Qirkirina ku berhema aqilê mêr e

  • 09:04 24 Kanûn 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Modernîzm, netew-dewlet û serdestiya mêr ku bi xwe hevokên xweş, edalet û azadiyê îlan dikin, di sedsala dawî de êşên herî mezin ên dîrokî dan jiyîn. Yên ne ji xwe, yên ne serdest, yê di statuya kêmarbûnê de û her wekî din, xwestin homojenîze bikin û bikujin"
 
Rojda Yildiz
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê yek ji qirkirina herî mezin a sedsala 21’ê hat jiyîn. Baweriya Êzidiyan bi destpêkirina olên yekxweda bi hezaran salane hedef tê girtin. Ji sedsala 7’an û şûnde îslamiyet ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê belav bû, li hember baweriyên din Êzidîtiyê zext pêk anî. Civaka Êzidî bû hedefa rêxistina DAIŞ’ê jî, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, sirgunkirin, jin li bazaran hatin firotin. Hîna bi sedan jinên di destê DAIŞ’ê de ne hene.
 
Rêxistina terorê DAIŞ’ê ji ber baweriya Êziditiyê dagirkirina Şengalê girîng dît. DAIŞ ku bi fikrên îslam û cîhanê terora xwe rewa kirin û ji ser  vê gelê Êzidî hedef girtin. Ev biryarek dîrokî û zanebûn bû. Di pêvajoya vê qirkirinê de mêrên ciwan hemû hatin qetilkirin,  zarokên kur bi zorê kirin misliman û yên qebûl nekirin jî hatin qetilkirin. Tecawizî jinan kirin, jin hatin desteserkirin, wek koleyên seksê li bazaran hatin firotin, hatin revandin û kuştin. DAIŞ’ê jin û zarok wek sermayê dîtin. Jinên Êzidî yên  ne tenê carekê çend caran hatin firotin, zarokên kûr hatin perwerdekirin tevlî komên xwe kirin. Hinek malbatan pereyên zêde dan DAIŞ’ê ku zarokên xwe şûnde bigirin.
DAIŞ rêxistineke xwe dispêre zext, şîdetê ye. Di vî alî de wek pêvajoyên qikirinê yên din, bi rêya çand, perwerde, zewicandinê serî li asîmîlasyonê dane. Jin û zarokên keç ên desteser kirin wek sermayê dîtine û li ser wan pere qezenc kirine, yên nefirotin jî ‘bexşê’ endamên xwe kirine. Bêguman endamên DAIŞ’ê dema bixwazin dikarin jinên Êzidî bifroşin hinekên din. DAIŞ’ê broşura ‘Der barê girtina kole û dîlgirtiyan de pirs û bersiv’ weşandiye û  maf ji endamên xwe re vegotine. Ji pirsên hatine pirskirin yek wiha ye;
 
Pirs: Bi keçikek kole ku hîna kamil nebûye, dikare  pê re bikevin têkiliya zayendî?
 
Bersiv:  Bi keçika kole ku hîna kamil nebûye,  ger ku têr mezin bibe dikare pê re bikeve têkiliya zayendî. Ger zêde mezin nebûbe bêyî têkiliya zayendî dikarin kêfa xwe pê bikin.
 
Rewşa herî biçûkxistî ya li hember bedena jinê, nasnameya jinê di sedsala 21’ê de DAIŞ’ê kir. Jin tenê wek koleya seksê dît, her cureyê şîdetê lê rewa dît. Hela ku dema mijar bû jinên Êzidî, heqeretên herî zêde lê hatin kirin. Jinên Êzidî ger ku ol biguhertana bi endamên çeteyan re dihatin zewicandin. Lê ger qebûl nekiribana, wek koleyên seksê bi kar tînin. Pêvajoya qikrinê dest pê kir nêzî 4 hezar jinên Êzidî wek kole hatin girtin.
 
Jinên Êzidî ku di encama tecawizê de ducanî diman, piştî bebek dihatin dinê pirsgirêk dijiyan û hîna jî didome. Gelek jin naxwazin bi van bebekan re têkiliyê deynin û lê binêrin. Ji bo vê jî bi şîara ‘zarok bêgunehin’  şêx û pîrên Êzîdî malek lênerînê vekirin. Di van malan de li zarokên ji DAIŞ’ê çêbûne dinêrin. Di mijara ku jinên Êzîdî bi bebekên xwe re vegerin civaka Êzidî hîna mijarên tên nîqaşkirin hene. Piranî Êzidî dibêjin bila jin bên lê zarokan neynin.
 
Jinên ji destê DAIŞ’ê xilas bûn hema hema hemû ji aliyê DSG’ê ve hatin xilaskirin. Hîna du hezar jinên li bendê xilasbûnê ne hene û aqûbeta wan nayê zanîn. Êzidiyên ku reviyan û jiyana xwe xilas kirin jî koçî welatên cuda kirin. Êdî kêm mirov dixwazin vegerin Çiyayê Şengalê ku bi sedsalane bi civakîbûna xwe li ser piyabû...
 
Modernîzm, netew-dewlet û serdestiya mêr ku bi xwe hevokên xweş, edalet û azadiyê îlan dikin, di sedsala dawî de êşên herî mezin ên dîrokî dan jiyîn. Yên ne ji xwe, yên ne serdest, yê di statuya kêmarbûnê de û her wekî din, xwestin homojenîze bikin û bikujin. Ev polîtîkayên tunekirinê heta sermaye, asîmîlasyon, qirkirina çandî dirêj bû. Ev sê qirkirinên ku navê wan derbas dibe jî ji bo qirkirina olî saîk motîvaasona esas bû. Ethosa Sunnî ,Tirk-Sunnî- Sunn wek nasnameyek jor, hemû nasnameyên din tune dikir. Di vî alî de bi qirkirina di 1915’an de pêk hat re, qirkirina 2014’an bû xeleka dawî ya qirkirinê.
 
Saîkek din a di navbera gelan de naguhere, polîtîkayên li hember jinan e. Di 1915’an de jinên Ermenî di 2014’an de jinên Êzidî ji ber baweriyên wan bûn hedefa mêran. Jin ji her cureyê êrîşê re vekirî hiştine û wek alavekê dîtine.
 
Ev feraset di pêvajoyên qirkirinê de bi heman awayî tunekirina jinê hedef digire. Mînak di sê qirkirinên me got de mêjiyê mêr bedena jinê bi kar aniye. Heman tişt di qirkirina Bosna Hersekê de di qirkirina Çerkezan de jî hat jiyîn û jin wek koleyên seksê hatin bikaranîn, hatin tecawizkirin û şîdet dîtin. Di qirkirinên Bosna Hersek, Srebrenîsa 25.000 jin hatin tecawizkirin.
 
Qirkirin ji nokteyên hatin destpêkirin, neqediyan. Yên li pey qirkirinê man, hatin asîmîlekirin û her roj di bin qirkirinek nû de man. Û yên tên vegotin çîrokên me ne. Tiştên ku jinên Ermenî, Kizilbaş, Êzidî jiyan, çîroka me çîroka vê erdnigariyê ye.
 
Û em jinên li pey mane, bêdeng bijîn jî wek dayika Huriye gotiye "Gelo dikarin wan goristanan, wan riyan, wan erdan, wan daristanan bidin jibîrkirin?"