Yên di rêya heq de û warên wan

  • 09:04 2 Hezîran 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Li her warî şopa civaka xwezayî heye. War û çand tu car ji aliyê êrişkaran ve ne tesaduf bû. Xewdaveda civaka xwezayî Xatun Fexre ye. Ji bo zanîna xwedavendan bê parastin qebûlkirine ku ji dîroka şaristaniyan bên derxistin. Ji bo vê zanînê biparêzin derketine çiyan, şikeftan, çilxaneyan.  Cihê wa ya kontek çiya bû ya, binê darekê an jî tenişta avekê bû. Ji xwezayê xwedî dibûn."
 
Nagîhan Akarsel
 
Kifşkirina zanînê rêzdariya li hember wê zanînê ye. Ev ji evîna Leyla û Mecnûn, ji şikefta ku Mecnûn Leyla temaşe dikir, ji pîroziya Laleş ya bi xwezayê re, ji xezîneya nan a Sitiya Ez, ji pîroziya Xatuna Fexre, ji artêşa Sitiya Nîsra, ji heyeta tovê di axê de zindî dibe û biriqîna çavên zarokên ku porên wan dirêj dikin.
 
Tevî komkujî û înkaran, heqîqet di hiş de veşarî bû. Tabletên Sumer wek destpêka dîrokî ya Êzidiyan tê qebûlkirin û wek kesên di riya heq de tên venasîn. Gotina amargî ya ji aliyê Sumeran ve wek vegera dayikê tê venasîn jî mînakek e.
 
Li her warî şopa civaka xwezayî heye. War û çand tu car ji aliyê êrişkaran ve ne tesaduf bû. Xewdaveda civaka xwezayî Xatun Fexre ye. Ji bo zanîna xwedavendan bê parastin qebûlkirine ku ji dîroka şaristaniyan bên derxistin. Ji bo vê zanînê biparêzin derketine çiyan, şikeftan, çilxaneyan.  Cihê wa ya kontek çiya bû ya, binê darekê an jî tenişta avekê bû. Ji xwezayê xwedî dibûn.
 
Wateya her kevir, ax û kulîkê dizanibûn. Mînak li Çilxane ya li Efrînê elem dikşandin. Çalên ku find pê dixistin û ji bo mirad lê bi cih dikirin hebûn. Hz Muhammed 40 rojan li şikefta Hîra dimîne. Ji Hz Muhammed re wahiya ‘bixwîne’ tê. Ev emr bê lepirsîn tê qebûlkirin. Ev rastî li erdnîgariya me berovajî dogmatîzmê li van çilxaneyan 40 rojî êş û elem tê kişandin û dibêjin xwe digihînin heqîqeta ‘xwe bizanibe’. Hejmara 40 bi Elewiyan re jî bi Êzidiyan re jî hejmarek bala me dikşîne ye. Me pirsî gotin ‘Xweza jî piştî çileye zivistanê û havînê xwe nû dike’. Yanî di xwezayê de her tişt piştî 40 rojî xwe nû dike.  
 
Vê riyek nû rêbazek nû dida pêş me. Mirov ne xwediyê xwezayê, parçeyek xwezayê bû. Çilmiran, Çilkeçikan, Çilxane û gelek navên din.Çil di Kurdî de hem tê wateya kişandina çil e, hem jî tê wateya meha çil e.
 
Em ber bi dîroka Êzidiyan ve biçin. Êzidîtî ku gelek caran wek ol gelek caran wek felsefe hat dest girtin, bi gotina herî baş ‘îlm’ dihat vegotin. Têkiliya wê ya bi zanînê re gelek xurt e. bibûn navê bawerî, fikr, etîka zanîn û rêgezên estetîkê. Di ol û baweriyê de şopa jinan ku tê lêgerînkirin, hêza vê çanda civaka xwezayî ya bi kok derdixe pêşberî me. Di vê qadê de lêkolîn daneyên bi heybet didan pêş me. Laleş cihê wan yê pîroz bû. Hewaya wê, erdnîgariya wê ne pir cemidî ne pir germ bû. Hemû pêşengên wan li wir bûn û Laleş wek navenda lêkolînê wek rola medreseye dihat dîtin. Li ser hemû qada jiyanê, ders dihat dîtin. Wan wisa pê bawer dikir. Sê qube li ser Laleşê hene, yek rojê yek heyv û yek jî cîhan e. Her sê jî di rêzekê dene. 
 
