Êrîşên li hember Rojhilatê Kurdistanê û berxwedan (4)

  • 09:03 9 Tebax 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Yek ji zirarên mezin a li ser jinan întîxar û xweşewitandin e. Aborî û pirsgirêkên civakî bû sedema mirin û mayînê. Ne jin tenê mêr jî ji ber krîza aborî, civakî dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber tundî, şer, depresyonê xweşewitandin û întîxar zêde dibe. Jinan teşwîqê întîxaran dikin. Di bin navê ol û mezhebê de qada jiyana jinan teng bûye. 
 
Evîn Zîlan
 
Civaka Rojhilatê Kurdistanê di nav demê de guheriye û xera jî bûye. Mudaxaleyên desthilatdariyan bûn sedema guherîna demografiyê. Ji bo guhertina gelan mudaxale hatine kirin û ev jî bûye sedema texrîbat û guherînan. Rejîmê bi armanca mulkiyet û serdestiyê, ji bo berjewendiyên aborî û jiyasî  sînor danîne û  ev bandor li ser piştevaniya civakî û çandî dike. Ev sînor bêguman bi armanca parçebûnê û jihevkirina gel, ji bo qirkirina çandî tê kirin. Di encama şerê Çaldiranê de peymana Kasri Şîrîn (1639) û di yekemîn şerê cîhanê de ji ber peymana Sykes-pîcot(1916) Kurdistan li du beşan veqetyaye. Ji vê parçebûnê her kesî nisîbê xwe ji ax, av û civakê girtiye, Kurdisan ketiye bin lepê qirkirinê. Ev rewş bûye sedema biyanbîbûna gelan. Bi demê re ev valahî li bîra gel hatiye nexşkirin û di navbera wan de cudahî derketine holê. Mînak li herêmên din ên Kurdistanê li Kirmanşah û Hewreman di navbera gelê Kurd de newekhevî pir giran bûye. Bêguman cudahiya ziman û zarava di vî alî de wek polîtîka hatiye bikaranîn.
 
Netewên din ên li Kurdistanê dijîn jî anîne hember hev û destûr nedane ligel hev bi awayekî azad bijîn. Her tim gelê Îranê li jor dîtine û gelê Kurd wek kêmar nîşan dane. Li saziyê dewletê rayedarên ne Kurd jî hene û ev rewş di navbera gelên Îranê de bûye sedema pêşdarazan. Vê kîndarî û dijminahî mezin kiriye.
 
Di rejîmê de Kurd jî di saziyên dewletê de peywirê digirin. Tê xwestin Kurd jî ji bo dewletê bibin model. Mînak leşkerên bi pere û asîmîle bûne, bibin zimanê polîtîkayên propaganda dewletê. Kurd di şerên sînoran de hatine bikaranîn û kirine parêzvanên sînor. Ji ber vê di pirtûkên dibistanên seretayî de jî lehengiya kurdan a di şerê Îran-Iraqê de tê gotin. Kurd jî wek leşkerên bi pere û nebaş tên bibîranîn. Kurdan felsefeya parastina cewherî şopandine û li dijî her cureyê dagirkirinê û destdirêjiyê şer kirine. Lê mixabin rejîma Îranê ev her tim ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye. Yek ji faktorên herî girîng a asîmîlasyonê jî polîtîka modelkirina karekter e. Ev modelbûn li navenda Rojhilatê Kurdistanê û perîferîyan tê kirin. Bajarên wekî Sîne, Urmiye, Mahabad û Kirmanşahê yên Kurdistanê wek navend hatine hilbijartin û bi hevkariya van portalan, li herêman meşandine. Di vî alî de gelek eşîr û taybetiyên eşîrê ji bo dewletê vê metodê bikar tînin.  Di nava demê de civak asîmîle bûne û şibiyane vê modelê.
 
Rejîm ji bo hêza pêşeng a civakê teslîm bigire li van herêman ji ser xizaniya aborî ya jin û ciwanan polîtîka dimeşîne. Van polîtîkayan li hemû herêmên Kurdistanê xwe daye der lê hîn bêtir li herêmên sînor û Hewremanê xwe daye der. Gel xizan hiştine, sînor girtine û dixwazin gel bikşînin saziyên seferberiyê yên dewletê. Rêxistibûna Xwişkên Besîc bi taybet li Kurdistanê di navbera jinan de belav kirine û wek îdeolojiya zext û kontrolê li ser jinan bikar tînin. Bêguman ji pêkanîn, asîmîlasyon û bê nasnamebûn û dij exlaqî xwe nedane alî.  Li Kirmanşah, Îlam û Lorîstanê bikaranîna hişbir, întîxar, xweşewitandin, betalî û koçberî her diçe zêde dibe. Her wiha di navbera jinên ciwan de hişbir û fuhuş jî her diçe zêde dibe. Bêguman ev bûyer ji bo xurtkirina hêza otorîter a rejîmê pêk tên.
 
Yek ji zirarên mezin a li ser jinan întîxar û xweşewitandin e. Aborî û pirsgirêkên civakî bû sedema mirin û mayînê. Ne jin tenê mêr jî ji ber krîza aborî, civakî dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber tundî, şer, depresyonê xweşewitandin û întîxar zêde dibe. Jinan teşwîqê întîxaran dikin. Di bin navê ol û mezhebê de qada jiyana jinan teng bûye. Bi hatina modernbûnê re bandorek mezin li ser jinan çêbû. Bi koçberbûna bajaran re bi zêdebûna krîzê re jin bi pirsgirêkên cidî re hatine rû hev. Li ser cil û bergên jinên Kurd û heta çanda wan bandorek mezin hatiye kirin.
 
Di civaka Yarsan de rêzdariya navbera jin û mêr de xwe parastiye. Di ola Yarsanî de mijarên zayendperest û namûsê hîna bandor li çanda qedîm a civakê nekiriye. Rêzdarî heye. Di derketina fikra Yarsan de rola dayika Sultan Sehat girîng e. 7 kesên pêşeng ên aktîvîteyên civakê hene. Dayika Sultan Sehat, Remzbar Xatun yek ji van 7 kesan e. Navenda jintî û dayiktiyê ew e. Rola ku civakê ligel hev digire ya Remzbar Xatûn e. Di qadên din de jî rola jinan girîng e û pêşeng in. Ola Yarsan yekbûna fikra Zagrosê ye. Hewraman ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk qada herî baş e. Rastiya civakeke xwedî civaka xwezayî heye. Xwe wek parçeyek xwezayê dibînin. Xwedî taybetiyên afrîner û nûbûnê ne. Bi rola pêşeng a jinê li dijî zayendpesetiyê têkoşîn tê dayîn.
 
Di civaka Kurdistanê de:  naskirina polîtîkaya rejîmê ya li dijî van mirovan, Zagrosiyan, karekterên serhildêr ê jinê, bi helwesteke li dijî van rêbazên şerê taybet û îdeolojiya dijminê jinê pêkan e. Demek kîjan aliyê civakê di hedefê de be, hêza wê civakê teqez di wî alî de veşartiye. Ji ber vê jî çavkaniya hêza ku divê ji dagirkirinê bê xilaskirin bê dîtin.
 
*Ev nivîs ji hejmara 28’an a mijara dosyaya ‘Rojhilat’ ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.