Ayşe Acar: Kurd heke yek bin û bi tifaq bin dê bi ser bikevin

  • 09:03 20 Çile 2023
  • Portre
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Ayşe Acar li gel temenê xwe ku rixmî hemû zilm û zordestiyê ji kelecana berxwedê û têkoşîna xwe ya azadiyê tawîz nedaye dibêje: “Dijmin çi bike jî em îro dîsa li pey doza xwe ne. Me parçe bikin jî em xelas nabin û bi heman hêrsê li ber xwe didin.”
 
Di berxwedana azadiyê ya gelê Kurd de jin pêşengiyê dikin. Dayikên kurd dayik êş û zilma li wan hatiye kirin bi berxwedanê bersivandine. Ji bo nasnameyeke azad û mafên xwe bidest bixin li ber xwe dane û xizmet ji bo doza azadiyê ya gelê kurd û jinan kirine. Dayik di heman demê de bîra serpêhatiya dîroka Gelê Kurd in. Yek ji wan dayikan jî Ayşe Acar e ku li gel temenê xwe dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye.  Malbata Ayşeyê di navbera salên 80’ê û 90’î de li dijî ferzkirina cerdevantiye derketin e û rixmî hemû zilm û zordestiyan dev ji têkoşîna xwe bernedane. Ayşeya ku bi malbata xwe re paraxwe ji zilm û zordestiya dewletê girtiye jî di gelek xebat û çalakiyên ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û jinan de girtiye.
 
Ayşe ya 70 sal temenê wê heye bi eslê xwe ji gundê Meyîdîn yê girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Di dawiya salên 80’yî de piştî ku cerdevantî li malbata wan tê ferz kirin ji gundê xwe koçber dibin û piştî demekê dîsa vedigerin gundê xwe gundê xwe ji nûve ava dikin. Lê dîsa zexta cerdevantiyê berdewam dike û careke din koçber dibin diçin li navenda Cizîra bi cih dibin.
 
‘Barê zilmê giran e’
 
Ayşeya ku gelek nexweşî pê re peyda bûne hê jî di warê têkoşîna zadiyê de heman kelecanê dijî. Ayşe, got: “Barê zilmê giran e. Em li gund bûn, gelek zext û zordarî li me kirin. Cerdevantî li me ferz dikirin. Me qebûl nedikir. Ji bo ku em li dij derketin, zilma xwe zêdetir kirin. Ji ber wan zextan em ji neçarî ji gundê xwe koçber bûn. Piştre em dîsa vegeriyan gundê xwe û me ji nû ve gundê xwe ava kir. Lê dîsa belayê xwe ji me venekirin. Her carê bi ser mala me ve digirtin, zextên xwe berdewam kirin û cerdevantî ferz kirin. Digotin an bibin cerdevan an jî ji gund terk bikin. Me jî hemû mal û milkê xwe li wir hişt û em ji wir jî derketin û li navçeya Cizîrê bi cîh bûn. Rixmî zilmê me dev ji doza xwe berneda. Çi ji destê me hat me ji bo doza xwe kir. Em girêdayî doza xwe ne û ne poşman in.”
 
‘Cerdevantî ji bo kurdan bêrûmetî ye’
 
Ayşeyê, diyar kir ku çiqas li ser wan zilm dihat kirin ewqas jî hêrsa wan mezin dibû û got: “Cerdevantî ji bo me bêrûmetiyek gelek mezin e. Ji bo ku em cerdevantiyê qebûl bikin gelek zext kirin. Lê dîsa jî me qebûl nedikir. Lewra gelek bi hêrs dibûn. Îşkence li me kirin. Pismamê min birin me nezanî çi lê hat kirin. 2 meh winda ma. Em çûn li her deverê lê geriyan. Piştre me bihîst ku gelek îşkence lê hatiye kirin û ew avêtine girtîgehê. Şopên îşkenceyê li ser rûyê wî xwe nîşan didan. Her wiha gelek xizmên me hatin îşkencekirin.”
 