Dema lewheyên ku tê gotin 7622 sal berê hatine çêkirin û aydê Sumerane tê lêkolînkirin, tê diyarkirin ku kevneşopî wekhevin. Wê demê êdî derbasî şaristaniyên dewletî dibûn û tekabulê wê demê tê kirin. Ev demeke ku hemû nirxên civakî dihat vegotin bûn.  Gonul Tekîn û Murat Bardakçi di bernameya dîrokî ya Odeya Dawîn de digotin divê ev lewhe bê lêkolînkirin. Gonul Tekîn diyar dikir ku her tişt bi Sumeran destpêkirin polîtîkayek bi zanebûne. Di mijara pîrozvahiyên Çarşema Sor de şaristaniyên dişibin hev jî ev tespîta wan xurt dikir.  Di serî de Sumer şaristaniyên cuda  hêk reng reng boyax dikirin û sala xwe ya nû pîroz dikirin.
 
Mirovên digotin ‘sala nû hat jiyan hat nûkirin’ bi 7 melekan bawer dikir û her sal melek ji bo mirovan ji xerabiyan biparêzin dihatin û dibûn serekê wan. Nizanibin kîjan melek hatiye jî ev nîşaneya pergalek dewrî daîm û demokratîk bû. Ji ber vê kulîlkên sor yên meha Nîsanê pîroz dihatin dîtin. Zarokan ev kulîlk kom dikirin,êvaran dianîn û beriya roj biçe ava  bi kaşila hêkan û axê hevîr dikirin, dibirin ber derê ziyarete û didaliqandin. Bêguman gelek rîtuelên cuda hene. 
 
Lê dizanibûn ev rîtuel aydê mirovane û êdî bi wan tenê ne sînor in. Ji ber kulîlkên sor û hêk jî li sor boyax dikirin ji cejna xwe re digotin Çarşema Sor. Baweriya wan ev e; Dema Melekê Tawus bê  kulîlk dertên. Xwişk û biratiya axretê, guhertina kiras, dema mirin çêdibin lêdana def û şebaban û gelek kevneşopiyên din di serî de Êzidî, rîtuelên gelek civakên qedîm yên Rojhilata Navînin. Mînak dîsa bawer dikin ku Xwedavenda her tiştî heye. Ya rojê, ya çandinî, evin, esman, erd û gelekên din. Bi Êzidiyan re ya herî zêde jî xwedavenda Şêşîm e. Hinek dema çandiniyê gazî vê xwedavendê dikin. Hinek ji bo xêrê  dikin dema diyariyan belav dikin gazî vê xwedavendê dikin. Ji bo belavkirina diyariyan Hinek pembu dişînin û dibêjin ev xwedavend berketa pembû zêde dike. Em di Êziditiyê de lêgerîna şopa jinan berdewam dikin. Çandên ku têkiliya jiyan-xweza- jiyanê vedibêjin dertên pêş me.
 
Me beşek bi sernavan anîn ziman û di nav tevahiya çandî de her gotina cih digire, rîtuelek, wateyek û heqîqetek didît. Û bi jineolojiyê re ev wate hemû yek bi yek li gor giştîbûna çandî şîrovekirin û fêmkirin wek peywirek mezin li pêş me disekine.
 
Ev nivîs ji hejmara 5’an a dosya ‘ji krîzên Rojhilata Navîn re lêgerînên çareseriyê’ ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.