Demokratîkbûna malbatê mijara azadbûna jinê ye

  • 09:02 2 Nîsan 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Têkoşîna jinê xwedî hêzeke ku dikare têkoşîna gerdûnî bi têkoşîna jinê re bîne gel hev. Ji ber têkoşîna jinê bi qasî ku bi biryar e dîroka koletiya jinê binivîse, bi îdia, xurt û biryare ku dîroka azadiyê jî binivîse."
 
Nesrîn Orun
 
Malbat saziyeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Bandora her dema dîrokî dihewîne û bi taybet wek  her cureyê îdeolojiya pêvajoyên netew dewlet û moderbûnê, hatiye meşandin û gihiştiye forma îro. Mark û Engels hîna di dawiya salên 1800’î de tespîtên derbarê malbatê de kiriye û tevî ev sazî rastî gelek guherînan hatiye jî, serdestiya li ser jinan û li ser serdestiya civakî ev sazbûn bi awayekî cidî neguheriye berovajî vê serdestî bi teşeyên nayên dîtin kûr bûye.
 
Marx; “Zewaca jin-mêr, pêşketineke dîrokî ya mezin e. Di heman demê de ligel koletî û malê taybet heta roja me ya îro hatiye. Hinek bi êş û aloziyê hatine bidestxistin. Li gorî vê her pêşketineke di heman demê de serdema şûndeketinê jî vedike.”
 
Engels jî vê tespîtê wisa dixwîne: “Zewaca jin û mêr, teşeyê hucreya civakî ya lihevanînê ye… Malbata jin-mêr a modern, vekirî an jî aşkera, li ser koletiya gerdûnî ya jinê hatiye avakirin:hilweşîna hiqûqa dayiktiyê, bû têkçûna dîrokî ya mezin a zayenda jinê. Li malê jî, mêran serdestî girt destên xwe; jin biçûk hat xistin, bû kole û bû alava kêfê ya mêr û alava welidînê.  Bi taybet jin di serdema qehremaniyê ya Yewnan de, piştre jî di serdema klasîk de her tim wek kole hat dîtin, biçûk hat dîtin, hat xemilandin û di bin teşeyên nerm de hat veşartin; lê tu car ji holê nehat rakirin.”
 
Wek tespîtên Marx û Engels, Ocalan jî tespîtekê dike û analîzek dîrokî lê zêde dike:
 
“Jin bi sedsalane li malê hatine hepskirin û li qesran hatine girtin; Mahkûmê tarîtî û kemînê hatine kirin û ji hemû bernameyên civakî hatine dûrxistin. Ji ber vê rewşê, di heman demê de di alî êşa ruhî de jî çal tarîtiyê hatiye kirin û hebûneke hatiye tunekirinê ye.. Jin bi giştî di alî rûhî de hatiye valakirin, di alî teşeyî de jî kirine rewşeke ‘çûka qefesê’ ya xemlandî-ya bideng. Yên di nasnameya jinê de li dawî xistiye, di heman demê de nirxên civaka komunal in jî. Dema mirov hîn bêtir nêzî kûrahiyê dibin, ji zayenda biyolojîk wêdetir, tê dîtin ku ev pêkanînek nîjad, çîn û netew e. Lê çîn, netew û nîjada herî  tê binpêkirin.. Dîroka koletiya jinê hîna nehatiye nivîsin. Dîroka azadiyê jî li bendê nivîsandinê ye.”
 
Ev analîzên dîrokî û rojane, nîşan dide ku, dema mirov li malbatê dinêrin, mirov di esasê de li dîroka binpêkirin, desthilatdarî û serdestiya jinê dinêrin. Malbat bi giştî saziyeke giştî ya sazîbûna van hemûyan e. Di şoreşên Burjuva yan jî moderbûnê de, tevî gotina demokrasî û wekheviyê jî, têkiliyê serdestî û desthilatdariyê ya di vê saziyê de, her çûye girantir bûye. Dîsa di şoreşên sosyalîst de tevî hemû hewldanên radîkal û polîtîkayan mijara jin û malbatê nehatiye çareserkirin.  Dema mirov dinêrin saziyeke wisa ya di bin serdestî û binpekirinê de, zehmeteke ku bê demokratîkirin heta, hêviya wê şikestiye.  Belê rewş bi qasî dîtinê ne, ji dîtinê zehmetir e.
 
Malbatek demokratîk pêkan e gelo?
 
