Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Çep 2025-06-11 16:48:20   ENQERE - Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê di çarçoveya "Hevdîtinên Jinan di Avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de" de bi Partiya Çep re civiya.   Di vê çarçoveyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu û heyeta pê re bi Berdevka Partiya Çep Îlknur Başer, endamên Yekitiya Wekheviya Zayendî Serpîl Akpinar û Dilara Kurtuluş re hevdîtin pêk anîn.   Di civînê de girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayê ku gelê Kurd dixwaze hate destnîşankirin û girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina aştiyê hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd birîna xwînrêj a welêt e û heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, demokratîkbûn û veguherînek sosyalîst a alîgirê kedê çênabe.