'Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome'

  • 17:05 2 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ÎDIR - Ji Meşvanên Azadiyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun diyar kir ku îro ew 38 kes dimeşin lê ew bi milyonan kes in û wiha got: “Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome.” 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û di roja duyemîn de didome. Piştî Qersê, meşvan derbasî navçeya Qulpê ya Îdirê bûn. Meşvan, tevî kesên ew pêşwazî kirin heta avahiya partiyê meşiyan. Di meşê de tililî hatin avêtin û çepik hatin lê xistin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê" hate berzkirin. 
 
‘Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin’ 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li wir axivî û wiha got: “Tu zext, binçavkirin û kuştinan nekarî me ji rêya me bikin û dê nekarin jî. Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Têkoşîna me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê ev krîz bi dawî nebin. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin. Armanca me jî ev e. Heta ku em vê armancê pêk tînin jî dê meş û têkoşîna me bidome.” 
 
Piştre jî girseyê stranên kurdî gotin û xelekên govendê gerandin. Meşa li vê derê bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû. 
 
Gelan li vir govenda azadiyê gerandin
 
Meşvan piştre jî derbasî Îdirê bûn. Di ketina bajar de bi dahol, zirne û çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” ber bi navenda bajar ve meşiyan. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Meşvanên ku ketin Rus Pazariyê, li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Girse her ku çû mezintir bû û meş heta pêşiya avahiya partiyê dom kir. Gelan li vir govenda azadiyê gerandin. 
 
'Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Li ser pêşmalkên me ‘Meşa Azadiyê’ dinivîse. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye û me bi vê baweriyê ev pêşmalk li xwe kirin. Ev meş, meşa me tevan e. Em 38 kes dimeşin lê bi milyonan kes in. Li her devera em jê derbas dibin gel daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome.” 
 
‘Azadiya Ocalan pêwistiyek e’ 
 
Çîgdem, axaftina xwe wiha domand: “Apekî 80 salî ji me re got; ‘Em heta qiyametê kurd in.’ Pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan mecbûriyeteke. Birêz Ocalan tekane muxatab e. Em li dijî kesên siyaseta mirinê li me ferz dikin têdikoşin. Em spasiya gelên dibin parçeyeke têkoşîna hevpar dikin. Ev meş dê 15 rojan bidome. Her gotina me bila bibe wesîleya aştiyê.” 
 
Piştî daxuyaniyê, bi gel re civîn hat lidarxistin. Di civînê de beşên ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.