Esmer Kiyar: Wêjeya şoreşê di têkoşînê de pêş xist

  • 09:03 28 Tîrmeh 2022
  • Portre
Derya Ren
 
AMED - Esmer Kiyar di 25’ê hezîrana 2020’an de li herêma Heftanîn a başûrê Kurdistanê  li qada Şeşdara  di êrîşa hewayî ya TSK’ê de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Pirtûka Esmer Kiyar a bi navê ‘Di tîrêjên rojê de mezinbûn’ di rojên borî de hat weşandin. Xwişka Esmerê, Zeynep Kiyar diyar kir ku asta vegotina wêjeyî ya wê gelek bilind bû.
 
Esmer Kiyar (Esmer Devrîm Zerdeşt) ku yek  ji kesên ku şoreş û wêje gîhand hev di 25’ê hezîrana 2020’an de li herêma Heftanîn a başûrê Kurdistanê li qada Şeşdara  di êrîşa hewayî ya TSK’ê de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Esmer ku xwedî şexsiyetek xurt bû di heman demê de wêjevanek gelek xurt bû.
 
Esmer di 1987’an de li gundê Pirêjman a Pîran a Amedê tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Amedê temam dike. Esmer beşa Biyoteknolojî ya Çandiniyê ya Zîraatê ya Zanîngeha Sêrtê  dixwîne û wê demê di xebatên polîtîk de cih digire. Esmer di 2010’an de bi hinceta xebatên siyasî tê girtin û perwerda wê nîvco dimîne. 4 sal û 8 mehan li girtîgeha Sêrtê girtî dimîne û wê pêvajoyê pirtûka ‘Di tîrêjên rojê de mezinbûn’ dinivîse. Esmer di Tîrmeha 2015’an de tê berdan û xebatên siyasî dimeşîne. Di 25’ê Hezîrana 2020’an de jî li Heftanînê jiyana xwe ji dest dide. Meha borî pirtûka wê ya ‘Di tîrêjên rojê de mezinbûn’ hat weşandin. 
 
Esmer di roportajek xwe de dibêje ‘Hevaltiya PKK’ê, beriya xwe hevalên xwe fikrandin e, fedekarî kirin e’. Hevalên wê yên têkoşînê Esmerê wiha vedibêjin: “Esasa taybetiya ku Esmerê hêz da hevalên xwe ev bû; Rêhevaltiya PKK’ê ji kûrahî dijiya û hîs dikir.”
 
‘Di hawira polîtîk de mezin bû’
 
Xwişka Esmerê, Zeynep Kiyar axivî û got wan zarokatiyeke di bin zextên dewletê de derbas kirine û wiha dirêjî dayê: “Di 1993’an de gundê me hat şewitandin û em hatin Amedê. Zext û zilm zêde bû. Li ber dibistanan mirov dihatin îşkencekirin û binçavkirin dihatin kuştin. Esmer di hawirek polîtîk de mezin bû. Di tevgera ciwanên şoreşger de cih girt. Zanîngeh qezenc kir. Çû Sêrtê. Wê demê got ez nizanim biçim hun yek bên. Bavê min nikaribû biçe. Bavê min got tu biçî ku derê teqez avahiyek partiyê heye, heval wê bibin alîkar. Esmer aliyê wê yê rêxistînî xurt bû. Di civakê de xwe dida qebûlkirin. Esmer di 2010’an de hat girtin. Di girtîgehê de xebata pirtûka xwe temam kir. Esmer ji rewşa welat gelek bi bandor dibû. Şahidiya gelek êşan kiribû. Dixwest êşên civakê bîne ziman. Hevala ku di pirtûkê de behsa wê dike jî gelek jê hez dikir û ji Kobanê bû. Digot xwişka min e. Pirtûk li ser vê hevaltiyê dertê holê. Piştre Sakîne surgunê Şakranê dibe. Sakîne dibêje ew dinivîse. Beşa nivco jî bi nameyan temam dibe.”
 
