Jin bi Jineolojiyê Felsefeya "Jin Jiyan Azadî" dihonin

  • 09:04 11 Kanûn 2020
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Di felsefeyê de tişta herî zêde ku mirov dibîne hêmana "Xwe bizane" ye. Dema ku mirov ji vê hêmanê derkeve rê her pênaseya ku bê kirin wê mirov bi cewherê mirov re bîne gel hev. Her pênaseya ku em bêyî xwe zanibin bikin wê ji pênaseya îdeolojiya zayendparêz wêdetir neçe.   
 
Neslihan Şedal
 
Jinên Zapatistanî di nameya ku şandibûn de wiha gotibûn: "Em ê ji bo hemû jinên li cîhanê ji bo ji jintiya xwe netirsin têbikoşin. Tiştê em dixwazin azadiya kes naxwaze bide me ye. Lê belê bi xwîna xwe be jî em ê şer bikin û bi dest bixin. Em tenê kesek jî bimînin ew kesê ji bo azadiya me biparêze şer bike."
 
Jinên li her aliyê cîhanê ji bo jiyaneke bi wate, azad, tundî lê tune têdikoşin. Her li dijî qirkirina jinê, komkujî, tecawiz, destdirêjî, tundiyê yên li cîhanê zêde dibin, têdikoşin. Li Îranê her laçika ku vegeruheriye alava kontrolkirinê ya şerîatê niha vediguhere ala serfiraziyê. Li Sûdanê di xwepêşandanên li dijî rêveberiya şeriata ku 30 sal in dewam dike jin di cihên pêş de cihên xwe digirin. Ala SALAH a bi kincên xwe yên spî bû remza çalakiyan bi dirûşma xwe ya “Thowra!” (Devrîm) pêşengiyê dike û li dijî gotina "Cihê jinê mala wê ye" dibêje "Cihê jinê şoreşa wê ye". Vê carê jinên Şiliyê jî ji vê sûdê digirin û Las Tesisê li cîhanê belav dikin. Jinên bi reqsa xwe têkoşiyan xwediyên armanca li dijî tundiya li ser jinê ne. Jin têkoşîna xwe didomînin. Hinek bi laçika xwe, hinek bi reqsa xwe, hinek jî bi çeka xwe... Jinan li Rojava li dijî tecawizkarên rêxistinkirî yên netew-dewletan, DAÎŞ'ê serî hildan û wekî hêviya şoreşa jinê mezin dibin. 
 
Jinên kurd ên têkoşîna azadiyê didin li dijî tundiya dewleta desthildatdar a mêr di salên dirêj de di qadên cuda de dimeşin. Serîhildana xweparastinê ya bingeha jiyaneke azad mezin dikin. Qêrînên "Jin jiyan azadî" yên dibin hevalê coşa serîhildanê bilind dibin. Her qadên jiyanê vediguherin qada serîhildanê. Ev sê peyv xwe dispêrin serboriya hezar salan a têkoşîna azadiyê. "Jin jiyan azadî" vediguhere felsefe, çand, ziman, civaka polîtîk ehlaqî yên bi zanista Xwedawendan hatine afirandin.
 
JIN û JIYAN tişta jinê ji jinbûnê dûr dike û jiyanê ji jiyanbûnê derdixe çi ye, felsefeya jineolojiyê ku ji nû de jinê û jiyanê bi wate dike wê çawa be? Bersiva vê ew e ku wê jineolojî li dijî îdeolojiya îqtîdarê ya zayenparêz têbikoşe û gava yekemîn biavêje. 
 
Têkoşîna me ya li dijî felsefeya ku hebûna me tune dihesibîne, gelek şaşiyan wekî rastî nîşan dide û ji îqtîdara mêr re xizmetê dike mezin dibe.  Zanista jineolojiyê ku felsefeyê wekî 'lêgerîna heqîqetê' nîşan dide, felsefeya azadiyê esas digre û bi vî rengî dixwaze bêfelsefetiya di navbera jin û jiyanê de derbas bike. Bi bêfelsefetiyê tişta hatiye armanckirin ew e ku girêdana jinê ya bi heqîqetê re bê qutkriin û jin bê parastin bê hiştin.  Dema ku parastina rewşa tune be mirov jî tune dibe.  Bêfelsefetî bi xwe re gelek kirêtiyan tîne û dibe sedema tunebûnê. Herwiha tenê nabe sedema tunebûnê dibe sedem ku pergala baviksalar tişta dixwaze bike. Bi bêfelsefetiyê re jin bê parastin hatiye hiştin û hatiye asta ku kî çawa dixwaze li gorî xwe bi kar bîne. Bêfelsefetiya ku rêbaza jiyanê ya dijberî jiyaneke wekhev e, têkiliya di navbera jin û mer de jî asteng dike, tenê têkiliya fîzîkî ya ku zêdebûnê hedef dike ye û ji estetîkê dûr e.
 
Di felsefeyê de tişta herî zêde ku mirov dibîne hêmana "Xwe bizane" ye. Dema ku mirov ji vê hêmanê derkeve rê her pênaseya ku bê kirin wê mirov bi cewherê mirov re bîne gel hev. Her pênaseya ku em bêyî xwe zanibin bikin wê ji pênaseya îdeolojiya zayendparêz wêdetir neçe.   
 
