Erdnîgarî, hişê civakî û êrîşên hegemonîk
- 09:02 16 Tîrmeh 2021
- Nîqaşên Jineolojiyê
Der barê tunekirina hişê civakî de di seranserê dîroka civaka hiyerarşîk de rêbaza herî zêde serî lê tê dayîn guherîna demografîyê ye.
Guherîna demografîk, êrîşek qirkirinê ya li erdnîgarî û hişê civakê ye. Hedefa esas a di demografiyê de, asîmîlekirin, qutkirina mirovan a ji warên wan, biyanîkirin, guherîna aydiyeta erdnîgariyê ye.
Sevda Can
Der barê tunekirina hişê civakî de di seranserê dîroka civaka hiyerarşîk de rêbaza herî zêde serî lê tê dayîn guherîna demografîyê ye. Guherîna demografîk, êrîşek qirkirinê ya li erdnîgarî û hişê civakê ye. Hedefa esas a di demografiyê de, asîmîlekirin, qutkirina mirovan a ji warên wan, biyanîkirin, guherîna aydiyeta erdnîgariyê ye.
Demografî; zanista li erdnîgariyeke bi sînor, lêkolînkirina taybetî, guherîn û serjimarê ye. Bi dîrokî, civaknasî û erdnîgariyê re têkildar in. Guherîna demografîk jî; civak, gelê li wir dijî ji axa wan qut û surgunê axeke din dike, li şûna wan hinek gelên din tên bicihkirin. Ev guherîn di esasê de hedefa hatiye plankirin, bi armanca siyasî tê kirin. Mînak mirovên sipî yên Ewropayê li gelê herêmî yê Efrîkayê wisa dike. Yan jî di damezrandina Emerîkayê de, ya ku sipiyan li kabîleyên herêmî yên Emerîkayê kirine, li Avustralyayê tiştên li gelê Aborjîn hat kirin û li gelên din ên herêmî hatin kirin. Ev hemû bi guherîna demografîk a çandî û siyasî hatin meşandin. Îro jî ev versiyon bi destên Tirkiyeyê li Efrîn û Serêkaniyê tê kirin. Cihên ku piranî serjimara kurd lê heye, bi rêya şer û zextan tên valakirin û komên ji ereb û gelên din pêk tên, çeteyan bi cih dikin û dixwazin demografiya wê erdnîgariyê biguherin. Guherîna demografîk bi xwe êrîşeke qirkirinê ya li hember erdnîgarî û hişê civakî ye.
Li cîhanê tiştên pêş dikevin ji hev ne qut û cuda ne. Ev di diyaletîka gerdûnê, civakî, siyasî û qada çandî de jî bi bandor pêk tê. Wek cîhan, parçeyên atomê ya Kuantum. Di xwezaya duyem de jî bandora perperokê dihewîne. An jî, cîhana ku hatiye rewşa gundekî global, li dijî qirkirina li hember mîrateya çandî ya mriovahiyê û erdnîdariyê bêdengî çawa dikare bê vegotin? Di encamê de ev êrîşên qirkirinê yên tên jiyîn, bi gelên herêmî û xwezayê sînordar nîne. Di pergala hegemon a cîhanê de, yekena mijara esas, serdestî û berjewendiyên aborî ne. Di vê çaryeka sedsala 21’ê de, Tirkiye û çeteyên wek DAIŞ’ê, li erdnîgariya qedîm ya Rojhilata Navîn, li hember mîrateya çandî ya dîroka mirovahiyê, li hember nirxên aborî û manevî, êrîşên qirkirinê dimeşînin û di dîrokê de tu car êrîşên wisa hovane û çavsor nehatine meşandin. Hêzên hegemon ên cîhanê çavên xwe li dijî van êrîşên Tirkiyeyê digirin û ev jî ji bo berjewendiyên wan e. Di encamê de dema mirov dîroka mirovahiyê ya dema hiyerarşîk lêkolîn dikin, di dem û cihên cuda de, afrînerên heman zîhniyetê bi xwe ne. Yê ku Saddam derxist pêş û bi ser gelan de bir, çavê xwe girt Ewropa bû. Dema karê wan bi Saddam qediya bir darvekirinê. Xuyaye dê li Rojhilata Navîn jî dîsa rewş ne cuda be. Ji ber dîrok ji tekerrurê pêkan e.
Lê şaristaniya demokratîk a bi esasa civaka xwezayî pêş ketiye, di nêrîna wê ya dîrokî de, dîrok ji tekerrurê ne pêkan e. Ji ser dem û cih, herikîn û hişmendiyek dîrokî dihewîne. Pergala civakî ya azadîxwaz a jinê ya ekolojîk a demokratîk, di çirûska zanista dîrokî ya pergala jinê ya dayika xwezayî de pêş ketiye. Di roja me de, ji bo parastina hişê civakî û erdnîgariyê û jiyîna wê têkoşîn tê dayîn. Jin ling û esasa têkoşîna parastinê ava dike. Di têkoşînên li dijî pergala hiyerarşîk de, wek civak divê argumana me zanista jîneolojiyê be. Di bin ronahiya hişmendiya dîrokî de, di esasa simbiyotîka xwezayî ya yekem û duyem de, xwezaya sêyem wê bibe pêşketina hişê çandî û civakî, wê bibe mifteya çareseriya pirsgirêkên civakî û ekolojîk. Her wiha wê bibe dawiya pergala şaristaniya hegemon. Wateya xwezaya sêyem, em bi gotinên Abdullah Ocalan vebêjin;“Xwezaya sêyemîn ne bihûştek nû yan jî utopyayek e; li ser xwezayan, parastina hêza hişmendiya bi mirovan re zêde dibe, wê lihevhatina mezin pêk anîne. Ev ne tenê bêrîkirin, armanc an jî soza utopyayê ye, hunera jiyaneke xweş û baş a ku wateya wê ya pratîk û rojane heye. Xweza sêyem bi pêşketina taybetiyên civakî yên femînen û ekolojîk pêkan e.”
Ev jî girêdayê mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê, li her qada jiyanê, xwedî hişmendîbûnê ye. Têkoşîna dayikên Egeyî yên li hemberî madenên zêr, têkoşîna dayikên Behrareş a li hember HES û madenan, têkoşîna dayikên kurd a li hember qikirina dîrokî û xwezayê gelek bi nirx û watedar e. Em bi rihê jintiyê, xwedî li xweza û erdnîgariya xwe derkevin.