Rojnamegereke pêşeng: Gurbetellî Ersoz
- 09:04 7 Cotmeh 2022
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Rojava Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever û li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel... Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li Kurdistanê lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dikin.
Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt. Gurbetellî, zaneya jiyana azad, afrînera di oxira lêgerîna heqîqetê de, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê. Gurbetellî, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medyaya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad.
Şopdara heqîqetê Gurbetellî, di 7’ê cotmeha 1997’an de, bi komek hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê nemiran bû. Gurbetellî, ne ji bo hemû jinan ji bo rojnamevanên jin bû çirayeke jiyanê.
Di dibistanê de zimanê cuda...
Gurbetellî di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Elezîzê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.” Dayika wê Fatma Ersoz ji ber ku nekarîbû bixwîne, dixwest zarokên wê bixwînin û heta nîvê şevê ranediket da ku zarokên wê bixebitin. Gurbetellî ku ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar û bindest sekinî, dayika xwe bi hişmendî û wêrekiya xwe bi tenê nehişt. Gurbetellî bi dayika xwe re bi kirmanckî diaxivî û ji ber ku li dibistanê bi tirkî nedizanî xwendekaran henek pê dikirin û di dersan de zehmetî kişandibû. Tevî van hemûyan jî dest jê berneda û xebitî.
Şoreş û têkoşînê nas dike
Zarokatiya wê ji gund zêdetir li Edenê derbas dibe û di ciwaniya xwe de şoreş û têkoşînê nas dike. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem yê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên tu hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.” Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkencê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan dest ji têkoşînê bernade, rojnamegeriyê berdewam dike.
'Bêguman girîng e jinek kurd dibe gerînende'
Gurbetellî di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî. Gurbetellî vê wek serkeftina têkoşîna jinê dinirxîne û wiha dibêje: “Bêguman girîng e ku jinek kurd dibe gerînendeya giştî. Di salên dawî de jinên kurd ji mêran xurtir rê da ber xwe. Cihê îro ez hatimê jî ligel hewldana min girêdayê vê ye.”
13 rojan îşkencê lê dikin
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. 13 rojan di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê dimeşîne.
'Bi xatirê te bajar...'
Gurbetellî ji bo jinên rojnameger yên hatine qetilkirin wiha gotibû "Ger çapemeniyê rastî binivîsiya wê evqas mirov nemiribana" û piştre dibêje "Bi xatirê te bajar, bi xatirê we bajarno" û berê xwe dide çiyê. Gurbetellî têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û di sala 1995’an de tevli nava gerîlayan dibe. Rojnivîska ku di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre pirtûka bi navê “Rojnivîska Gurbet Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çapkirin.
'Gurbet bang li hemû mirovan dike
Di pêşgotina pirtûkê de derbarê Gurbetellî de ev gotin cih digrin: “Naskirina Gurbet ango Zeyneb; tê wateya naskirin û fêmkirina jinên kurd ku di rêya azadiyê de pêşketin û ezmûnên mezin dijî ye. Lê nivîsa wê ango rojnivîska wê ne tenê aydê wê ye. Zeyneb ango Gurbet bang li hemû mirovan dike. Timî qala nirxên mirovan û dilpakiyên mezin dike. Hesreta xwe ya neteweya kurd, hêvî, hêrs û hezkirinên xwe di rûpelek de bi nazikî dinexşîne."
'Neteweyek wiha tê parçekirin'
Gurbetellî der heqê rêwîtiya xwe ya ji bo çiyayan de vê helbestê nivîsandiye: “Ax Kurdistan ax, çima qedera te reş e, yan qedera me, bila sonda me be wê biguhere, aliyê jor ê çepê bakurê Kurdistanê ye, pişta min Rojavayê Kurdistanê, aliyê min ê rastê jî başûrê Kurdistanê ye, her sê xalan dibînim. Dijminê hov, ma malbatek, neteweyek wiha tê parçekirin, perçiqandin û bi mirinê mehkûmê jiyanê tê kirin?”
'Ev der Kurdistan e'
Gurbetellî di beşeke pirtûka xwe de heyraniya xwe ya ji bo çiyayên ku gihîştiye wan, bi van hevokan vedibêje: “Bihuşt e, lingê yekem ê welat bihuşt e, cara ewil ewqas kûr ji hemû hucre û hestiyên xwe hîs dikim ku gihîştime welatê xwe Kurdistanê. Li gorî heval dibêjin bêyî ku rawestim qiriyam. Ev der bihuşt e, heval bihuşt e, ev der Kurdistan e. Bibezin heval bibezin bihuşt e bibezin, bibezin bihuşt e, bibezin ber ava bêhempa, bibezin ber daran bihuşt e her der bihuşt e...”
Tu hêz nekarî fikir û afrîneriya wê tune bike
Gurbetellî di sala 1997'an li Herêma Federal a Kurdistanê di şerekî de tevlî karwanê nemiran bû. Sekna xwe ya biaqil a xurt a salonên dadgehê, li çiyayên azad jî domand. Gurbetellî ji pênûsan dûr neket. Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand. Tu hêzan nekarî fikir û afirîneriyên Gurbetellî tune bikin.
Berhemên rojnamegerên jin...
Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li hemû welatên lê ne, li bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dikin. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistan û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Hin ji wan yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWS’ê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê tê weşandin, Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e ku li Rojava weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên din...
Rojnamegerên canê xwe feda kirine
Gelek nûçegihan, nivîskar, wênekêş û belavkarên jin di dîroka çapemeniyê de bi tundî hatin cezakirin, kuştin, girtin û bi zorê sirgûn kirin. Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, rojnameger Nagîhan Akarsel, nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever li Rojava tenê çend ji wan rojnamevanên jin in ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine…
7'ê Cotmeha sala 2013’yan wekî Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd hate ragihandin.