Jinek evîndara welatê xwe: Sultan Yavuz

  • 09:01 11 Îlon 2022
  • Portre
 
RIHA - Di têkoşîna azadiyê ya 45 salan de berdêlên giran û li gel wê serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Berxwedêriya dayikên kurd û evîndariya wan a welatê xwe ji bo vê bû hêz. Yek ji wan jinan Sultan Yavuz a di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest daye jî li pey xwe çîrokek bi evîn, berxwedêriyek mezin hişt.
 
Hîlvan, bi navê xwe yê din Cirnîreşê di dîroka azadiya Kurdistanê ya 45 salên dawî de bû cihwarê gelek pêngavên yekem û girîng. Serhildana yekem lê hat rêxistinkirin, yekîneyên çekdarî yên yekem li vir hatin avakirin, di warê erkdariya jinê de yekem car li vir gav hatin avêtin. Hîlvan yek cihên ku yekem car bû şahidê pêşengtiya jinê ye.  Jin bûn serkêş, jin bûn dayika têkoşeran û navê xwe li dîrokê danîn. Yek ji wan dayikan jî Sultan Yavûz e. Ew û malbata xwe jî di pêngava yekem a Partiya Karkerên Kurditanê de cih girt.
 
Sultan kî ye?
 
Sultan Yavûz her çiqasî bi hevjînê xwe Îbrahîm Xelîl Yavûz, zarokên xwe Mehmet Emîn Yavuz û Sultan Yavûz bi nasnav Leyla were nasîn jî wê bi serê xwe têkoşînek mezin da. Li dijî dewletê û li dijî îxanetkaran ji bo welatê xwe bû mertal. Ji zarokên xwe bigire heta cîranên xwe bi rêxistin kir. Ji bo wan bû hêz û pêşeng. Sultan di 1930’yî de li Cirnîreşê ji dayik dibe û di 16 saliya xwe de bi pismamê xwe re tê zewicandin û dibe dayika 9 zarokan. Heta jiyana xwe ji dest dide tenê hezkirina welat di dil de hebûye. Keça wê jî bi hêza ji dêya xwe digire dibe jinek têkoşer û li pey xema welatê xwe jiyana xwe ji dest dide.
 
Naskirina partiyê
 
Beriya avabûna rêxistina azadiya Kurdistanê kurê Sultan ê yekem Mehmet Emîn ji Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bi bandor dibe. PKK di navbera salên 1977-1980’ê de li Hîlvanê dest bi rêxistinbûyînê dikin. Hîna di gavên yekem de malbata wan di nava rêxistinê de cih digire û ji civînên girîng ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û gelek fermandarên din beşdar bûye re mêvanperweriyê dikin. Li Hîlvanê rêxistinbûyînek mezin tê avakirin. Yekem car li Hîlvanê şaredarî ji destê mezinên eşîran ango hevkarên dewletê tê girtin û dikeve destê kurdên rêxistinkirî. Di şaredariyan de yekem car jin cih digirin. Hevjîna Mehmet Emîn, Saadet Yavuz dibe endama Meclîsa Şaredariyê. Li gorî ku gavên girîng tên avêtin êrişên dewleta tirk jî dereng namînin. Şaredarî ji destê wan tê girtin û ji aliyê Qeymeqam ve tê birêvebirin. Qayûma yekem di salên 1980’ê de li Hîlvanê tê tayînkirin. Bi hedefgirtina Hîlvanê re yekem car êrişî malbata Sultan tê kirin. Êdî roj bi roj gef û zextên li ser malbatê zêde dibin.
 
Êdî Sultan her roj li ber deriye girtîgehan e
 
Darbeya 12’ê Îlonê pêk tê û kesên di girtîgehan de li Amedê tên komkirin. Hevjînê Sultan, îbrahîm Xelîl Yavuz û 2 kurên wê tên girtin. Li gel wê jî keça Sultan, Leyla jî di lêgerîna polîsan de ye. Ferdên malbatê jî ji komkujî, îşkenceyê para xwe girtin. Lê belê berxwedana wan jî dewam kir. Malbata Sultan Yavuz ku xwedî erd û zevî bûn neçar dimînin gelek erdên xwe bifiroşin. Ji bo 2 mehan koçberî Amedê dikin û li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin. Heta ku pereyê maye jî ji bo girtiyan û xwe dikin mesref û vedigerin Hîlvanê. Rojên xwe yên herî zor dijîn. Bandorek zextên dewletê di aliyê nerênî de ava dibe. Malbat ji van zextan di aliyê aborî û civakî de jî zirerê dibîne. Mehmet Emîn jî li gel rêhevalên xwe li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Mehmet Emîn di sala 1988’an de di çalekiyê de jiyana xwe ji dest dide.  
 
Xembara welatê xwe, fermandara yekem
 
Keça Sultan, Sultan Yavuz bi nasnav Leyla jî di wê demê de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Leylaya demek li bakur ruxmê lêgerîn û gefên dewleta Tirkiyê xebatê dide meşandin. Piştî xebatên xwe yên bajar li çiyê erk digire û li çiyayên Kurdistanê weke fermandara jin a yekem navê xwe li dîrokê dinivîse. Ew di heman demê de weke xembara welatê xwe wekî jina şoreşger tê naskirin. Di dema leşkeran bi ser malê de digirtin de bi bertekên xwe hêza xwe nîşan dide. Bi dêya xwe re li hemberî bêmafiyan dibû mertal. Parastina xwe ya rewa bi şêweyê herî mafdar didan meşandin. Wan di her fersendê de gotina “Her kulmek axa Kurdistanê zêr e” bi bîr dianîn û têkoşîna ji bo wê axê tê dayîn, pîroz dikirin. Wê jî weke dêya xwe bi hêz û serbilindî hezkirina xwe ya ji bo welat bi lêv kir û têkoşiya. Di heman sala ku Mehmet Emîn jiyana xwe ji dest daye li gel 9 rêhevelarên xwe jiyana xwe ji dest dide. Ji ber cenazeyên wan nehatin dîtin weke nişane li Hîlvanê ji bo wan mezel hatin çêkirin.
 
Wê jinên şoreşger hembêz kir
 
Bi van geşedanan re êdî zextên li ser malbatê qet kêm nabin. Leşker bi ser mala wan de digirin û ji gef li wan dixwin. Ferdên din ên malbatê jî ji têkoşîna hatiye dayîn tu car paşde gav neavêtin. Her çiqasî wendahiyên wan hebin jî qezencên wan jî zêde dibe. Dayika Sultan her jinek şoreşger weke keça xwe hembêz dikir. Hezkirina wan a welat hembêz dikir. Bû heval, bû dayik û bû rênîşandana gelek jinan û Sultan Yavuz di 2017’an de jiyana xwe ji dest dide.