Ji bo ku rastiya me ya di tariyê de hatiye hiştin bê ronîkirin, zanista jineolojiyê ku zanista jin û jiyanê ye wê rêya me ronî bike. Xala herî bingehîn ya jineolojiyê jî ew e ku hebûna jinê rast pênase bike. Beriya ku em pênaseya jinê bikin divê em bahsa pergala baviksalar a ku li gorî xwe pênaseya jinê dike û li ser me van pênaseyên xwe ferz dike bikin. Di felsefeyê de em dizanin ku tê gotin, "jin mêrê ku astengdar ji dayik bûye" ye. Li gorî ola ku îqtîdar ji bo xwe esas digire, "Jin zeviya ku mêr dikare çawa bixwaze cot bike ye", an jî "divê îteatê ji mêr" ji mêr re bike, "jin ji parsuya mêr e û ji parsûya wî ya xwar" e.  Jin "Amûra berdewamiya nivş e", "jin kesa ku divê mudaxeleyê hemû tiştên wê bê kirine e" û "divê mêr derbarê jiyan, pêşeroj û tişta bike de biryarê bide", herî zêde jin dibe amura "evînê" û li ser navê "evînê" tê qetilkirin e. 
 
Gava ku em van binavkirinan dinerin em dibînin ku armanaca wan ew e ku jinê ji jiyanê qut bikin û wê bikin kole. Li hember ewqas tunehesibandinê îdeolojîk pêşdexistina felesefya jiyanê, red kirina xelet binavkirinên sipartine hebûna me, pêşxistina xwenasîna me û venasîna reseniya jinê a rast gelek girîng e.  
 
Ger serîhildan ji bo azadiyê gavek yekemîn be em dikarin bibêjn rizgar bûna ji koletiyê jî azadî ye. Pêwendiya jinê a bi jîyanê ve ciqas bihê famkirin, wê bihê dîtin ku rastiya wek jiyanek watedar jî bi azadiyê ve pêkan e. Divê em bi vê baweriyê dest pê bikin, dem dema binavkirina hebûna me ye…
 
Bi kurdî jin û jiyan ji heman kokê tên. Gotina “amargî” bi sumerî wateya wê azadî ye û wateya vegera li dayikê dide. Dîsa peyva jiyan bi sûmerî “tî” ye. Gava ku em berê xwe bidin erebî peyva jiyan re “aîş” dibêjin. Navê Ayşe jî ji vir tê û mê ye. Gava em lêkolînên etimolojik dinerin têkiliya jinê bi jiyan û azadiyê re bi zelalî em dikarin bibînin. Di heman deme de ev têgeh bîr û zimanê civakan e jî. Înkar kirina jinê bi navlêkirinê dest pê dike, ev rastiyek ber çavan e. Bes her ciqas ji bo reşkirina ev ê hêl bê dayîn jî di heman deme de ev têgeh di derheqê jinê de rastiyê derdixnin pêş. 
 
Lêgerîna bingehîn a heqîqetê lêgerîna jiyana azadiyê ye. Divê em lêgerîna xwe ya azad û bi watê di nava zîhniyeta polîtîk û ehleq a ku pêşengiya wê bi zanîna xwedawendên bi hezar salan de bigerin. Jin hezar sal beriya niha civakbûnê li pêş xist. Jiyana bi hev re ya ku bi ehleq û polîtîk pêş xistiye dîsa jin e. Jinan polîtîkayê pêş xistiye. Jiyan di mihwera jinê de li pêş dikeve. Lewma jiyan li dora jinê teşe digire. 
 
Ji bo jiyana civakî tişta bi hewce bi pêşengiya jinê hatiye hilbêrin. Dîsa aborî bi destê jinê pêşketiye. Wekî di kurdî de dibêjin qabîle û qibale, ev peyvan dema mirov ji çanda xwedawendan girêbide û mirov dibîne ku tê wateya xwendewenda bereketê. Ez dikarim dayika xwe mînak bidim ji ber ku dayikên me şahîdiya dîrokê kirine. Dayika min dema ciranek xwarin bianiya û gelek zêde bianiya ji wan re digot "Ma qibale ye". Bi heman demê qibale ji bo bereketê jî dihat bikaranîn. Piştevaniya di nava civakî, hezkirin, pêşengiya civakê û hilberîn wekî pîroz dihat dîtin û bibû çandekî polîtîk û ehleqê ya civakê. Bi nasnameya jina azad bûn yek û em dikarin bi şopandina wê çandê civakê azad bikin, lewra heke jin azad bibe dê civak jî azad bibe. 
 
Çanda xwedawenda li hemberî her cureyên êrîşên bîrdoziyê dîsa jî di kûrahiya xwe de zanebûna jinê dide jiyîn. Ev kûrahî enerjiya jiyanê, me dike legerînvanên azadiyê. Dîsa heman enerjî dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" derxist holê û kir felsefeya jiyanê. Gelo mirov dikare bêje qîrîna ku bi her zimanê tê kirin enerjiya tevahiya cîhanê derxist holê? Ev enerjiya ku nayê dorpêçkirin gelo şoreşa jinê ferz dike? Enerjiya me wekê çemên ku li pêşiya wê nayên girtin e. Ji ber vê sedemê divê ji nûve avakirina hebûna xwe em ê li dijî zîhniyetan carek din bi qîrîn û bêjin "JIN JIYAN AZADI"