Sedsala jinê ya ji bo her kesî azadiyê rastker dike
- 09:03 26 Adar 2021
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Divê jin di têgehên wekê modernbûn, pêşvebirin, netewbûn, sosyalîzm û mafên mirovan de neyên helandin. Ger em di van têgehan de li jinan binêrin tişta derbarê jinê de ya esas dikare bê windakirin. Li her derê cîhanê têkoşîna jinan hêz û cesaretê dide me. Belkî jî ya divê em bikin, ya esas neyê windakirin û bi vî awayî berxwedan bên dîtin."
Haskar Kirmizigul
Em hemû dizanin baviksalarî binpêkirina jinê êdî bi rêbazekê û bi eniyekê pêş naxîne. Wê demê divê berxwedanê cuda yên jinan yên qelskirina pergalê di qada jinê de bê nivîsîn. Nokteya perspektîfa têkoşîna sedala 21’ê wisa bê destgirtin. Ji karê ku kolektîfa jina dike bigire, heta çalakiyeke jinan ya bi mîlyonan jin tevlî dibin, sekna li hember pergala patrîyarkal, divê nirxa wê dayîn. Divê tekoşîna jinan, aliyê wê yê bi bandor dike û bi bandor dibe li qada jinê bê nivîsîn. Divê bi giştî li vê têkoşînê bê nêrîn. Ger wisa neyê dest girtin, wê şaristaniya çînî ya dewletî seranserê dîrokê, wê berxwedanên jinê negihêjin astekê. Têkoşîna jinê ne ku li têkoşînên çînî, neteweyî an jî yên din bên zêdekirinê ye. Divê êdî cih bidin azadiya jinê û bê berfirehkirin. Divê perspektîfa têkoşîna azadiya jinê bibe civakî. Heqîqeta jinê ya di sedsala 21’ê de derketiye holê ev e. Gelo zemîneke pratîk, fikrî ya ku vê îdiayê dihewîne heye an na? Berê bi hêvî, hestî û başiyê bersivandina vê pirsê ji bo min têr dikir. Me jinên kurd dikir ku tasavura pêşeroja xwe bi van sê esasan ava kiriye. Lê me valahiya xwe ya di mijara ku têkoşînên civakî bi zanistê ve girêdayî nedidît. Divê ev valahî bihata tijekirin.
Bi saya nirxandina ‘Wekhevî û azadiya jinê ku bi awayekî herî giran hatiye dîlgirtin û wek kole hatiye xebitandin, bi xebatên teorîk yên berfireh, têkoşînên îdeolojîk, programatîk û faliyetên rêxistinê pêkane’ em dikarin tiştên ku hatine jiyÎn û hatine afirandin bên venasîn û em dikarin şoreşgeriya xwe bi zanistê girê bidin. Ji bo em îdiaya xwe ya şoreşa jinê pêk bînin jî bi gotina Ocalan ‘hem di kuramê de hem di çalakiyê de serhildanên girîng’ pêwist e. Ger em vana rêz bikin;
* Xwespartina azadiya jinê ya esasa zanistî: Kovara jîneolojiyê ji avakirina esasên şoreşa jinê piştgiriyê dide. Ji bo hemû jinên kurd derfeta ku têkiliya her demê bi dîrok û sosylojiyê ve girê bide ava dike. Derfetên ku em tecrubeyên xwe veguherin zanînê ava dike. Zemîna ku em lêgerîna xwe û avakirinên xwe li ser analîzan pêk tînin ava dike. Li gorî min jî en aliyê ku têrî me nake jî ev e. Jîneolojî damarên berxwedana jinan a li dijî patrîyarka digire dest û li ser her kokên têkoşîna civakî rê vebike û patansiyelek xurt ava dike. Heta niha me di 15 kampan dan e ji welatên cuda jin anîn cem hev û jinan hewl dan berxwedanên li ser axa xwe, mîtolojiyan û berxwedanên jinan lêkolîn bikin û xwe bigihînin kokên wan. Me li Gravên Kanarya ya Ispanyayê semînera jîneolojiyê pêk anî û piştî vê kolektîfên jinan û platforman xwe rêxistin kirin.
