaza pêşhilbijartinan namzetên xwe diyar kiriye û got  mînaka teamula demorkatîkbûnê ye û got: “Di bin qirkirina siyasî de bi tevlibûna sedhezaran pêşhilbijartin hat kirin. Ev yekem care pêk hatiye. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de tevî hemû astengiyan bi nûneiya wekhev ji 61 parlametnerî 30 heb jin hatin hilbijartin. Pêşhilbijartin di hawira şer de pêk hatin. Sekna li dijî pêkanîn û gotinên zayendperest, netewperest seknek dîrokî ye.”
 
‘Lihevkirina bajar rêya 3’emîn e’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku divê ‘lihevkirina bajar’ wek riya 3’emîn bê şîrovekirin û wiha vegot: “Lihevhatin bi aştiyek hevpar a civakî xwe rêvebirin e. Ger ku bê xwestin ku tekele netew dewletê ya baviksalar xilas bibin hêvî heye û bi ‘lihevkirin’ re dikarin biguherin. Bê guman divê ji mutabiqan veqetîn tunebe, îxanet neyê kirin, ji rê dernekevin, nebin îqtîdar. Bêyî ji paradgîma azadiyê qût bibin dikarin biserkevin. Her mal, gund, kolan, tax, navçe û navend herêm e. Ji ber vê; dibêjim ‘lihevhatina bajar riya 3’emîn e.’ Divê her kes bizanibe ku ne hewceyên kesên ku mafê jiyanê nadin wane û bila di bin riya 3’emîn de bên gel hev.”
 
‘Yê paradîgmayê baş esas nagirin bila vekişin’
 
Ayşeyê wiha dirêjî daye: “Lihevhatin heman demê de ‘nêz hebûn e’. Hemû çîn xwedî li vê derkevin. Em ê nêzî hev bibin, em ji dil û samimiyetê bawer  bikin, wê reng, xeyal, ziman, hêvî, nasname, govendên me li vê mozayîkê gelek li hev bên. Her maleke li vî welatî vê qada jiyanê heq dike. Em destên xwe bidin hev em ê evqas nêzî hev bin. Ev wê tecrîdê bişkîne. Wê pêşî li êrîşan bigire. divê em di paradigmaya ekolojîk, azad û demokratîk de samimî bin. Dirûst bin. Yên paradîgmayê baş esas nagirin bila vekişin.”
 
Li tifaqên sexte baldar bin
 
Ayşeyê di berdewamiyê de li ser tifaqên sexte jî sekini û wiha vegot: “Li dijî komkujiyên didomin, tifaqên tên rojevê bi fikarin. Beriya hilbijartinê nêzîkatiyên wisa hene. 25 sale pergala tecrîdê didome.  Pêvajoyên hilbijartinan de hevdîtinên tifaqê yên xîlebaziyê tên kirin. Ev îfadeya şênber a ji wijdan, hiqûq, mirovahiyê derketine. Hikûmet bi nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan, nêzîkatiya xwe ya li hember Kurdan û dînamîkên demokratîk diyar dike. Mînak dem abi Birêz Ocalan re hevdîtin dihat kirin, pêkanînên hîn demokratîk dema hevdîtin hat birîn dest bi êrîşa kirin.Ev pêkanîn baş tên dîtin. Yên ku hîna ev baş nedîtine, divê cidî bin, bi cidiyet nêzî pirsgirêkê bibin.”
 
‘Tecrîd pêkanîneke qirêj e’
 
Ayşeyê balkişand ser tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan û got ev pekanînek qirêj û bê îtîbar e û got: “Ev lîstikek linge hilbijartinê ye jî. Hîna hilbijartin nebûye ev pêkanîn nayên qebûlkirin.  Ev dibe sedema jiyana mirovan, jinan û herêman. Mirin, xwîn, şer,rondik. Bi encamên wisa hêsan nagyê girtin. Bi kê Stenbol girtiye nayê girtin. Xwîna ciwanan dirêje. Hemû sazbûnên li ser hedefa girtina hilbijartina STenbolê sekinîne berpirsin. Yanî jiyana mirovan li ser dengekê hatiye girêdan. Ji vê hemû sazbûn berpirsin.”
 
‘Ez ji kevneşopiya jinê ya li dijî zîhniyeta serdest têkoşiyaye xwedî bûm’
 
Ayşeyê diyar kir ku li dibistana ‘Nisêbîn’ ya yekemîn zanîngeha cîhanê ya li Nisêbînê salan bûye çirak û got: “Min di asta astronomîk de tecrube qezenc kir. Nisêbînê derde min kişand. Ez xwe rexnedayîna xwe didim. Ger qebûl bikin ez ê pir kêfxweş bibim. Nisêbîn bi pêşengiya jinê xwedî nasnameyek serhildanê ye. Nasname û baweriyên cuda dihewîne.Li dijî zilmê têkoşîn daye. Ji ber vê her tim bi êrîşên desthilatdariyê re tê rû hev. Bêguman Tevgera azadiyê karekterê xwe ji erdema Kurdistanê digire. Ji ber vê bi polîtîkayên şerê taybet êrîşê Nisêbînê dikin. Salên 90’î de li Nisêbînê Hîzbulkontra dexistin.  Ez ji tecrube û kevneşopiya jinan a li dijî zîhniyeta serdest ya jinê tune dihesibîne xwedî bûm."
 
