Komîsyon dê herî kêm ji 44 endaman pêk were 2025-07-18 14:36:45   ENQERE - Biryar hat dayîn ku komîsyona tê plankirin li meclisê bê avakirin, bi înîsiyatîfa Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bê avakirin. Hat hînbûn ku komîsyon wê herî kêm ji 44 endaman pêk were.    Îro serokê meclisê Numan Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo avakirina komisyona ku pirsgirêka Kurd çareser bike hatin cem hev. Di civîna ku nêzî 2 saet û nîvan dewam kir de, hemû serokên koma wekîl ên ji aliyê partiyên ku li parlementoyê tên temsîlkirin ve hatin diyarkirin, beşdar bûn.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di civînê de Nûman Kûrtûlmûş pêşniyarên ku aliyan beriya niha pêşkêş kiribûn û li ser li hev kirine pêşkêşî wekîlan hat kirin. Di vê qonaxê de nûnerên partîyan jî pêşinyarên xwe yên nû pêşkêş kirin. ÎYÎ Partî bi awayekî teqez diyar kir ku di vê merheleya civînê de ew ê endamekî nedin komîsyonê. ÎYÎ Partî wê di nava komîsyona tê payîn bê avakirin de cih negirin.   Di hevdîtinê de gelek mijarên têkildarî komîsyonê jî hatin destgirtin. Di nava mijarên hatin nîqaşkirin de, komîsyoneke çawa were avakirin bû. DEM Partî, CHP û Partiya Yenî Yolê beriya niha di pêşnûmeya ku pêşkêş kiribûn de pêşniyara avakirina komîsyonê bi qanûnan kiribûn. Di hevdîtina ku îro hat lidarxistin de ev pêşniyar careke din hat nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku li şûna bi qanûnan bê avakirin, komîsyon yekser bi însiyatîfa serokê meclisê bê avakirin. Hat tespîtkirin ku komîsyon wê bi însiyatîfa Kûrtûlmûş bê avakirin.    Mijareke din a ku di hevdîtinê de hate nîqaşkirin jî navê komîsyonê wê çi be bû. DEM Partiyê pêşniyar kir ku navê komîsyonê têgînên 'Aştî' û 'Demokrasiyê' bigire nava xwe û pêşniyar kir ku di vî alî de formulek bê dîtin. Partiyên muxalefetê jî piştgirî dan pêşniyarpirsa DEM Partiyê û israr kirin ku divê têgeha 'Demokrasiyê' têxin navê xwe. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, nûnerên partiyên din ên siyasî ku AKP jî di nav de ye û serokê meclisê, nêzîkatiyeke neyînî li vê pêşniyarê nekirine.    Mijareke din a rojevê ya di civînê de hat nîqaşkirin jî ew bû ku komîsyona bê avakirin wê ji çend endaman pêk were. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nûnerên partiyên siyasî yên koma wan li meclisê nîne jî wê cih bigirin. 6 partiyên siyasî hene ku komeke wan nîne û di parlementoyê de cih digirin. Tê payin ku ji her partiyê yek nûner tevlî bibe. Her wiha tê gotin ku komîsyon herî kêm ji 44 endaman pêk were.   Her wiha gengeşe li ser ewê çendê hat kirin, ku dê di kombûnê de prensîp û bingehên komisiyonê çi bin. Di civînê de hat lihevkirin ku ev prensîb û weqf piştî avakirina komîsyonê di civîna yekemîn de bên diyarkirin. Her wİha di evê kombûnê de behsa çawanİya çareserkirina pirsên corane yên komisiyonê hat kirin Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji her partiyê wê Cîgirekî Serokê Komê bê wezîfedarkirin, koordînasyonek bê avakirin. Ev koordînasyona hatiye avakirin wê bi hevparî diyar bike bê ka kîjan mijar wê di rojevê de bin.   Têkildarî vê pêşniyarê biryar hat dayîn ku biryar bên nivîsandin. Nûman Kûrtûlmûş dê hefteya pêşiya me biryarên hatine dayîn nivîskî pêşkeşî partiye siyasî bike.    Nûman Kûrtûlmûş piştî vê xebatê dê ji bo komîsyonê amadekariyan bike.