‘Ez ji zarokên xwe re hem bûm dê û hem jî bav’
 
Ayşeyê dayika 5 zarokan e û ji bo ku mêrê pê re hatî zewicandin ew terk kirine ji bo zarokên xwe jî xwedî bike têkoşînê dide. Ayşeyê wiha behsa wê pêvajoyê dike: “Min gelek zehmetî kişand. Zarokên min hûr bûn û ez bi tena serê xwe bûm. Ez ji wan re hem dê hem jî bav bûm. Gava ez wan rojan tînim bîra xwe diêşim. Lê min tu carî li hemberê zehmetî û zilmê serî netewand. Di nav wan zehmetiyan de min têkoşîna azadiyê ji bo gelê xwe jî da. Ez wek dayik û jinekê ji bo hebûn û azadiya gelê xwe dixebitim.”
 
‘Di her çalakiyê de cihê xwe digirim’
 
Ayşeya di nav gelek xebat û çalakiyan de cihê xwe girtiye wiha berdewam kir: “Em diketin greva birçîbûnê, mertala zîncîrê, meş û di gelek çalakiyan de mecih girt. gelek zilm li me dikirin, lê dîsa jî me dev ji têkoşîna xwe bernedida. Çi xizmetek diket ser mile me dikir. Di salên 90’î de ji bo girtiyan em ketibûn gireva birçîbûnê. Ji sibehê heta êvarê birçî û tî me li ber xwe dida. Ji ber ku em di girevê de bûn îşkence li me dikirin. Dora me digirtin û gef li me dixwarin. Min laçika kesk sor û zer a xwe dîsa dibir û greva xwe berdewam dikir. Wê demê gel xwedî hêrseke mezin bû.”
 
‘Me her li ber xwe dida’
 
Neviyê Ayşeyê Firat Acar jî di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest dide. Ayşe, anî ziman ku ew ji bo ku şer bisekine di wê pêvajoyê de çûye Kobanê û got: “Fikr û gumana Firat  li ser tevgerê bû. Me nedizanibû ku çûye. Piştî demekê me zanî ku birîndar e û piştre agahî hat ku şehît bûye. Em pê serbilind û serfiraz in. Min dîsa dev ji dozê bernedaye. Heta ku ez sax bim ez ê li pey doza xwe bim. Di şerê Kobanê de gelek dayik çûbûn ji bo ku şer bisekine û aştî were. Ez jî di nav wan de bûm û ji bo qewmê xwe çûm. Me ne dixwar ne jî vedixwar hema li ber xwe dida. Tişta ku diket ser mile me çi bûye me dikir.  Lê em her çiqas di aştiyê de bi israr bûn dijmin jî di êrîş û şer de bi israr bû.”
 
‘Kurd heke yek û bi tîfaq bin dê bi ser kevin’
 
Ayşe, bilêv kir ku li gel zilma dewletê kurd jî zilmê li hev dikin û got: “Zilma ku li me tê kirin ne tenê bi destê dewletê ye. Heke Kurd ne cerdevan û sixur bûna ewqas zilm jî wê li me nedihata kirin. Dijmina hiya herî xirab a xwe bi xwe ye. Kurd heke yek û bi tîfaq bin dê bi ser kevin. Niha jî şerekê mezin heye û ji her aliyî êrîşî kurdan dikin. Abdullah Ocalan di bin tecrîdek de ye. Em azadiya wî û azadiya hemû girtiyên sîyasî dixwazin. Daxwaza me bidestxistina maf û nasnameyek azad e.”
 
‘Heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin’
 
Ayşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava ez tişta jiyame tînim bîra xwe ez xemgîn dibim. Ji ber temenê xwe hemû bîranînên xwe jî nikarim bînim bîra xwe. Ew çi bikin jî em îro dîsa li pey doza xwe ne. Me parçe bikin jî em xelas nabin û bi heman hêrsê li ber xwe bidin. Zilma wan tu carî xelas nebû her serdemê de bi şêweyekê cuda zilma xwe kirin. Xwestin kurdan qîr bikin û nasnameya wan ji holê rakin. Lê belê Kurd li hemberê zilmê ewqas têkoşîna xwe mezintir kirin û zêde bûn. Çi ji destê min hat min kir û niha jî heke ji min were ez ê bikim. Kelecanî û rihê min ê berxwedanê hê jî zindî ye.”