Çîroka jiyana Kwestan Dawudî: Bêguman em ê bi ser kevin, ji ber berxwedan jiyane

  • 09:03 14 Hezîran 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Kwestanê têkoşîna azadiya jinê her tim girêdayê têkoşîna rizgariya Gelê Kurd digirt dest. Bi yekitiya netweyî, sekulerbûn, edelet û wekheviyê bawer bû.  Çi kir bi bawerî kir û dildar kir."
 
Necîbe Qeredaxî
 
Jiyan; êş, naqokî û têkoşîn bi hev re jiyankirine, hîskirine, ji berpisyarî, edelet û wekheviyê re pêşengî kirine. Ev pêvajoya bixwe ya diyalektîfa mirovahiyê îspat dike ye. Dibe destpêka xwegîhandina heqîqeta jiyana baş, rast û xweş. Temen çi dibe bila bibe, mirovan ber bi ciwaniyê dibe. Bi saya vê zor û zehmetî radibin û mirovan dibe armancê. Hevsengiya di jiyana Kweestan Dawudî, ji ciwantiya wê de tê. Ji ber vê çîroka jiyana wê çîroka jineke  ku xwestiye dîrok û têkoşîna xwe bixwe binivîse. Ji ber vê ji destpêkê heta dawî dirûşmeya "Jiyan berxwedan e" esas digire û li rojhilatê Kurdistanê di şoreşa "Jin jiyan azadî" de gotina "Em ê teqez biserkevin’ ne tesadufiyê. 
 
Kwestan Dawudî dixwest nasnameya jinan a heqîqî biafirîne. Nasnameya welatdarêziyê û berxwedêriyê ji qada Çarçira û bajarê Mahabatê digirt. Nirxa azadiyê, dizanibû û girêdayê azadiya axa xwe bû. Dema xwendekar bû dest bi çalakiyên siyasî dike û 1979’an de li Rojhilatê Kurdistanê tevli çalakiyan dibe. Bi wêrektiyeke mezin û qabiliyetê di nav rêxistina veşartî Komala de têkoşînê dimeşîne.
 
Di 1978’an de di Şoraşa Îranê de wek jinên kurd yên din Kwestan li dijî rejîma Şah serî hil dide. Bi pêşketina şoreşê re tevlî Rêxistina Şoreşger a Karkerên Kurdistana Îranê ya wek Komala tê zanîn. Tevlî du grevên li Mahabadê bû. Piştre piştgirî da xebatên Xwendekarên Şoreşger û Yekitiya Komunîstan. Ji bo girtiyên siyasî bê berdan tevli hemû çalakiyan bû.
 
Kwestan Dawudî digot têkoşîna azadiyê ne qada mêr, qada têkoşîna nasnameyê ya nû ye. Bi qadê pêşmergeyan re ket têkiliyê. Ewil li gundê Zgdraw bi cih bû piştre li gundê Qizilce ma. Dawiya 1979’an de bi hevalek xwe ya din re ji bo rêxistinkirin çalakiyê çû Tehranê û li wir hat girtin. Li girtîgehên Urmiye û Tehranê 5 salan di bin îşkenceyên giran de ma.
 
Tevî hemû zor û zextan wêrekî û biryara wê du car zêde bû, sirên rêxistinê veşart. Gelek hevalên Kwestanê diyar dikin ku wê li dijî celadan tu carê serî netewandiye.
 
Di serê salên 1990’î de  dema başurê Kurdistanê di bin êrişê Partiya Baas de bû li HangowRadio de li ser zextan bername çêdikir. Kwestan tu carê ji faliyetên civakî û siyasî xwe dûr nexist û hewl dida dengê Başûr bi cîhanê bide bihistin. Di êrişên kîmyewî yên li hember Halepçeyê de, di şerê navxweyîde, di êrişên dagirkirinê de her tim bû dengekî serbixwe.
 
Kwestan Dawudî ji ber zextên siyasî berê xwe da Swîsreyê. Lê ew bi fîzîkî li wir bû. Rihê wê li Kurdistanê bû. Bi enerjiyek mezin xebatên xwe ji bo Kurdan meşand. Li ku derfetê têkoşînê hebûna di eniya pêş de bû. Jineke ku dizanibû çi dixwaze bû.
  
Kwestanê bi salan endamtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kir. Heman demê de tevli xebatên dîplomasiyê bû. Salên dawî de wek endama lijneya rêvebreiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi awayekî aktîf xebitî.
 
Kwestanê têkoşîna azadiya jinê her tim girêdayê têkoşîna rizgariya Gelê Kurd digirt dest. Bi yekitiya netweyî, sekulerbûn, edelet û wekheviyê bawer bû.  Çi kir bi bawerî kir û dildar kir. Enerjiya wê pir mezin bû. Li ser pirsgirêkên neteweyî gelek roportaj bi radyo û televîzyonan re kir.
 
Di Komîsyona Jinan a KNK’ê de cih girt. Li dijî êrişên dewletê yên li hember civakê, ji bo piştgiriyê bide têkoşîna gel çû serdana Bakurê Kurdistanê. Bi taybet pêngava Kobanê de piştgirî da kampanyayên ji bo rojavayê Kurdistanê. Piştgirî da berxwedana Efrînê û ji bo xwedî derketina Efrînê bê navber xebitî.
 
Kwestan jinek xwedî îradeya xurt, rast, dirûst, rûken û jîn bû. Dayik û hevjîn bû. Tevî vê  modela hevjiyana azad kir pratîkê. Ji bo hevjîn û kurên xwe heval bû. Rihê wê azad bû. Ji jiyanê hez dikir, enerjiya wê pir bilind bû. Her kes difikirî û dixist tevgerê.
 
Ji bo Şoreşa Jîna plan dikir ku meşekê pêk bîne û bi wî dengê xwe yê xweş sirûdekê bêje. Lê mixabin nexweşiya wê giran bû nehişt. Dirûşmeya Kwestanê ya di têkoşîna siyasî de "Berxwedan jiyane", "Em ê teqez biserkevin" bû.  
 
Kwestan Dawudî 19 mehan bi nexweşiya pençeşêrê re têkoşiya. Lê tu carê hêviya xwe winda nekir, gazinc nekir. Her tim digot gazincên min tune ez dijîm!
Kwestan di 26’ê Çileyê 2023’yan de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Bi gotinên wê yên dawî "Berxwedan jiyane", "Em ê teqez bi ser kevin" li Seywan hat definkirin.
 
* Me xwest em  di Kovara Jineolojiyê de çîroka vê jiyana berxwedan parve bikin û bawerî û hêviya di gotinên wê yên dawî de zêde bikin. Em dixwazin gotinên wê yên di panela jîneoljiyê ya 2016’an de parve bikin û têkoşîna wê bibîr bînin.
 
* Nîşe: Axaftina Kwestan Dawudî ya di 19/06/2016’and e di panela Jineolojiyê de wê hefteya pêş bê weşandin. 
 
* Ev nivîs ji hejmara 28’an a mijara dosya ‘Rojhilat’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.