Axaftina Kwestan Dawudî ya di panela Jineolojiyê de kiriye (1)

  • 09:03 21 Hezîran 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Bi derketina tevgera azadiyê re ev guherî. Jinên Rojhilat tevli tevgera azadiyê bûn, perwerde dîtin. Bi perwedehiyên xwe bi komên Hewramî, Kurmanc, Soran û yên din re ketin diyalogê, li ser zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin."
 
Necîbe Qeredaxî
 
Rojbaş hevalno,
 
Ez ê bi kurtasî derbarê têkoşîna jinên Rojhilata de baixivim. Gelek ji we hîna wê demê nehatibûn dinê. Ez ê ji we re behsa serhildana Îranê bikim. Ez ê der barê jinan de bi kurtasî biaxivim.
 
Dewleta dagirker a Îranê, wek dagirkerên din yên li Kurdistanê ji bo îstatîstikan nede mehatine; ji ber îstatîstik alavên zanistîne, ji bo analîzkirinê tên bikaranîn. Lê dagirker naxwazin Kurd biaxivin. 
 
Em Kurd ne xwedî li îstatîstikên rast in. Mînak em nifûsa baş nizanin. Hinek dibêjin 30 mîlyon hinek dibêjin 40 mîlyon. Mînak derbarê bûyerên dîrokî yên Kurdan de kite kit tune. Ji ber ne nivîsikî ne.
 
Ji ber nebûna îstatîstikan jî wek hemû pirsgirêkan yên jinan jî nayên dîtin. Ji nûve nivîsandina dîrokê ya ji aliyê gel ve girîng e. Dîrok çi bû, naverok çawa bûn û jinan çi kiribû? Em behsa Rojhilat, ji Maku heta Xoy ji Îlam heta Başûr em behsa erdnîgariyek berfireh dikin.
 
Ez behsa xwe bikim. Ez tevli partiya Komunîst bibûm an jî hîna li Mahabadê bû. Ji sedî 80’ê mirovan hîna nizanin Îlam û Maku bajarê Kurdan e. Wekê ku tiştek wisa tune tevdigerin. Li van herêman jinên Kurd ne homojenin. Yanî ne yek cure ne. Jin xwedî ziman, çand û baweriyên cudane. Ev cudahî navbera jinên Kurd de tên dîtin.
 
Ji ber firehbûna erdnîgariyê, em wek ziman, ol cudane; lê nokteyek hevpar heye. Di mijara têkoşîn û xebata jinên Rojhilat de gelek nokte dikarin bên dîtin.
Li Rojhilat zaravayên Kurdî yên wekê Soranî, Kelhurî û Hewamî tên axaftin. Li Rojhilat mêr van zaravayan bikar tînin. Mêrên di partiyên siyasî de dixebitin, bi karên cuda re mişgulin bikartînin. Lê em jin, bêguman behsa xwendekaran nakim, piranî zimanê herêma xwe diaxivin.
 
Bêguman ev ji bo hemû jinan ne derbasdare; lê jin hîna li malê, dibstanê û marketan e. Ev jî hevfêmkirinê zehmet dike. Jinên Kurd mixabin ji derfetên din fêden negirtine.
 
Mêrên ku çavkaniya debara wan bazirganiyê ji malê derdikevin û diçin bajarên din. Ev faktorên girîng in; ev jî dibe sedema ku zaravayên din yên Kurdî fêr dibim. Dema ez biçûk bûm li Mahabadê nexweşxane tunebû. Mirov ji bo karên xwe ji cihekî diçûn cihekî din. Bi saetan rê diçûn. Yek ji sedemên newekheviyê ya li hember jinan jî cudahiyên di ziman de bûn.
 
Bi derketina tevgera azadiyê re ev guherî. Jinên Rojhilat tevli tevgera azadiyê bûn, perwerde dîtin. Bi perwedehiyên xwe bi komên Hewramî, Kurmanc, Soran û yên din re ketin diyalogê, li ser zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin.
 
Mînak dema heval di televîzonan de diaxivin me fêm nedikir ku ji ku derê ne. Yanî navbera zaravayan de şibandinek hevpar heye. Beriya van me hebûna zaravayên din nizanibûn. Mînak bajarê Urmiyê. Gelek kesî digot ew tirk, Miyadavab, Nakdeh, Şaxur in. Kêm  kesî digot parçeyek Rojhilatê Kurdistanê ye. Heta dema em tevli pêşmergeyan bûn, pir kêm kesî ev dizanibû.
 
