Seroka Baskê Jinan a Partiya Saadetê Beytiye Ekîncî pêvajoya aştiyê nirxand 2025-10-03 09:03:47   Melek Avci   ENQERE - Seroka Giştî ya Baskê Jinan a Partiya Saadetê Nurgul Beytiye Ekîncî pêvajoya aştiyê  nirxand û got ku aştî bi mutabakatek civakî pêkane, jinan di vê pêvajoyê de bi keda xwe aştî hûnandine. Beytiye Ekîncî wiha anî ziman: “Bêyî zelalbûnê jin jî partiyên siyasî jî nikarin bi bandor tevli pêvajoyê bibin.”   Di çarçoeya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de di 1’ê cotmehê de nîqaş û lêgerînên çareseriyê hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de komîsyona li meclîsê xebatên xwe didomîne. Ligel vê rola jinan a di pêvajoyê de jî gelek caran hat ziman. Seroka Giştî ya Baskê Jinan a Partiya Saadetê Nurgul Beytiye Ekîncî ji ajansa me re axivî.   ‘Divê di çareseriyê de divê hemû kes cih bigirin’   Nurgul Beytiye Ekîncî  destnîşan kir ku di vê di çareseriyê de divê her partiya siyasî, her rêxistinên civaka sivîl û her çand hebin. Nurgul Beytiye Ekîncî destnîşan kir ku Tirkiye xwedî mozaîkek dewlemende û pir reng, bawerî û çand hene. Nurgul Beytiye Ekîncî wiha vegot: “Em behsa cihekî wisa pir rengîn dikin. Divê em bi hev re li vî weltaî piştgiriyê bidin riya diçe mirovahiyê. Divê kes li kesî tiştekî nede ferzkirin. Divê ez wek Beytiye hebûna xwe bidomînim hûn jî wek xwe. Îro yekane mijara me aştî ye.”   ‘Divê aştî her kesî bihewîne’   Nurgul Beytiye Ekîncî di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Divê aştî her kesî bihewîne. Her çand, bawerî, zayend, nexweş, astengdar, her kesî bihewîne. Dewlet tiştekî wisa ye. Hemû çand û baweriyan bi rêve birin e. Li Tirkiyeyê ger ku terza jiyanan ji hev bê fêrkirin wê aştiyeke rastîn jî bê vî welatî. Wekê din jî aştiyeke mayînde, yekbûyî ne pêkan e. Berovajî vê  newekhevî ye. Em 82 mîlyon  li ber hiqûqê wekhevin. Ev wekhevî ne ji bo axê ne ji bo malbat ne ji bo merciyê divê ne cuda be.”   ‘Ji her alî jin ji bo aştiyê têdikoşin’   Nurgul Beytiye Ekîncî balişand ser têkoşîna jinan a di eniya pêş a pêvajoyên aştiyê de û ev nirxandin kir: “Ez ji dil bawer im ku jinan jî bi qasî mêran bandor li vê pêvajoyê kirine. 12 sale di Partiya Saadetê de di baskê jinan de dixebitim. Li Tirkiyeyê digerim. Jİ her alî jin ji xwendekarên zanîngehê heta rojnamegeran heta siyasetmedaran heta akademîsyen û esnafên jin ji bo aştiyê têdikoşin. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de hebûna jinan gelek bi nirx e. Ne tenê vê pêvajoyê de heta îro hemû pêvajoyan de jinan ji bo avabûna pêvajoya aştiyê bi xebatên xwe zemîn amade kirin. Ji her alî jinan ji bo aştiyê piştgirî û hewldanek mezin dan.  Ez ji bo her jinekê ku ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê spas dikim.”   ‘Her xebatek me ji bo pêvajoyê piştgirî ye’   Beytiye Ekîncî her wiha der barê xebatên ku ew dimeşînin de jî axivî û ev tişt bi lêv kir: “Her xebateke me baskê jinan ji bo pêvajoya aştiyê piştgiriye. Ne tenê ev e. Belê ev keda nayê dîtinê ye lê ji bo bê dîtin divê ev bê îfadekirin. Ji ber vê em di rêxistibûna xwe de bi salane vedibêjin ku divê ev pêvajo wisa be. Li ser ala Partiya Saadetê heyvek û 5 stêrk hene. Ji wan  aştiye.  Em teşkîlateke ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazine. Di vê mijarê de em ji bilî aştiyê tiştekî nafikirin. Aştî ne tiştekî ‘werin em li hev bikine’. Aştî ger ku pevçûnek hebe, şaşiyek hebe divê mirov lêberînê bixwazin. Ya duyemîn newekhevî hebe divê ew newekhevî ji holê rabibe. Ya sêyemîn divê wekhevî bê meşandin. Divê çavkaniyên vî welatî ji hinek komaran hinek bajaran re hinek malbatan re neyê veqetandin. Divê ji bo 81 bajarên Tirkiyeê bi awayekî wekhev bê bikaranîn. Aştî wisa pêkane. Wekê din ne pêkane. Divê asta çand, pêşvebirin, aramiyê ya ya van mirovan bê zêdekirin.”   'Armanca me piştgiriya ji bo aştiyê ye'   Nurgul Beytiye Ekîncî destnîşan kir ku divê ji vir şûnde armanca wan piştgiriya ji bo aştiyê be û wiha dirêjî dayê:”Ji ber ku em îro li hev bikin, lê hîmê aştiyê baş nehatibe avêtin, saxlem nehatibe avêtin, îhtîmala ku dîsa aştî veguhere pevçûnê heye. Ji bo aştî bidome çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘Di pêvajoyên muzakereyê de jin nayên dîtin’   Nurgul Beytiye Ekîncî di berdewamiyê de diyar kir ku cihê ku jin lê tunebin, cihê ku dewlet û civak  qels e û got: “Di komîsyona ji bo aştiyê hatiye avakirin de beriya jinan divê nûneriyên siyasî bên axaftin û bandora komîsyona hatiye avakirin bê axaftin. Beriya axaftina pêvajoya aştiyê, divê zelalbûna hikqûmetê bê axaftin. Ger ev wisa bûna wê ji xwe yên din jî nehatiba axaftin. Em 100 jinî an jî hezar jinî an jî hemû komîsyonê bikin jin. Ev tiştekî li gorî min îfade nake. Daxwaza me eve ku pêvajoy aji aliyê dewletê ve rast bê meşandin. Wek min di serî de jî got divê em ne li kêmbûna jinan li kêmasiyên pêvajoyê binêrin. Li cihê ku jin tunebe, biryarên tên girtin jî kêmin.  Dema em dibêjin bila jin hebe em behsa jinên bi liyakat dikin. Jinên bi liyakat hene, teqez hene.  Em dibînin ku jin xwe pir baş digihînin.”