Etîk estetîk û rola wan di veguhertina civakê de
- 09:05 19 Adar 2021
- Nîqaşên Jineolojiyê
“Heta ku rêbaza malperestî, mezextkarî û sanal ku li ser jiyana mirovan hatiye ferzkriin ji holê neyê rakirin, di vî warî de şoreşek çandî, civakî neyê kirin û nirxên etîk estetîk pêk neyên jiyanek azad ne pêkan e."
Zilar Bîlmez
Hêvî di şoreşa jinê de ye. Ji ber şoreşa jinê, şoreşa afirandina ji nû ve a nirxên etîk estetîk e. Lê divê jina heyî jî xwe pêş bixe. Divê aliyên xwe yên texrîb bûne baş bike, ji nû ve biafirîne. Divê jin beriya her tiştî bêje ez ez im. Divê bizane kî ye. Divê xwe binase. Piştre divê bizane ku aydê kesek din nîne, aydê xwe ye. Xwe birêve bibe û biryarên xwe bixwe bide. Yanî divê îradeya xwe bi awayek azad îfade bike û azad tevbigere. Wê demê wê terzên serdestiya nû biafirîne. Ji ber vê hewcedarî heye ku di kesayeta xwe de guherînên cidî bike. Wê nirxên wê didin jiyîn yek bi yek lêpirsîn bike. Nirxê jinê di dîrokê de winda kirine wê ji nû ve derxe holê û nirxên nû biafirîne. Wê xerabî başî, xweşkahî û nexweşikbûnê, hezkirin evînê, nefretê ji nû ve binase. Wê bibe afrînera hezkirin û evînê.
Di vî alî de nûbûn û veguherîna jinê wê bandoreke cidî li civakê jî bike. Nûbûn û pêşketina jinê di şexsê xwe de derxe holê, wê pêşketineke etîk û estetîk ya di cîhanê pir aşkera tê dîtin derxe holê. Ger bandor li çand, huner û wêjeyî bike wê nûbûn û guherîn bandor li hemû aliyên civakê bike.
Asta moral, coş û kelecanê ya bi mirovan re, geşedanên nû yên di qada etîk û estetîkê de diyar dike. Bi vî alî etîk-estetÎk wek sêhrê ye. Ev sêhr jî hêza ruhî ya pêşengiya şoreşgerî, xurtbûn û xurtkirinê diyar dike. Şoreşên ku hêza wan ya ruhî pêş ketiye jî hêza wê ya çareserkirina pirsgirêkan bilind e. Azadkirina jiyanê bêguman bi afirandina nirxên etîk û estetîk ya nû pêkane. Etîk û estetîk di vê mijarê de xwedî taybetiya ku baş dike, diguhere û çêdike heye. Di vî alî de di guhertina civakê de rola etîk û estetîkê pir girînge.
Hêza başkirin, demokratîkirin û azadkirinê, Etîk-Estetîk
Tişta me li jor hewl da vebejin, bişûndexistina hişê rizyayî, yanî ancax bicihkirina civaka polîtîk ahlaqî pêkane. Ya rast ancax bi vê dikare biser bikeve. Hilweşîn, rizandin û asta ku mêjiyê heyî yê analîtîk gihiştiyê, li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi bîlançoya qirkirina rojane ya şerê sêyemîn ê cîhanê li ber çavan e. Dîsa faliyeta vê mêjiyê mêr yê dirizîne hildiweşîne, bi cenazeyên jinan yên li kolanan hatine qetilkirin, bi awayekî şênber tê dîtin. Yekane riya ku cîhan ji vê hovîtiyê bê rizgarkirin bêgûman divê civak dîsa bigihêje nirxên etîk û estetîk ên ji nû ve. Di xwezaya civakê de, di cîhana îro de evqas dijahlaqî,bê wijdanî û bê çandî tunebû. Ji ber civaka xwezayî ji jiyanê qût nîne. Bi jiyanê re nav hev de ye. Civaka xwezayî esasa wê ‘jîn’ e. Jin e. Vedijîne û hildiberîne. Ne kujer, afrîner e. Xwe naspêre yek pergalê, xwe dispê re dewlmendî û curekariyê. Serdestî tune. Ne bi kodên şer û şîdetê, bi hişmendiya aştî û wekheviyê pêş dikeve û di vê esasê de dibe têgeh, sazî. Dewlemendî û curebûna civakî, di çanda dostanî û demokrasiyê de pêşwazî dike. Civaka xwezayî dij-kapîtalîste, dij-netewpereste, dij-zayendperest e.
Rêbaz cîhana etîtk û estetîk e
Bawerî, çand, etnîsîte bi esasên ku hev cuda dibînin dibin dijmin heyî nabin. Berovajî vê dewlemendiyên demokrasiya civakî ne. Hezkirin û rêzdariyê her tim mezin dikin. Hestên nefret, kîn û hêrsê hebin jî pir nayên dîtin. Yanî berê xwe dide ‘xerabiyeke’ hevkar a wek komunal hatiye venasîn. Mînak berê xwe dide yê kapîtalîst, yê dipelçiqîne, yê binpê dike, yê tecawiz dike, yê şîdetê pêk tîne. Rêbaza wan cîhana etîk û estetîk e. Di vî alî de di essa veguhertinê de dibe. Bi qasî ku karê hişmendiyê û ji nûve qezenckirinê ye, karê rêxistinkirinê ye jî. Hem polîtîk hem bi ahlaq difikire. Di vir de demokrasiya radîkal dikeve dewrê. Ya ku divê ji demokrasiya radîkal bê fêmkirin acivaka demokratîk a rêxistikiriye. Nirxên xwe yên civakî yanî etîka xwe di vê têkiliya konfederal a demokratîk de diafirîne. Etîka nû tê afirandin, ji feraseta mîzaha jiyanê ya civakî bigire heta terza zanist û felsefê dirêj dibe, heta polîtîka, huner û wêjeya wê bicih dibe. Ji kodên hest, fikr û nêrîn a civaka nû, heta ruyê dîtbarî ya jiyana aborî xwe wek nûbûn nîşan dide. Civaka demokratîk ku xwezaya xwe ya winda bûye, hewl dide ji nûve qezenc bike, aliyê estetîk yê jiyanê jî divê îhmal neke. Ji ber ku dixwaze xwezayî be dixwaze bi destê mirov bê kirin, huner û wêjeya di çarçoveya estetîk de, her teşeyê wê mirovahî, başkirin e. Feraset û xuyê nebaş û qirêj digire û dibe. Li şûna berjewendiyê, wijdan, li şûna hêrsa karê edelet, li şûna serdestiyê jî hezkirin û wekhevî, li şûna tolgirtinê aştî, li şûna dijminahiyê wekhevî û dostanî cihê xwe digire.ji ber vê jî dîreksiyona ku jiyan, civak û cîhan bibe etîk û estetîk di destê me jinan de ye. Ji ber vê ye ku;ji bo jiyaneke xweş û aram ku hesreta me hemûyane, divê em jin beyî navber berê xwe didin qadên têkoşînê, kolan û qadan.