Lêgerînên ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî
- 09:10 27 Mijdar 2020
- Nîqaşên Jineolojiyê
Bi giştî di sedsala 20’an de bi taybetî jî di salên 1960’an de lêgerîn zêdetir bûn. Damezrînerên bîrdoziya sosyalîzmê, teorisyen ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêvajoyên kaos û krîzê destpêkek kirin û ev ji bo tevgerên civakî bû rastiyek. Li dijî şaristaniyê û bi taybetî jî şaristaniya kapîtalîst tevgerên civakî di nava lêhûrbûnekê de bûn. Lê belê ev jî nekarin ji pergala îqtîdar-dewlet- baviksalariyê derbas bibin.
Gonul Kaya
Îro bêtir li ser zanista civakî nîqaş tên kirin, bi hebûna xwe, asta xwe û pirsgirêkên di navbera têkiliya mirov-xweza-civak-jin-mêr hwd de an dibe bersiv an jî bêbersiv dimîne. Bi taybetî mirov ji bo civaknasiyê bêje piştî sedsala 18’an wekî qadekî zanistî derket holê dê kêm an jî xelet bibe. Di pêvajoya civaka xwezayî ya bi hezar salan de mirov, fikr û zanyariyên xwe bi rêbazên cuda meşandine. Mirov di jiyana xwe ya hevpar a bi xwezayê re, tiştên ku bawer kiri an dixwaze weşartî bimine cara bi hiskirinê an jî bi dîtinê an jî bi fêm kirinê hin bûne. Di qonaxên civakî de avabûna pêvajoya pergala îqtîdar-çîn-dewletê di hinbûn-zanyarî-fikr de cudabûnek derdikeve holê. Li vir li ser xwezayê, mirov, civak û jinê armanc meşandina serdestiyê ye. Pergala kedxwarî û serdestiyê hewl didin ku neguherîn û mayindeya gerdûnî-domdariyê ispat bikin. Di avakirina pergalan de xweza-civak ji bo tiştên xelet weşerin dixwazin zanînan bi dest bixin. Halbûkî di nava xweza, mirov û civakî de pergalek wisa nîne. Heke wisa be di hêla zanîn û hinbûnê de sedestan tenê dikarin zanînan ji bo berjewendiyên xwe biafirînin. Cara yekem ev tişt ji hêla rahîbên Sumeran ve hat kirin û îro jî bi rêbazên cuda tên dubarekirin. Li Zîgguratan ango li zanîngehên niha kar dikin. Zanînên derbarê xweza, civak, mirov û bi taybetî jî jinê de li vir tên berovajikirin û li gorî pergalê tên dizaynkirin û pêşkeşî civakê dikin. Pêvajoya ku piştî Sumeran hatî destpêkirin di qada ramyariyê de mîtolojî, ol, felsefe û zanîstî de derdikeve li hemberê me.
Qada zanyarî-hînbûn bi nêrîna analîtîk û aqilê mêr têşe girtiye, wekî pozîtîvîzmê xwe di ramyariya navenda rojavayê de ava kiriye. Zanista xwezayê û zanista civakî bi vê nêzîkatiyê hatiye destgirtin. Çend wateya zanista civak hatiye pênasekirin jî avakirina vê qadê û qada xizmetê di bingeha pergala îqtîdar-çîn-dewlet û pergala baviksalariyê hatiye avakirin. Pergala têkiliyên civak-mirov-xweza, kaosên di navbera civakê, krîza pergalan divê çarçoveyê de hatiye dest girtin, rast-xezikî bi rêbazên matematîkê û analîzan lêgerîna çaresiyê hatiye kirin. Zanista civakî li gorî feraseta mêr û pergala îqtîdarê, nakeve bingeha pirsgirêkan û xwe ji tespîtên radîkar dûr dixe. Hêzên îqtîdar û sermayedar li hemberi civakî pirsgirêkan diafirîne. Di serî de divê zanista civakî vê tespîtê bike.
Hegemonya, her tim li hemberî civakê meşrûbûnê esas digire. Dizane ke di serî de di qada zanyarî de divê meşrûtiyetê pêk bê. Pergala kapîtalîst xwe dispêre zanistiya pozîtîf, di demên dawiyê de vê meşrûbûna xwe dide vê pergalê jî. Xwe wekî modela “nayê guhertin, serwerekî” nîşan dide. Zanistiya pergala kapitalîst îro di nava krîzê de ne. Di nava krîzê û pêvajoya kaosê de her tim xweziya xwe ramanên berê tîne. Tevger û têkoşîna civakê bandor kiriye her tim. Di dîrokê de çareseriya lêgerîna pirsgirêkan di tevgerên olî heta roja îro de tevgerên netew, bîrdozî, ekolojîk, azadiya jinê di hêla ramyarî de lêgerîna xwe domandiye. Li dijî hegemonyayê, qada zanyariyê çend hewldanên girîng û lêgerînên şoreşî pêk hatine. Kuantum, femîniz, anarşîst, jiyana komunal, dibistana Frankfurtê li dijî zanista hegemonîk di nava têkoşînê de bûn her tim.
Bi giştî di sedsala 20’an de bi taybetî jî di salên 1960’an de lêgerîn zêdetir bûn. Damezrînerên bîrdoziya sosyalîzmê, teorisyen ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêvajoyên kaos û krîzê destpêkek kirin ji bo tevgerên civakî bû rastiyek. Li dijî şaristaniyê û bi taybetî jî şaristaniya kapîtalîst tevgerên civakî di nava hurbûnekî de bûn. Lê belê ev jî nekarin ji pergala îqtîdar-dewlet- baviksalariyê derbas bibin.
Zanista civakî di nava çareseriya pirsgirêkên civakî de ne, an çepgir an jî rastgir ne aligîrê îqtîdarê ne, tenê ji bo civakî divê rê û rêbazên xwe biafirîne. Tiştên ku ji civakê tê divê ji bo civakê be. Ev lêgerîn li Rojhilat û Rojavaye pêk hatin. Jin û mêrên zana bi taybetî bi hinceta pîrebok in hatin kuştin, Hypatia, Hallaci Mansûr, Karmatiler, pêşengên Ronesansê, parêzvanên jiyana komûnal, jinên pêng ên şoreya Fransayê, gelên ku azadiya xwe digerin, kesên ku li dijî zîhniyeta mêr derdikevin, femînist, kesên li pêy azadî û wekheviyê ne, jinên ku li pêy azadiyê ne dê zanyarî, hînbûnên bidomînin.