Taybetiyên siyaseta demokratîk
- 09:02 4 Tebax 2023
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Di siyaseta demokratîk de çalakî jî, taybetiya zimanê gel esas girtine. Civîn, meş, hilbijartin, mîtîng, proteseto, grev û serhildan jî di esasê sosyolojiyê de di dem û cihê xwe de pêk anîne. Hêza çalakiya ku bi îradeya xwerêxistinkirinê pêş dikeve jî di heman demê de nîşan dide ku çiqas serkeftî ye."
Nagîhan Akarsel
Siyaseta demokratîk a xwe dispêre jiyanek azad û feraseta siyaseta dînamîk temsîl dike, ji derveyî pergala heyî riyek nû xet an jî qadek nû îfade dike û wateyeke pir cuda li riya sêyemîn bar dike. Terza siyaseteke ku civakê û dewletê demokratîk dike ye. Ligel vê di esasa îdeolojiya sosyalîzma demokratîk de dibe siyaseta avakirina jiyaneke azad.
Bi taybet wek feraseta siyasteke ku konfederalîzma demokatîk digihîne watedarbûn û çêkerbûnê, tê îfadekirin. Herî zêde jî wek ferasta siyaseta ku bi pêşengiya jin û ciwanan, gelan, baweriyan û çandan esas digire û azadiya wan pêk tîne dertê pêş. Di serî de hevsengiya ekolojîk, terza avakirineke çêker û herikbar e. Taybetiyên wê yên girîng ev e ku bi qadên çand, aborî, huner, civakî, sportîf, zanist û teknîkê re di qada siyasî de temsîliyeta xwe dibîne. Ev taybetiyên wê nîşan dide ku esasên şaristaniya demokratîk hildigire.
Siyaseta demokratîk li şûna serîtewandin an jî serdestiyê, aştî û demokratîkbûnê, di esasa îqna û avakirinê de digire dest. Ji aborî heta polîtîkayê ji mafê mirovan heta hawirdorê, çand û tenduristiyê heta perwerdeyê di hemû mijaran de alavan pêş dixîne. Ji ber civakên bi rêxistin esas digire kongre, meclîs, komunên herêmî, kooperatîf, rêxistinên civaka sivîl, saziyên mafê mirovan, weqf, şaredarî, partî, çapemenî, komên xebat û gelek krîterên demokratîk esas digire û avabûnên demokratîk û rêvberî taybetiyên herî esas ên siyaseta demokratîk in.
Siyaseta demokratîk berovajî dethilatdariyê ji bo berjewendiyên girîng ên jiyanî yên civakê hêza biryargirtinê îfade dike. Ji ber vê hêza xwe ya biryarê herî zêde bi xebatên perwerde û pêşengên wê re pêk tîne. Ev hedefa wan a herî girîng e. Çalakbûna siyasetê jî bi xurtbûna kirdeyên demokratîk yanî bi pêşengên wê dikarin pêk bên. Di vê mijarê de çavkaniyên îdeolojîk ji bo paradîgmayan girîng in. Ligel vê siyaseta demokratîk qadeke ku azadî lê tê jiyîn e, wek dibistanekê ye. Cudahiyan esas digire, girîngiyê dide sekneke exlaqî, bi hişmendî nêz dibe, xwedî wêrekiyeke siyasî ye, zelal e, xwedî sekneke bi rêz e, ji nirxên komunal ên civakê xwedî dibe, girîngiyê dide pêşengên perwerdeyê.
Abdullah Ocalan bi nirxandinên wekî ‘Jin ji zayendê wêdetir kakila hemû pergalê ye’, ‘esasa sosyolojiyê ye’, ‘esasa civakê ye’, ‘derketina ji objebûnê û kirdebûyîn’ rola jinê ya di siyaseta demokratîk de daniye holê. Bi taybet di serî de di siyasetê de jinê li hemû qadên jiyanê di esasa nûneriya wekhev û hevserokatiyê de cih girtiye, di esasa îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê de li hemû qadên jiyanê xwe rêxistin kiriye û îradeya xwe ava kiriye. Mînaka vê ya herî şênber di Şoreşa Rojava de derketiye holê.
Yek ji nokteya girîng a din jî bi rêbazên burokratîk û alavan, bi hişmendiya ku şer, tundî, komkujî û qirkirin tê rewakirin, divê jiyanek mirovane bi siyasetek demokratîk bê avakirin. Ji ber vê divê hişmendiya parastina cewherî hebe. Divê mirov di ferqa vê de bin. Civak demek dirêj in çînî û deshtilatdarî ne. Em vê li ber çavan bigirin û em feraseta parastina cewherî li dijî êrîşan pêş bixînin.
Di siyaseta demokratîk de çalakî jî, taybetiya zimanê gel esas girtine. Civîn, meş, hilbijartin, mîtîng, proteseto, grev û serhildan jî di esasê sosyolojiyê de di dem û cihê xwe de pêk anîne. Hêza çalakiya ku bi îradeya xwerêxistinkirinê pêş dikeve jî di heman demê de nîşan dide ku çiqas serkeftî ye.
Siyaseta demokratîk a ku cudahiyên çandî esas digire, ji tunekirina civakê û dewletê wêdetir, rêbaza lihevkirinê pêk tîne, li şûna hiqûqê cih dide exlaq, li şûna îdareya burokratîk cih dide siyaseta demokratîk û ev hêza biryargirtina herî di cih de îfade dike. Di vir de dewletbûn, tercîhkirina ol an jî ji derveyê demokrasiyê li pey rejîmeke din lêgerîna çûyînê tune ye. Ji endezyariya civakî wêdetir, nirxên polîtîk û exlaqî yên civakê fêm dike û di asteke azad de hewl dide bigihîne cihê xwe.
Di encamê de bi hişmendiya ku li pêş jiyana yekbûyî ya gelan, bawerî û zayendan a bi îradeya xwe ligel hev dijîn nebin asteng, bi hişmendiya xwe ku têgehên dewlet-desthilatdarî-çîn û baviksalarî di civaka xwezayî de tune ye, nêzîkbûna mijarê gelekî girîng e. Di civakên demokratîk de, siyaseta girêdayê civakîbûnê tê destgirtin, beriya her tiştî zanîna ku çawa xwe digihîne başiyê esas digire û di vir de avakirin, çalakiya herî esas tê meşandin. Bi nirxên etîk û estetîk hem avakirina şerên avakirina jiyanek bi hev re hem jî avakirina xweş, baş û azad, yek ji armancên herî sereke ye. Di vî alî de siyaseta demokratîk tercîhkirina ku çawa dijî û biryara xwe bixwe digire ye.
NÎŞE: Ev nivîs ji hejmara 14’emîn a mijara dosyaya ‘Siyaseta demokratîk’ ya Kovara Jineolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.