MYK'a DEM Partiyê li Stenbolê ji bo civîneke awarte kom bû 2025-02-27 18:05:38        STENBOL - Li ser banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, MYK'a DEM Partiyê li Otela Elit Word civîneke awarte li dar xist.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li Girtîgeha Girava Îmraliyê cara 3'yem bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol beşdarî civîna 3'yem bûn. Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî beşdarî hevdîtinê bûn.   Abdullah Ocalan, Heyeta Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniyeke hevpar dan. Sînevîzyona daxuyaniyê hat girtin, nedan heyetê. Tenê wêneyên ji daxuyaniyê radestî heyetê hatin kirin.   Endamên Heyeta Îmraliyê piştî daxuyaniyê ji giravê vegeriyan û banga dîrokî li Otela Elit World a Beyoglû ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê ragihandin.   Li ser banga dîrokî, Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li heman cihî civîneke awarte li dar xist.   Civîna MYK'ê dest pê kir.