Lê azadbûn, demokratîkbûna malbatê mijara azadbûna jinê ye. Ji ber vê jî ji hilweşîna hiqûqa dayikbûnê heta niha  bi taybet di sedsalên dawî de, têkoşîna azadiya jinê gihiştiye astek girîng.  Têkoşîna jinê nikare îdia bike ku jinê dikare azad bike lê malbatê nikare azad bike.  rewşeke wisa zemîna esas a jinê dike kole û koletiyê li civakê ferz dike, derbas dike û pirsgirêka esas çareser nake û dibe têkoşîneke ku pirsgirêkên pêvek çareser dike ye. Dîsa îdiaya ku ev sazî bê mehkûmkrin û yekane çareserî ji holê rakirin jî, tezeke bi kelecan e. Lê tenê tezeke bi kelecan e.  Pêkanbûn û biryarbûna wê dibe nîqaşên demdirêj. Ji ber wek Davîd Morgan gotiye, malbat ne nesne ye, pêvajoyek, dîrokî ya dirêj e û gerdûnek biçûk e.
 
Ji bo vê pêvajoya dîrokî, vê gerdûna biçûk, mudaxaleyek biçûk neyê kirin, mirov nikarin behsa azadiya jinê jî bikin. Heta mirov nikarin behsa têkoşîna demokratîkbûn, ya çînî û ya xwezayî jî bikin. Dikare bi îdia bê dîtin lê hemû çavkaniya binpêkirin û nakokiyan ne serdestiya mêr e.  Yanî kokên ‘diyalektîka kole-efendî’.   Ji ber vê jî guherîna malbatê, gotina demokratîkirinê û îdiaya wê, ne rewşa dest ji malbatê bê berdanê ye, divê mirov xwe berdin kokê wê û bikevin hesabpirsînê.
 
Marx dibêje ‘Kesê radîkal, kesê ku dizane biçe kokê ye’. Em ji vê gotinê derkevin rê, kesê radîkal ne encamên şoreşên radîkal û têkoşînê, di esasê de sedemên wê hedef digire û bi van re dikeve nava têkoşînê yanî diçe kokên wê. Her wiha di van kokan de hêviya me jî ne vala ye. Ji ber malbat çavkaniya ewil a jiyana civakî ya rêxistinkirî û cîhan ewil a kes e.  Cihê serhildana ewil e. Dîsa têkiliya dê-bav û zarokan serdestî û desthilatriyek bi heybet dihewîne. Her wiha piştevanî, hezkirin, fedekarî û girêdayînê jî dihewîne, seranserê jiyanê têkiliyên ku tên parastinê ne.  Bi taybet keda dayikê ya li hember zarok jî, rexneya koletiyê tîne. Lê ev têkilî gelo ne qezenca têkiliyê civaka dayiksalariyê.
 
Têkiliya hevaltiya polîtîk û xwişktiya femînîst ya li ser zemîna polîtîk û têkiliya xwişk û biratiyê hatiye avakirin, ne rê nade ber mirovan?Dîsa têkiliya bav-kur ya ku me jinan tecrube nekiriye û yên kirine û girîngiyek mezin didê, di azadbûna mêr de ne bi fêde ye, dîsa têkoşîna bav-keç jî wisa nîne? Dîsa têkiliyek din ya girîng ya kal-pîr û neviyan. Dîsa bi aliyekî din bi giştî ji derveyê têkiliyên din tam di nav de têkiliya evînê….
 
Girtina dest a van têkiliyan, li ser fikirîn ne mijara hesteke hêsan e ne jî nakokî û serdestiyê piştguh dike lê bi aliyekî din di van têkiliyê jiyanê de, ji têkoşînê re ji tahayula mirovahiyê ya nû re rehberiyê dike. Ji bo vê; ji bo malbat bibe zemîna azadiya civakê, ji bo derfetên wekhevî û aştiyê derkevin holê û ev têkilî ji nû ve bên avakirin, wisa jî ne zehmet e. Ji ber bingeha malbatê ne avabûneke ku nayê guherînê ye. Heta di dîrokê de saziya ku herî zêde rastî guherînê hatiye. Lê mijar mijara çawa veguheriye. Ji ber vê jî divê malbat wek astengî li pêş azadbûna civakê  neyê dîtin û bibe dînamîka azadiya civakê û ev jî bi maharet û radîkalbûna têkoşîna polîtîk ve girêdayî ye lê beriya her tiştî ji ber pirsgirêka azadiya jinê heye, muxatabê wê tenê ne jin in û mijara şoreşa jinê ya mirovahî lê deyndare ye.
 
Û herî dawî; Têkoşîna jinê xwedî hêzeke ku dikare têkoşîna gerdûnî bi têkoşîna jinê re bîne gel hev. Ji ber têkoşîna jinê bi qasî ku bi biryar e dîroka koletiya jinê binivîse, bi îdia, xurt û biryare ku dîroka azadiyê jî binivîse.