‘Şoreşger wêje û hunerê jî pêş dixînin’
 
Zeynebê balkişand ser mijara pirtûkê û wiha daxuyand: “Esmer ji jiyana Sakînê gelek bi bandor dibe. Malbata Sakînê malbatek ku gelek şehîdên wan hene bû. Me pirtûk şand ji Sakînê re. Lê hîna neketiye destê wê bawerim. Pirtûk beriya cejnê derket. Her kes di vê pirtûkê de tiştekî ji xwe re dike kar. Ev pirtûk di esasê de me hemûyan vedibêje. Şoreşgerî îro xwe li wêjeyê pêçaye. Ez vê ji roj nivîskên tevgera şoreşa Kurd re dibêjim. Şoreşger wêje û hunerê pêş dixînin.”
 
‘Hest tune bin şoreşgerî jî tune ye’
 
Zeynebê her wiha ev tişt anî ziman: “Wêjeya nivîskî ya Kurd pir kêm e. Ev di alî şoreşgerên Kurd de hîn bêtir zehmet e. Di têkoşîna polîtîk de nivîsandin zehmet e. Pêvajoyek şoreşê ya zehmet ya me heye. Hest tune be şoreşgerî jî tune ye. Ez bi vê bawer dikim. Hevala Esmer jî wisa difikirî. Nivîsandina hestan wisa ne hêsane. Mînak mirov li zindanê dinivîsin digirin serdest dikin û mirov neçar dimînin ji nû ve binivîsin. Bi înat nivîsandin. Hevala Esmer jinek bi biryar bû. Di têkoşînê de aktîf bû. Esmer çawa ket zindanê dest bi nivîsandinê kir. Dema Esmer hat girtin ez jî girtî bûm. Di nameyên xwe de jî li ser wêje û çandê disekinî. Me nameyên  hevala Esmer li koxuşê bi deng dixwend. Ji ber ku em hemû bi kelecan li benda nameyên wê diman. Dema dihat jî nêzî 10 rupelî dinivîsî. Asta vegotina wê ya wêjeyê gelek bilind bû. Ne jinek klasîk bû. Esmer di her hawirê de gelek dihat heskirin. Hezkiriyên wê pir zêde bûn.”
 
‘Em nizanin cenazeyê wê heye an na’
 
Zeynebê destnîşan kir ku Esmer bi du hevalên xwe re li Şeşdarê jiyana xwe ji dest dide û agahiyê jî di 17’ê Tîrmeha 2020’an de ji çapemeniyê fêr dibin.  Zeynebê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em bi malbatê re çûn Şirnexê û me serlêdan kir. Piştre em şandin nexweşxanê. Gotin sê cenaze hene. Gotin her sê jî mêrin. Gotin li alî Botanê şehîd ketine û biçin bibînin. Zext li me kirin ku em biçin bibînin. Me qebûl nekir. Piştre me gotin me cenazeyên dersînor neanîne. Em birin navenda polîsan û îfada me girtin. Gotin cenaze ji dersînor neanîne û me jî testa DNA neda. Me ji bilî wê agahî negirt. Em nizanin cenaze heye an na. Ev birîna me ya herî mezine. Em tenê dixwazin cenazeyê me li ku ye, fêr bibin. Ev mafê me ye. Em dixwazin fêr bibin.”
 
‘Ji bo em ji êşên xwe birevin naxivin’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji alavên Esmerê yên li pey xwe hiştiye muzeyek biçûk çêkiriye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Tiştên ji Esmerê mane hemû li malê ne. Alavên ku piştî ji zindanê derket û bi kar anîne hemû li malê ne. Ez demekê ji wan direviyam. Piştî ew çû min nameyên wê qet nexwend, min ji bo we îro vekirin. Wekê ku ew li vir e,  hîs dikim. Wekê ku em her tim ligel hev in. Em civak wisan e, em ji êşên xwe direvin. Ji bo em ji êşên xwe birevin jî em naxivin. Rûhevhatin hinek zehmet e. Lê divê em hinek bên rû hev. Ez şehadeta wê nikarim qebûl bikim. Malbat jî wisa ye. Wekê ku ew çûye û qet venagere, nayê qebûlkirin.”