Ji bo jiyana azad xweseriya demokratîk
- 09:04 5 Sibat 2021
- Nîqaşên Jineolojiyê
Di jiyana hevpar de xweseriya demokratîk, avakirina pergala civakî ya xwe û avakirina demokrasiya xwe ye. Di heman demê de meşandina têkoşînê ye. Feraseta netewa demokratîk esas digire, neteweyan esas nagire. Organîzasyoneke xwebirêvebirinê ye.
Ayşe Gokkan
Xweseriya Demokratîk; Pergaleke jiyanê ya zindî ya bi rih ya bi dînamîkên herêmî û jinan re parvekirine. Di demek ku netew dewletê baweriya xwe winda kiriye, xweseriya demokratîk bêyî ku pergala dewletê ya heyî wek sazî red bike, bêyî ku civakan bi hev bide şikandin, divê wek pergala jinan ya jiyanê bi hev re dihûne bê destgirtin. Di vî alî de ne tenê modela rêveberiyekê, li şûna feraseta homojen a global-yekparêz, ji dewletê serbixwe avakirina netewa demokratîk e. Bi gotina ‘kêm dewlet, zêde civak’ dertê rê û yekîtiya netewa demokratîk û pergala konfederal a demokratîk esas digire, xwezayê talan nake û teşeyeke jiyana zindî ya xwe li herêmê ava dike ye.
Pergaleke komun ya civak bi îradeya azad biryarê didin, jin bi cîranên xwe re çawa dijîn. Ev cîrantî bê guman ne tenê cîrantiya malê û taxê ye. Gel, bawerî, çand, civak çawa bi hev re dijîn, yanî pergala biryareke hevpar e. Ev pergal wek pergaleke bi peymana civakî ya rexistinbûna jinên xweser serbixwe, demokratîk û ekolojîk derketiye holê. Aliyên hewcedariyê yên vê pergalê jî wek rêxistinbûna jinan a xweser, aborî, siyasî, civakî, dîplomasî, hiqûq û mafê mirovan, ekolojî, çapemenî, gel, bawerî, çand, rêveberiyên herêmî, têkoşîna li dijî şîdetê û parastina cewherî bi teşe bûye.
Bêbawerbûna netew dewletê, wek pergalek alîgir qanûnîbûn, hatiye rewşeke hilweşînê ya cidî. Li dijî van hilweşînan, çareseriya jin û civakek wek xweseriya demokratîk dertê holê. Li Kurdistanê bi şoreşa Bakur û Rojava re, di şerên cîhanê de bi mîlyonan mirov hatin qetilkirin. Ji bo van qetilkirinên hatin kirin rêveberiyan xelat dan. Li ser vê ev rêveberî hatin nîqaşkirin. Şoreşa jinan, nîşan da ku jin ne fabrîkaya serjimarê ne ku hêzê bide serjimarê û ji netew dewletê re zarokan mezin bike. Her wiha nîşan da ku bi têkoşîn û rêxistinbûnê, ji vê binpêkirinê rizgarî pêkan e.
Xweseriya demokratîk;Ev ne pergaleke, li şûna dewleta tirk lê dixe bila dewleta kurd lêbixe ye. Ne pergaleke li şûna mêrê li kolanê li min bixe bila mêrê li malê li min bixe. Xweseriya demokratîk, nayê wateya ku yên herêmîn rayeyên dewletê dewr bigirin. Di esasê de xweseriya demokratîk; Di pergala konfederal a jinê de, xwe îfadekirina jinê ya ji ser komîn û meclîsan e. (Hevberdevkî, hevserokatî, hevtemsiliyetî, hevjiyana azad). Xweseriya Demokartîk, bêguman parastina cewherî ya jinê jî, tenê bi riya ewlehiyê nagire dest. Îfade dike ku li dijî îmha û înkarê bigihêje pergala xweser. Îfade dike ku li hemû qadan xwe rêxistin bike û bi berfirehî xwe ji destdirêjî û tecawizê biparêze. Xweseriya Demokratîk di heman demê de, têkoşîna bê navber, rêxistinbûn, wêrekî û teşhîrkirin e.
Di jiyana hevpar de xweseriya demokratîk, avakirina pergala civakî ya xwe û avakirina demokrasiya xwe ye. Di heman demê de meşandina têkoşînê ye. Feraseta netewa demokratîk esas digire, neteweyan esas nagire. Organîzasyoneke xwebirêvebirinê ye.
Ji bo ev hemû pêk bên jî divê peywirên, bûyîna entellektuelbûnê pêk bên. Peywir;Ne zanista bîranînê kirine, avakirina civaka polîtîk ehlaqî ye. Divê hem lêkolînerî hebe hem jî berxwedêrî. Ya yekem xweza. Ya duyem jî divê bi zanistên civakî re têkilî bê danîn û nêzî heqîqetê bibin. Divê têkiliya bi civaka polîtîka ehlaqî re bê avakirin. Dema mirov li vê pêvajoya rojevî dinêrin, DAIŞ bû faktora ku bandora netew dewletê zêde kiriye. Ev ne tesaduf e. Dîsa di dema AKP’ê de têkoşîna jinan zêde bû. Ji ber vê êrîşên li hember jinan jî zêde bûn. Ev ne tesaduf e. Her wiha navenda êrîşa DAIŞ’ê Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ev jî ne tesaduf e. Rêbazên manîpulekirina têkoşîna tên meşandin. Yek ji peywirên bûyîna entellektuelbûnê bê guman dîtina vê manpulasyon û zelalkirina van qadan e û bêguman xurtkirina berxwedanê ye.