Lêgerînên têgeha yekbûnê ya di dîrokê de

  • 09:02 18 Tebax 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Dema ji vê navberê derbas dibin tên qada vejîna nû. Ev carnan dibe şikeftek carnan dibe perestgehek, carnan dibe lahîtek. Gelek kes ji vê ezmûnê derbas dibin. Vejîna ji nû ve ye.
 
Nagîhan Akarsel
 
Ji destpêka hebûnê heta mîtolojî, ji felsefeyê heta olên semarî di gelek pergalên baweriyê de zayendî xwedî cihekî girîng digire. Di tecrubeyên çandî û civakî de jî vê berdewam kiriye. Ev bihevrebûn hem di zewaca yekane de hem jî bi armancên din ji ser dînamîkên cuda pêk hatine. Li cîhanê her tiştî îro bi teşeyên cuda berdewam kiriye.
 
Mînak di vegotinên mitolojik de demên ku balê dikşîne ser tesadufan hene. Şopandina tesadufan dirêj berdewam kiriye. Meşandina vê rê jî zehmet bû.. Amadebûna ji bo guherînê ye. Ev guherîn dertê pêşberî kesên lezgîn. Redkirina bangeke konformîzmînê ye. Bersivnedayina ji bo vê bangê, wek jirêzêbûn û qutbûna ji pêvajoyên rihî îfade dike.
 
Yên derdikevin vê rê û hemû berpirsyariyê digirin jî dengê kesên diçin alîkariya xwezayê dibihizîn. Sînorên hiş derbas dikin û bi rih re dibin yek û rêwîtiya wisa vedişêre. Caran dibe agirê azadiyê carna dibe jinek zana carna dibe mêrekî zana. Ya girîng bernedayina ji vê lêgerînê ye.
 
Di vê navîna ku mirov tê de dimînin de ji tecrubeyên wêdetir, amadebûna ji hişmendiyê re wisa ne hêsan e. Li pey xwe ‘ez’ hiştin û ‘em’ bûyîn tecrubeyek mezin e. Dema dibe ez û tu mêzekirina ji heman paceyê zehmet e. Mayina di navberbûnê de cihekî wisa ye li vir tarîbûn û ronahî, başbûn û xerabûn, hebûn û nebûn, jin û mêr, jiyan û mirin, xweşikbûn û nexweşikbûn, hevy û roj, şev û roj û hemû dualîtebûn in. Mîtolojiya zinaran a van vedibêje, carna tengasiyan carnan jî tevgerên çalak vedibêje.
 
Dema ji vê navberê derbas dibin tên qada vejîna nû. Ev carnan dibe şikeftek carnan dibe perestgehek carnan dibe lahîtek. Gelek kes ji vê ezmûnê derbas dibin. Vejîna ji nû ve ye. Ev rêwitî ne zelal e û seranser e. Kesê mirinê dide ber çavan dikare xelata jiyana seranser bigire. Psykhe  (Rih) ji bo bigihêje Eros (Evîn) di ezmûnên zehmet de derbas dibe. Piştî astên din mêr bêyî şert amade ye bi evîn jinê hembêz bike. Ji bo vê astê ‘Hîeros Gamos’ an jî ‘zewaca pîroz’ tê gotin.
 
Di vê astê de divê hemû egoya mêr ji enerjiyên parçekirî re vekirîbe. Mêr vê fêrbûnê bi hesteke kûr fêm dike. Ji ber vê ye ku ditirse. Lê kesê ji enerjiya femînen piştgiriyê digire, di vê astê de bi giştî ji bo mala xwedawendê tê qebûlkirin. Di encama vê de tê fêrkirin ku dê û bavê leheng yek in. Qehremanê ji sînorkirinên dualîtreyê azad bûye êdî hatiye astek têr. Di asta piştî vê de jî asta ragihandina zanînê heye. Azadbûna ji tirsa mirinê, erdema xwegîhandina azadiya jiyanek bê tirs e. Ev di heman demê de jiyîna hunera di dema bêdawî de ye.
 
Di civakên herêmîyên Emerîkaya Navîn de fikra vejînê, xwe dispêre xwedawendê jin, mêr. Ev xweda ne tenê olî ye. Taybetiyên zayenda civakî ya bandor li ser hemû pergalan kiriye, dihewîne. Li van deran zayenda cih, mirovan, xwedayan, dem û alavan heye. Mînak di paradîgmaya mekanîk de cih û dem du tiştî îfade dike û bi  kesên herêmî yên Bakurê Emerîkayê re têgeha cîhanê di heman demê de tê wateya salê. Pergala demê jinê, dema bi xetê jî mêrtiyê îfade dike. Bi vî awayî tê gotin ku bi hezaran parçeyên demê hene. Tê bawerkirin ku dema hevsengî ji mensturasyonê tê.
 
Dîsa tê bawerkirin ku şev û rojek heye, di 21’ê Adarê de jin û mêr dibin yek û merasîma zewaca pîroz li gorî hevsengiya xwezayê di vê demê de tê kirin. Der barê vê de hewce pê heye ku ev rîtuelên bi Êzidî, Yarîsan û Elewiyan re hene bên nîqaşkirin. Di van baweriyan de spekulasyonên cur bi cur bên kirin jî, guman tune ye ku ev sir girêdayê jiyana pîroz e. Ev rîtuelên bi jiyan, xweza û civakê re di nav yekîtiyekê de tê kirin, car caran bi semah car caran bi batîzmê tê pîrozkirin. Car caran jî bi helbest û muzîkê ya ku yekîtiya Yarîsanan vedibêje tê pîrozkirin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Rastiya yekbûnê li ku ye, çawa ye, bi destê kê hat xerakirin’ wê hefteya pêş bê weşandin.