Ez dixwazim balê bikşînim ser xalekê. Dema ji malê derketim çûm çiyan, me Kurdî baş nikaribû bixwenda û pê xebat bikira. Hemû metn farsî bûn. Diyalog jî pir kêm Kurdî bûn. 
 
Di 1979’an de dem rejîma Şah ket, jinên Rojhilat rolek girîng lîstin. Binêrin gele kes behsa jinên Rojhilat an jî jinên Partiya Komunîst dikin. Vê rastiyê biçûk nebînin. Em bi vê serbilindin. Bi sedan jin derketin qadan. 
 
Yanî di çanda azadiya Kurd de her tim jin hebûn. Lê jin dayik an jî hevjîn û hejmara jinan her tim kêm bû. Ji ber vê jî serhildana li dijî rejîma Şah, pêşiya jinan vekir ku tevli têkoşîna rizgariyê bibin.
 
Di vê demê de jin bi dildarî tevli bûn û sedema tevlibûna wan azadî û şoreş bû. Di vê çarçoveyê de hejmara jinên ciwan yên tevli Partiya Demokrat a Kurdistanê bûn pir kêm bûn. Belekî piranî ji van li bajarê Mahabadê hat jiyîn; lê dema Komîteya Şoeşger a Karkerên Kurdisan hat avakirin, hejmara tevlibûna jinan  zêde bû. Yanî jin ne wek dê an jî hevjîn, çawa ku mêr tevli têkoşînê dibûn, ew jî wisa tevli bûn. Jin tevli partiya Komunîst bûn. Tevli Demokratan dibûn. Dema jin ji malê derdiketin digotin mal terk kiriye.
 
Bêguman li jinên di partiyê de heqeret tenê ji aliyê dagirkeran ve nehat kirin. Heqeret ne li mêran li jinan li cinên ciwan dihatin kirin. Mînak keça baş ya ku li malê rudiniş û tu tiştek nedikir bû. Jinan dema berxwedanê de rêzdarî qezenc kir û li gundan jinên dibûn pêşmerge rêzdarî didîtin.
 
Komara îslamî hinek gotin ji bo jinan digotin: ew çepgirin, xwişk û biratiyê nizanin, destdirêjiyê li hev dikin. Piştre gundiyan jî heman gotin dubare dikirin. Piştî ku Partiya Demokratîk derket holê û bandora xwe nîşan da Partiya Komunîst hat avakirin. Muxalîf  bûn.  Mînak di dirûşmeyan de bi qerfî digotin "Komîteya xwedî keçên xweşik, pir bijîn". 
 
Wê demê li gundan li dijî jinan zîhniyek wisa tunebû. Heta em dihatin hezkirin. Digotin leheng. Lê mixabin hawirek serdestya mêr hebû. Atmosfetek serdest hebû. Lîder mêr bûn, berpirsyarî navbera xwe de parve dikirin. Jin li gorî pîvanên standardê mêran dihatin pîvan. Em deh kes bûn.  Lîderekî me yê mêr hebû. Sê çar hevalên me hatin darvekirin. Yek hîna dijî. Lê ji ber bûyerên wê demê pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hebûn. Em wê demê pir westandîbûn. 
 
Ji jinên ciwan ya qada şer tercîh kiribû heta dayikên 70 salî her kes tevli têkoşînê bûn. Jinên Kurd ji 14 salî şûnde hatin girtin. Îranê navbera 1979 û 1980’ê de 60 zarokên keç li girtîgehan înfaz kir. Belkî hejmar hîn zêdetir e. Em hejmarê tam nizanin. Ji ber kesî girîng nedît. 
 
Derbarê berxwedana jinan li girtîgehan têkoşîna hatiye dayîn de arşîvek Kurd tunebin jî wê rojekê teqez arşîvên girtîgehên Îranê derketin holê û ev berxwedan di nav belge û arşîvan de cih bigirin. 
 
* Nîşe: Beşa 2’yemîn a axaftina Kwestan Dawudî ya di 19/06/2016’an de di panela Jineolojiyê de wê hefteya pêş bê weşandin. 
 
* Ev nivîs ji hejmara 28’an a mijara dosya ‘Rojhilat’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.