* Nivîsandina dîroka jinê: Em dizanin ku jin qeydê dîrokê nehatine kirin. Li aliyê din jî qeydkirina tiştên hatine jiyîn girîng e. Em şahidiya serkeftina jinan dikin. Heta em yek parçeyên vê ne. Qedkirina van karê me ye. Divê em xwe parçeyekê vê bibînin. Dîrok heta niha li gorî berjewendiyên mêran ava bûye. Divê em dîrokeke li gorî hewcedariyên jinan, ser hildanên wan û afirîneriyên wan ava bikin. Têgehên di jîneolojiyê de derbas dibin jî rastî demeke ku destkeftiyên jinan tên windakirinê, tên. Ji ber vê nivîsandina dîrokeke jinê wê me jinan bigihijîne heqîqetê. Bi saya nivîsandina dîrokê jin dikarin esasên modernîteya demokratîk derxin holê. Bi vî awayî jî dema têkoşîna hebûnê didin, wê bibin xwedî hişmend ku rê û rêbazên wan yên din jî hene.
* Hedefkirina ji sînorên patrîyarka derketin: Ji bo derketina ji sînorên patriyarka rêxistin, rêbaz û sazîbûn girîng e. Ji bilî rê û rêbazên mêran, divê riyeke din bê fikirîn. Divê rêxistinbûna xweser a jinan zêdetir bê pêşxistin. Her wiha tevgera jinên kurd, partîbûna xwe û di mijara pergala konfederal a jinê de xwedî tecrubeyên girîng e û bi jinên cîhanê re parve dike. Gelek tevgerên jinan hewcedariya rêxistina xweser dibînin û yek ji van jî tevgera jinan a li Kolombiyayê ya li dijî hêzên paramîlîter têdikoşine. Em di alî têkoşîna jinên cîhanê de mînakek girîng in.
* Divê bê zanîn ku jin çandê radigîhînin: Yek têgeheke din ya girîng jî afirandina çanda jinê ye. Ev tê wateya ku di jiyana civakî ya çandî de guherînên ji kokê. Ji bo afirandina çanda jinê divê hişê jinê bê zindîkirin û ev bên şênberkirin. Ev ji qanûn, rêbaz an jî hilweşînan, wêdetir e. Bi gotineke klasîk, riya ku ji dil diçe dil e. Şalên ku şervanên jin li stûyên xwe digerînin an jî govendên tên gerandin bûne sembol. Her wiha reqsa Las Tesîs, belavbûna vê reqsê jî girêdayê vê ye. Di hinek gotinên aîdê Tevgera Azadiya Kurd yên wekê ‘Hevjiyana azad’ û ‘heval’.Ev bi kîjan zimanî bê axaftin jî bi kurdî tê gotin. Ev jî rihê gotinê winda neke. Jin îmzeyê davêjin metneke hevpar û digihêjin mutabakatekê. Dest didin hev û hev hîs dikin û gotinên zayendperest paqij dikin, çîrokên wan yên berxwdane û stranên wan li ser zimanan digerin.
* Ne li ser cudahiyan li ser hevkariyan têkoşîn: Gelek tiştên li jor hatine rêz kirin dikarin me bibin vê nokteyê. Divê jin di têgehên wekê modernbûn, pêşvebirin, netewbûn, sosyalîzm û mafên mirovan de neyên helandin. Ger em di van têgehan de li jinan binêrin tişta derbarê jinê de ya esas dikare bê windakirin. Li her derê cîhanê têkoşîna jinan hêz û cesaretê dide me. Belkî jî ya divê em bikin, ya esas neyê windakirin û bi vî awayî berxwedan bên dîtin. Jinên kurd 26 sal zêdeye pratîka rêxistinbûn, perwerdekirin û parastina cewherî pêş xistine. Di salên 90’î de femînîstekê gotibû ‘em televîzyonek jinê ava bikin em dikarin azad bibin.’ Ev xeyal di Jin Tv de şênber bû. Di 2005’an de Şîlan Kobanê jiyana xwe ji dest da û hîna ku nîqaşên jîneolojiyê tunebû di civîneke 2003’an de behsa zanista jinê kir û li Rojava gundê jinê hat ava kirin. Ev têkiliyên me av akirin û riya ku me vekiriye, bandora wê gelek mezine.