Di şopa Dayikên Xwedawend de

  • 09:12 2 Tîrmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Dîroka çanda Dayika Xwedawend fêrî me dike  ku em keviran ji xîzê veqetînin û dengên wan bidin axaftin. Bi vî awayî jî em xwe veguherin kevir û bêdeng nemînin. Ger em vê riya zehmet derbas bikin, em van tiştan lêpirsîn bikin, em heqîqetê derxin holê û wateya orjînal fêm bikin, em ê hemû zincîran bişkînin
 
Andrea Benario
 
Ji zarokatiya xwe de em li gorî baweriyên malbatî û civakî cejnên olî yên cur bi cur pîroz dikin. Gelek caran em der barê wateya kevneşopiya cejn û kokên wê de zêde nafikirin. Em bi çar çavan li bende sezona cejna ne û nokteya esas jî bi giştî bi malbat û hevalan re hatina gel hev e, ji bo hev pêşkêşkirina diyariyan û ziyaret in. Ligel vê divê rîtuelên şahiyên olên yekxweda ji nêz ve bê lêkolînkirin û bi taybet gelek şopên çandên Dayika Xwedawend derdixe holê.
 
Ji ber vê jî cejnên herî girîng ên Êzidî, Yahudî û Xiristiyanan, destpêka biharê û  hefteya dema roja zivistanê nêzî hev in û ne tesaduf in. Ji bo van cejnan şîroveyên olî yên cuda hebin jî di alî rîtuel û kevneşopiyan de dişibin hev. Mînak girêdayê rojên diyarkirî yên cejnê, girtina rojiyê, pêxistina findê an jî agir, belavkirina diyariyan, amadekirina şîrînahiyê an jî xwarin û vexwarinên cejnê. Di vir de nokteya din a divê em balê bikişînin ser a kevneşopiyan jî boyaxkirina hêka mirîşkê ye.
 
Di zarokatiya xwe de, li bazara Paskalyayê lêgerîna hêsa mirişkê ya rengîn û biriqandî, bala min zêde nedikişand ku eleqeya wê bi vejîna Îsa çi ye, çima ew roj  tê pîrozkirin. Ez pir zêde nedifikirîm. Ligel vê roja Îna Pîroz bi çarmixkirina îsal hat vegotin û roja piştî vejinînê, yanî di Yekşema Paskalyayê  de rojên Paskalya bi dawî dibûn, di navbera dawiya meha aadar- navîna nîsanê de her sal di hefteyek cuda de dihat pîrozkirin. Vê serê min tevlihev kiribû. Ez jî wek lêkolînereke Jîneolojiyê rastî çareseriya vê xaçepirsê hatim. Ez fêr bûm ku boyaxkirina hêkan beriya Xiristiyaniyê, xwedî kok û esasên girîng e û bi kozmovîzyonên dayik-îlahî re eleqeder e. 
 
Hêka cîhanê ya Dayika Xwedawend ku  taybetiyên wê yên karakterîstîk heyveron û rengê wê sor e, welîdînê, nûbûn û vejîna ji nû ve nîşan dide. Kevneşopiyên cejna Êzdiyan a Çarşema Sor ku di serê meha nîsanê de wek roja vejîna cîhanê û hatina biharê tê pîrozkirin jî şopên van sembolan li ser xwe dihewîne. Bi wesîleya vê cejnê hêk tên rengînkirin, ji ber hêk di baweriya Êzidiyan de esasa gerdûnî û jiyanê temsîl dike. Çar esasên gerdûnê dihewîne: ax, av, ba û agir. Ji ber meha nîsanê pîroz tê qebûlkirin û kulîlkên xwe yên rengîn wek Bûka Salê tê binavkirin, di meha Nîsanê de Êzidî dawetan çênakin. 
 
Gelên Asu, Aramî û Keldanî jî ji Beriya Zayînê ji 4749’an heta niha pîrozbahiya bi navê Akîto dikin. Di mehên biharê de hêkan boyax dikin û mîhrîcana herî girîng a salê ye. Pîrozbahî her sal piştî 21’ê Adarê şûnde roja Yekşema ewil a meha nû dişopîne dest pê dike û 12 rojan berdewam dike. Mîhrîcana Akîto ku wek mîhrîcana vejîna cîhanê, bihuşt û çandina genim jî tê pîrozkirin, kokên xwe îhtîmaleke mezin ji sembola nîv heyva ku çanda Neolotîk dayik-îlahî digire ye. Ligel vê di mîtolojiya Babîlê de, dayika xwedawend Tîamat ku tê îdiakirin ku kaosa cîhanê bi dawî kiriye, ji aliyê kurê hukumdarê nû Marduk ve hatiye qutkirin, temsîl dike ye. Mîhrîcanên çanda Dayika Xwedawend jî ji wateyên wan ên orjînal bêpar tê hiştin û wek tezahura rêveberiya dewlet-baviksalarî ji nû ve hatine çêkirin.
 
Wek berê min gotibû, Mîhrîcana Paskalya ya Xiristiyan jî  şopên vekirî yên baweriya Dayika Xwedawend dihewîne. Her sal piştî 21’ê Adarê Yekşema ewil tê pîrozkirin. Nav, taybetiyên wê heta Xwedawenda Welîdînê Cermen, Ostara (Eostre) diçe. Kîvroşkên li baxçe hêkên rengîn vedişêrin an jî pijandina nanên taybet, sembol û kevneşopiyên Paskalya ye û ev jî ji bo rûmeta Xwedawenda Bereketê tê pîrozkirin. Wek çanda Meryemê, ji bo esasên çanda dayiksalariyê di nav gel de zêdetir bê qebûlkirin, ev mîhrîcan entegrayê kevneşopiya Xiristiyanan hat kirin. Ev nêzîkatî di heman demê de îfadeya hêza çanda Dayika Xwedawend e. 
 
Kevirên Mozaîkek nû
 
Çanda Dayika Xwedawend di vegotin, sembol û kevneşopiyên olên yekxweda û olên Îbrahîmî de, gelek şop hiştine. Ji bo bê lanetkirin û bê tunekirin. Ji bo li berxwe dide û ji mirovan re durist in. Ji nû ve hat şîrovekirin, berovajîkirin û entegrekirin. Dîroka çanda Dayika Xwedawend fêrî me dike  ku em keviran ji xîzê veqetînin û dengên wan bidin axaftin. Bi vî awayî jî em xwe veguherin kevir û bêdeng nemînin. Ger em vê riya zehmet derbas bikin, em van tiştan lêpirsîn bikin, em heqîqetê derxin holê û wateya orjînal fêm bikin, em ê hemû zincîran bişkînin. Bi vî awayî em ê bikaribin tehma cejnên xwe pîrozbahiyên xwe derxin û ji bo civakek azad dikarin di şopa Dayikên Xwedawend de biçin. Bi vî awayî ji bo avakirina mozaîkek rengîn, em dikarin kevirên biçûk bînin gel hev.