Meral Daniş Beştaş: Bawerim ku wê komîsyon vê mehê biçe Îmraliyê 2025-10-10 09:06:44   Melek Avci   ENQERE - Endama Komîsyona DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, der barê serdana komîsyonê ya Îmraliyê de axivî û got: “Nikare bê qebûlkirin ku aktorê di vê mijarê de hewldanek mezin dide, neyê gûhdarkirin. Bawerim ku wê vê mehê de komîsyon biçe serdanê. Di van serdanên me de jî hewayek erênî heye.”   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û endama Komîsyona Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş der barê xebatên komîsyonê de axivî.   Meral Daniş Beştaş da zanîn ku mijara Kurd hemû civaka Tirkiyeyê eleqeder dike û wiha got: “Beguman em nûnerên gel, her gava xwe bi baldarî davêjin. Em kevneşopiyeke ku dizanin xwerexnedayîna xwe bidin. Tiştek wisa hebe em dikin. Li holê manpûleyek heye û em bi tabloyeke dijberê Kurdaye re rû bi rû ne.”   Divê her kes rola xwe bilîze   Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku di çareseriya mijarê de divê her kes rola xwe bilîze û di zemîn û hevkariyekê de ev bê kirin. Meral Daniş Beştaş wiha anî ziman: “Ev ne tenê mijara partiyekê, desthilatdarî an jî muxalefetê ye. Em hebûna muxalefetê ya di komîsyonê de girîn dibînin. Salek di ser pêvajoyê de derbas dibe.  Bi hemû partiyan re hevdîtin hat kirin. Di vê mijarê de gihişti biryareke lêgerîna hevpar.  Mase bi yekitiyek bergirhe ava bû. Divê di gavên din de jî wisa be. Muxalefet 1’ê Cotmehê de nehat meclîsê. Di encamê de her partî biryara xwe dide. Yên ku îsal helweta DEM Partiyê rexne dikin ne samîne. Ne objektîfin. Nêzîkatiya ku me wek alî dibînin dûrûtiye. Em ji bo çareseriyê bi her partiyê re tên gel hev.”   ‘Divê em lez bin’   Meral Daniş Beştaş balkişand ser xebatên komîsyonê û ev tişt anî ziman: “Der barê rapora divê bê avakirin û nexşerê de hîna nêrînên partiyan nehat pêşkêşkirin. 2 an jî 3 hefteyên din hîna wê guhdarkirin bidomin. Hevdîtin û rojev niha vê nîşan dide. Beriya meha cotmehê biqede divê di komîsyonê de guhdarkirin biqedin. Ji bo me çend guhdarkirinên din hene. Li gorî me hefteyê ne rojekê du sê roj, çar pênc, heft rojan jî em dikarin bicicin. Divê em di vê mijarê de lez bin.   ‘Wê komîsyonên îhtîsasê bikevin dewrê’   Mînak hîna saziyên jinan, saziyên ziman û ciwanan nehatiye guhdarkirin. Me got divê ev bên guhdarkirin. Ji bo hefteyên pêş me ev pêşniyarkirin.  Piştî raporê wê komîsyonên îhtîsasê wê bikevin dewrê. Komîsyona karê hundir, komîsyona edaletê, têkoşînên têkildar jî wê pêşniyaran nîqaş bikin.”   ‘Mafê hêviyê mijara esas e’   Meral Daniş Beştaş der barê qanûnên esas yên ewil de jî nirxandin kir û wiha anî ziman: “Bêguman der barê vegera jiyana civakî û siyasî de qanûnek dema navber pêwiste. Vegera mîlîtanên çek berdane wê çawa be, ji bo mafê ku siayastê bikin û vegera wan mekanîzmayek pêwiste. Hewce bi çarçoveyek wisa heye, bi qanûneke dema navberê ya wisa heye. Di encamê de PKK’ê kongreya xwe kir, pevçûn bidawî kir. Çek şewitandin. Lê piştî wê nehat. Wê veger çawa be? Qanûna vê tuneye. Zemîna hiqûqî tuneye. Di mijara vabûna zemîna hiqûqî de divê bi raporê ev zelal bê vegotin. Ya din jî sernavê esas ji xwe mafê hêviyê ye.”   ‘Divê gav bên avêtin’   Meral Daniş Beştaş wiha domand: “Mafê hêviyê dikare di vê qanûnê de jî hebe. Dikare qanûnek serbixwe ya yekser be jî. Bi xalên din re jî dikare bibe yek û gav bê avêtin. Biryara Komîteya wezîran aşkeraye. Di vê mijarê de peywir da ser milê komîsyonê.  Her wiha Qanûna Têkoşîna bi Terorê re divê bi giştî ji holê rabe. Der barê newekheviyên di qanûna înfazê de em ê pêşniyaran biin raporê re. Em niha dixebitin. Amadekariya partiyên din jî heye. Ew jî wê pêşniyar bikin.”   ‘Divê Abdullah Ocalan bê guhdarkirin, pêşniyarên wî bên girtin’   Meral Daniş Beştaş balkişand ser hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re û ev tişt vegot: “Hevdîtin divê pêk bê. Banga 27’ê Sibarê çavkaniya pêvajoyê ye. Pêvajo endama sekna bi îstîkrar a Birêz Ocalan e. Abdulla Ocalan aktorê sereke ye, aktorê siyasî ye. Divê bê guhdarkirin û pêşniyarên wî bên girtin. Bêyî vê pêvajo jî baş wê nemeşe. Berovajî vê nabe. Dema Birêz Ocalan diaxive mafê hêviyê hîn mezintir dibe. Nikare bê qebûlkirin ku aktorê di vê mijarê de hewldanek mezin dide, neyê gûhdarkirin. Bawerim ku wê vê mehê de komîsyon biçe serdanê. Di van serdanên me de jî hewayek erênî heye.”