‘Şaredariya Nisêbînê dînamîkên cîhanê anî gel hev’
 
Ayşeyê ev tişt bi lêv kir: “Nisêbîn bi  pêşengiya jinan gerdunî bûye. Nisêbînê bi berxwedana li dijî mayîn û sînoran dînamîkên cîhanê anî gel hev.Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê gotin ‘em xeyala bajarê jinê pêk tînin’ û tevli xebatên jinan yên sînoran nasnakin a Nisêbînê bûn.bi komên şanoyê yên jinan re turne hat kirin. Xebatên çand, tenduristî, ziman û hunerê hatin kirin. Di 5 salan de bû hêvî ku cîhaneke ku jin nayên qetilkirin pêkane.  Ev jî xelata ku cîhanê da jinên Nisêbînê bû. Nisêbîn bi xebata xwe ya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê bû mînak.”
 
‘Nisêbînê paçeya li bakur vedibe li cîhanê vekir’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku xebatên rêveberiyên herêmî yên Nisêbînê her tim derketine pêş û got sedema vê jî welatiyên Nisêbînê ne û got welatî her tim di tevlibûn, demokratîk û zelaliya bajar de bi israr bûne. Ayşeyê wiha dirêjî daye: “Paçeya li bakur dihat vekirin ji cîhanê re vekir. Kesekî Suryanî ji bo berxwedana li dijî dîwarê şermê nirxandin kiribû.  Gotibû Kurd şaredariyê bigirin em ê şaraba xwe ya herî baş bidin wan û ew jî wê xwarinên herî xweş bidin me. Lê niha em fêm dikin ku her tişt ne xwarin û şerabe.Ev bi berxwedanek hevpar pêkane. Yên ku digotin jin nikarin bikin jî piştî çalakiyê hatin gotin me mêrên Nisêbînê digot wê jin nikarin bin vê bikin. Ev gotin her du jî girîng bûn. Guhertina jinan bê derfet dihat dîtin. Ji 87 welatî di 5 salan de komên aktîvîst û heyetan ji  tecrubeyên Nisêbînê fêde girtin.”
 
‘Min dizanibû wê her tişt nîvco bimîne’
 
Ayşeyê balkişand ser pêvajoya tayînkirina qeyûman û wiha bi lêv kir: “Bi tayînkirina qeyûman re proje nîvco man. Ji ber vê divê pradîgma baş bê meşandin. Birêz Sara Kaya em 5s lan bi hev re xebitîn. Dema bi Cengîz Kok re hatim hilbijartin wek her kesî min jî dizanibû ku wê tu tiştek nîvco nemîne. Birêz Sara Kaya 8 sale girtiye. Nisêbîniyan şaredarî dîsa ji qeyûman girtin û bi Semîre Nergîz û Ferhat Kut re berdwam kirin. Qeyûm tayînê wan jî kirin. Li dijî van pêkanînan wê Nisêbînî dîsa bersivê bidin."
 
Bersiva ji bo tayînkirina qeyûman
 
Ayşeyê der barê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê de jî ev pêşniyar kirin: “Li gorî paradîgmayan, li gorî biryarên hevpar bêyî ku ji van dur bikevin tevbigerin. Xwedî li rewabûna mirovahî, wijdanî û ahlaqî derkevin. Bedel çi dibe bila bibe. Bila nekevin pozîsyonên burokratîk. Ev ji bêîtîbariyê wêdetir tiştekî nade qezenckirin. Gelek tiştên bê gotin hene lê xwedîderketina li destkeftiyan ferze.  Di serî de jin û hemû dînamîkên demokratîk divê bi têkoşîna hevpar xwe bidomînin. An jî wê lez bê windakirin. Qeyûm tayînê her derê Kurdistanê bû.  Ez ji kesên ku em dîl girtine re dibêjim, hûn tu carê nikarin me dîl bigirin. Ez carek din bang dikim; ji bo qeyûm neyên tayînkirin divê tu carê tawîz ji têkoşînê neyê dayîn.”
 
‘Bi qasî parêzerekî nêz im’
 
Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Li dijî zilm, red û înkarê têkoşîna em didin, ji bo neyên îlegalîzekirin û terorîzekirin her cureyê berxwedanê rewa ye. Di qanûnand e rewab3un, di danezanên gerdunî yên netewî û navneteweyî de dîsa di encama têkoşînê de me kir bin garantiye. Ger em dets ji van mafên xew yên garantîbûyî berdin wê tiştekî bê parastin nemîne. Suleyman Soylu kesekî ku navê wezîrê karê sûc girtiye. Tu hûkmên ku netew dewleta baviksalar dike tuneye. Li dijî vê berxwedana bê navber mafê esas e. Ez hemû namzetan pîroz dikim, ji niha de baweriya min bi xebatan tam e. Berpisyariyek bikeve ser milê me hebe, ez qasî parêzerekî nêz im.Her kesî silav dikim.”